Di van rojan de ku li ser postên li Îraqê gotûbêj tên kirin, bi taybetî yên ku para Kurdan in, behsa lihevkirin û yekdengiya Kurdan bi çareserkirina van postan ve tê girêdan.
Tê gotin yekdengî ew e ku YNK û PDK bi namzedekî serokkomariyê bi hev re biçin Bexdayê, yan diviyabû namzedekî wan ê hevpar ji bo alîkarê serokê parlamentoyê hebe. Bi kurt û Kurmancî, yekdengiyê bi van postan ve girê didin.
Destpêkê bila ez vê yekê zelal bikim ku yekdengî ji lihevkirinê (kodengî) cuda ye. Yekdengî stratejîktir û bingehîntir e, ew e ku Kurd divê bi hev re li ser bingehekê û bi yek dengî kom bibin lê lihevkirin ji bo mijareke demkî ya wekî van post û planan e ku ji bo demeke diyarkirî hene.
Wate eger Kurd yekdeng bin, ew dikarin tewr li ser postekê li hev nekin (kodeng nebin) jî. Kurd ji bo ku yekdeng bin, divê bingehên yekdengiyê deynin, ev jî bi hêz, desthilat û darayiyê ve girêdayî ye.
Kurd dê wisa yekdeng bibin eger Pêşmergeyekî wan ê bêalî, polîsek, asayîşek û dezgeheke wan a îstixbaratê ya bêalî hebe ku dilsoziya wan ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo Kurdan hebe, ne ji bo partî û hizban.
Kurd wê demê dibin yekdeng ku kîsekî wan ê hilgirtina pereyan hebe, hesabekî wan ê yekgirtî ji bo komkirina samana Herêma Kurdistanê hebe, hemû dahatê li cihekî kom bikin û di bin desthilata yasayî û hilbijartî de be. Desteya Destpakiyê karibe lêpirsînê li ser bike, şiyana Çavdêriya Darayî li ser hemû saziyan hebe, parlamento karibe di bidestxistin û xercirinê de çavdêr be û bipirse.
Kurd wê demê dikarin bibin yekdeng ku hikûmeteke wan hebe, hemû wezaret di bin desthilata serokwezîrekî de bin, wezîrê sîber tenê li cem mixalefetê hebe, deriyên sînorî di bin desthilata hikûmetekê de bin. Serokwezîr ji Zaxoyê heta Kelarê fermaneke tenê bide û li hemû deveran bi çavekî binêre.
Kurd bi vê yekê dibin yekdeng ku hikûmeteke wan a xurt, jêhatî û bidesthilat hebe, parlamentoyeke wan a azad û çalak hebe, dadgeh ji bo mebestên siyasî, şexsî û hizbî neyên bikaranîn. Dadgeh û dadwerî xwedî desthilat û serwer bin, yasa ne tenê ji bo bêdesthilatan be; berevajî vê, yasa desthilatdaran jî bigire nav xwe.
Eger ev tiştên Kurdan hebin, dê bibin yekdeng, xurt û qewîn. Êdî bila bi du an sê namzedên serokkomariyê jî biçin Bexdayê, bila hevrikî her li parlamentoyê bên çareserkirin. Ji xwe heke li ser wê li hev bikin (kodeng bin) ne xirab e lê du namzed an zêdetir yekdengiyê xera nake eger (yekdengî) hebe lê pirsgirêka niha ew e ne yekdengî heye û ne jî lihevkirin.
Yekdengî wate sazîbûn û pergalkirina birêvebirinê, Kurd li Başûrê Kurdistanê divê bi pêş ve biçin, ew jî bi bipêşxistina saziyan, piştgirîkirin û bihêzkirina wan dibe.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse