ŞERÊ GAZÊ - Parzûngeha ku ez lê dixebitîm niha bûye hedefa şer
Şerê Îranê ketiye roja bîstemîn û hêdî hêdî dibe şerê gazê. Gava ez dîmenên şewitîna saziyên Parzûngeha Gazê ya Parsa Başûr ên li Asaluyeya Îranê û saziyên Ras Laffanê yên li Qeterê dibînim, ez tînim bîra xwe ku ez li ser platformên pola yên Parzûngeha Gazê ya Parsa Başûr radiwestiyam, 105 kîlometre boriya binê deryayê li pişt min û asoya Kendavê jî li pêşiya min bû.
Min du salan wekî endazyarê kontrola kalîteyê ji bo "Kompanyaya Hyundai" ya Koreya Başûr kar kir ku di projeya bipêşxistina qonaxên 4 û 5 ên Parzûngeha Gazê ya Parsa Başûr de mitehidê sereke yê "Kompanyaya ENI"ya Îtalyayê bû ku mezintirîn Parzûngeha gaza xwezayî ye li cîhanê.
18ê Adara 2026an, balafirên şer ên Îsraîlê êrişî wê saziyê kir. Pêwîstiya min bi wê nûçeya bilez nebû da ku ez fêm bikim wateya vê yekê çi ye, ji ber ku min bi xwe nexşe û hûrgiliyên borî û saziyên parzûngehê dîtibûn û pêk anîbûn, nexşe ew qasî zêde û berfireh bû ku di pirtûkxaneyeke mezin de diparastin û bi berdewamî kar pê dikirin.
Tiştê ku rû da ne tenê zêdebûna aloziyan e di şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê de, ew vekirina cureyekî nû û bi temamî cuda yê şer e. Min navê "Şerê Gazê" lê kiriye û ji niha ve cîhan berdêla wê dide.
24 saetan piştî êrişa li ser Parsa Başûr, Îranê mûşekên balîstîk arasteyî bajarê pîşesaziyê Ras Laffanê yê li Qeterê kir ku mezintirîn qada hinardekirina gaza xwezayî (LNG) ye li cîhanê. "Kompanyaya QatarEnergy"ê ragihand ku zerereke gelekî mezin gihiştiye wan. Dibe ku şerê gazê bi awayekî fermî dest pê kiribe.
Parzûngeha ku ez nas dikim
Projeya bipêşxistina qonaxên 4 û 5an ên ku ez du salan di wan de mam heta ku proje qediya, veberhênaneke 2 milyar dolarî bû. Kompanyaya Hyundaiyê, peymaneke mitehîdiyê bi qabareya 1,6 milyar dolaran hebû.
Di wê demê de ew mezintirîn peymana kompanyayê bû ku li derveyî Koreya Başûr wergirtibû. Projeyê du platformên deryayî di kûrahiya 65 metreyan de, du xetên boriyên 32 înç ên binê deryayê ku her yek ji wan 100 kîlometre bû û yekeyên hêvotin û çareserkirina gaza tirş li xwe girtibûn.
Gaza tirş a nav deryayê bi boriya 100 kîlometreyî digihişt bejahiyê û gaza xav a tirş vediguherî gaza şêrîn. Gaza tîrbûyî (Condensate) jê dihat cudakirin. Paşê gaza şil (LPG) jê dihat hilberîn û gaza safîkirî jî diket nav tora niştimanî ya gaza Îranê. Di wê demê de 18 hezar û 300 endazyar û karkeran di rojekê de tê de kar dikir.
Parsa Başûr ne tenê parzûngeheke mezin a gazê ye. Ev parzûngeh bi "Parzûngeha Bakur" a Qeterê re (ku heman pêkhateya jeolojîk e û tenê sînorekî deryayî wan ji hev cuda dike), nêzîkî 1,800 trîlyon pê sêca gaza xwezayî dihewînin.
Tenê para Îranê di wê Parzûngeha hevbeş de, ji sedî 36ê rezerva gaza selmandî ya Îranê pêk tîne. Qeterê jî zêdetirî 100 milyar dolarî di beşa xwe de veberhênan kiriye. Beriya ku şerê Îranê dest pê bike, Qeterê rojane 550 milyon metre sêca gaz ji wê parzûngehê hildiberand û ji sedî 80ê wê bi şêweyê gaza LNG difirot bazarên cîhanê. Gaza wê parzûngeha hevbeş ji sedî 80ê dahata hikûmeta Qeterê dabîn dike.
Gava ku êrişî Parsa Başûr tê kirin, êriş li ser baregeheke leşkerî nayê kirin, ew êriş li ser binesaziya aborî ya du welatan û çavkaniya germkirina 85 milyon welatiyên Îranî tê kirin. Ji aliyê Îranê ve rojane 700 milyon pê sêca gaz tê hilberandin ku ji sedî 95ê wê ji bo bikaranîna navxweyî ya wî welatî ye. Gaza Asaluyeyê ji bilî germkirina malan û hilberîna elektrîkê, motora pîşesazî û kargehên Îranê ye ku ji ber sotemeniya erzan, ti welatê cîran nikare hevrikiya wan bike.
Cîhan hêrs e
Bertekên navneteweyî bilez û tund bûn, ev jî nîşan dide ku derbaskirina vê xêza sor çi qasî metirsîdar e. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Dr. Macid Ensarî êrişa Îsraîlê wekî "pêngaveke metirsîdar û bêberpirsyarane" bi nav kir û hişyarî da ku armanckirina binesaziya enerjiyê gefek e li ser ewlehiya enerjiya cîhanê.
Her wiha piştî çend saetan, Dohayê dîplomatkarên Îranî wekî "kesên nexwestî" nasandin û ferman da wan ku welêt biterikînin çimkî Îranê bi êrişkirina ser Ras Laffanê bersiva êrişê da ku ew jî lêdana împaratoriya gaza Qeterê bû û bû sedema derketina agir û zerereke mezin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron beriya ku daxuyaniya giştî bide, pêwendî bi Trump û Mîrê Qeterê re kir û daxwaz kir ku demildest "êrişkirina ser binesaziya sivîl, bi taybetî saziyên enerjî û avê were rawestandin."
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul hişyarî da ku eger têkçûna zincîra dabînkirinê berdewam bike, cîhan ber bi "qeyraneke gelekî dijwar" ve diçe. Erebistana Siûdî 4 mûşekên balîstîk ên Îranî têk şikandin ku arasteyî Riyadê hatibûn kirin û her wiha êrişeke bi dronan a ser saziyeke gazê li herêma rojhilat eşkere kir.
Îmaratê êriş wekî "zêdebûneke metirsîdar" bi nav kir. Rûsyayê êrişên nêzîkî rawestgeha atomî ya Bûşehrê şermezar kirin. Îraqê jî ragihand ku hinardekirina gaza Îranê ya ber bi welatê wan demildest rawestiyaye.
Paşê Trump hat ser xetê. Di posteke Truth Socialê de, têkiliya Amerîkayê ya di êrişa ser Parsa Başûr de red kir, ev jî berevajiyê raporeke Wall Street Journalê bû ku li ser zimanê berpirsên Amerîkayî gotibû Trump pêşwext razîbûn li ser êrişê daye.
Paşê gefek xwar ku mehek berê hizirkirina li ser wê ne gengaz bû, wî got eger Îran berdewam armanckirina saziyên enerjiya Qeterê bidomîne, Amerîka dê bi temamî Parzûngeha gaza Parsa Başûr "biteqîne."
Supaya Pasdaran a Îranê niha lîsteyeke nû ya armancan belav kiriye ku ev tê de ne: Komelgeha Petrokîmyayî ya Cûbeyl li Siûdiyeyê, Parzûngeha Gaza Husnê ya li Îmaratê, Komelgeha Mesaîd û Parzûngeha Ras Laffanê ya li Qeterê. Vêca nexşeya enerjiya welatên Kendavê niha bûye qada şer.
Çima ev şer cuda ye?
Me şerê petrolê dîtiye, şerê keştiyên petrolê yê di 80yan de, şewitîna parzûngehên Kuweytê û êrişên li ser binesaziya Sûriye û Libyayê. Petrol tiştek e ku mirov dikare hêsantir dan û standinê pê re bike, wekî mînak mirov dikare rêreya wê biguhere û wê embar bike, yan bi rêya çavkaniyeke din qerebû bike lê gaz cuda ye.
Gaza Parsa Başûr ji Asaluyeyê rasterast diçe nav tora dabeşkirina niştimanî ya Îranê. Ti rêya wê ya din nîne. Ti termînala gaza şil (LNG) nîne da ku mirov berhemê ji bo kiryarên Asyayî veguhêze. Zerergihandina bi yekeyeke hêvotina li Asaluyeyê ne tenê rawestaneke demkî ye, ew nehiştina şiyana hilberînê ya gelek salan e. Eger boriyeke 32 înçî ya binê deryayê biteqe û hefteyek jî agirbest were ragihandin hîn jî çareser nabe.
Asaluye tekane xal e ku tevahiya 24 qonaxên Parzûngeha Gazê ya Parsa Başûr jê digihijin bejahiyê. Her cure ducarebûneke êrişan a li ser wê derê, dibe ku bi hêsanî neyê kontrolkirin.
Wekî mînak eger boriyên nav deryayê biteqînin, Îran bi xwe ne xwediyê wê şarezayî û teknolojiyê ye ku bûyereke bi vî rengî kontrol bike. Eger êrişên ser saziyên ser erdê mezin bin, dê di dawiyê de bandorê li ser samana bin avê û rezerva gaza Parzûngeha hevbeş bike. Niha Supaya Pasdaran ragihandiye ku hemû binesaziya enerjiya Kendavê ya ku pêwendiya wê bi Amerîkayê ve hebe "bi baregehên leşkerî yên Amerîkayê re hevseng û dê bi hemû hêzê bibin armanc."
Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê