Goran li ser heq e!

Heta dema Newşîrwan Mistefa di jiyanê de bû, îtîmaleke kêm hebû, ku pirsgirêka di navbera PDK û Tevgera Goran de were çareserkirin. Lê ji ber Newşîrwan Mistefa êdî piştrast bû, ku ti rêyek ji bo vê yekê nemaye, berê xwe dabû rêkeftina li gel YNKê û dixwest piştî nemana wî jî pirsgirêk her berdewam bike.

 

Newşîrwan Mistefa him dixwest pirsgirêka li gel PDKê wiha berdewam bike û him jî weke hemû serkirdeyên klasîk ên Rojhilata Navîn, tevgera xwe ya “bi navê modeleke cuda ya hizbî”, xiste nav sergêjiyeke wisa de, ku piştî wî diyar nebe ka dê kî cihê wî bigre! Bi xwe jî dizanî, wekaleta qanûnî tenê ne bes e daku kesek bikare bibe cîgirê wî. Herwiha, Newşîrwan Mistefa jî nedixwest qedirbilindiya serdema wî, piştî nemana wî berdewam bibe.  Herweke Erefat û Talebanî jî mîrateyeke hevşêweyê wî li pey xwe ve hiştin.   

 

Herî dawiyê PDKê bi rêya YNKê û di bin bandora YNKê de destpêşxeriyek ji bo tevlîkrina Tevgera Goran a pêjavoya siyasî pêşxist. Lê ev destpêşxerî mehkûmê wê yekê bû, ku ji aliyê Goran ve were red kirin. Çimkî Goran niha ji bilî redkirinê, nikare ti tişteke din bike. Ji xwe pêwîst nake em behsa Komela Îslamî bikin. Ji ber ku ev partî di qada siyasî de, mehellî maye, bûye duvelengê Goranê. Lê çima wiha bû?

 

Ya yekemîn: Madem destpêşxeriyeke wiha ya PDKê hebû, çima bi xwe neçû cem Goran û behsa vê yekê nekir? Ma beriya çend Hefteyan Nêçîrvan Barzanî bi xwe neçûbû cem Goran? Ma nedikarîn di wê demê de amadekariyên vê mijarê bikin? Ma ti kanalên pêwendiyan di navbera PDK û Goran de nînin?

 

Ya duyemîn: Eger PDK destpêşxeriyê dike, divê baş fêmkiribe, ku destpêşxeriyeke wiha li gel Goran, bi taybetî jî di pêvajoya piştî nemana Newşîrwan Mistefa de, ne hêsan e, mekanîzmaya biryardanê ya Goran nîne. Lewma, ma çi pêwîst dike destpêşxeriya wan wiha nîvhilawêstî binîme?

 

Madem qebûl dikin Yûsif Mihemed vegere parlamentoyê, bila qebûl jî bikin heta 5 mehên din jî weke serokê parlamentoyê bimîne, ma wiha be dinya xirab nabe! Eger baweriya PDK û YNKê bi hev heye, bi hevkariya partiyên din, çawa di 19ê Tebaxa 2015ê de Serokê Parlamentoyê Yûsif Mihemed û Sekreterê Parlamentoyê felc kirin, dikarin di heyama 5 mehan de jî bi rêya karên parlamentoyê, rê nedin parlamento bandor li ser daxwaz û karên wan bike. Wê demê bila Goran û Komela Îslamî hema ji xwe bi xwe re projeyan bînin û li ser van projeyan rûnin û biaxivin!

  

Goran xizmeta YNKê dike

Bêguman nedibû Tevgera Goran wiha bi lez û bez destpêşxeriya PDKê red bike. Divê deriyek ji bo guftûgoyan vekirî hiştibaya. Goran dikariya mijara vegera Yûsif Mihemed û wezîran ji bo Hewlêrê dernexe pêş û ev yek esas girtiba ku hê jî şîrîkî hikûmeta vî welatî ye.

  

Lê îro, ne tenê serokatiya parlamentoyê, her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê jî bidin destê Goran, dîsa jî Goran vê qebûl nake û nikare van erkan jî bicîh bîne. Di van mijaran de YNK jî çavê xwe ji PDKê re nagre. YNK heta wê cihê li gel PDKê ye, ku hem tola xwe ji herdukan bistîne, hem jî li ber çavê raya giştî, webalê çalaknekirina parlamentoyê bixe stûyê Goran.

 

Tişta niha YNK dike, di ava şilû de girtina masiyan e. Piştgirî da projeyên giran û yên bi agir ên derbarê yasaya serokatiya herêmê û sîstema hikûmraniyê de, Goran da pêş û paşî weke ku ti tiştek nebûye, çû cem PDKê.

 

Divê Goran baş fêm bike, ku rêkeftina siyasî ya di navbera wan û PDKê de xilas bûye. Di dema derbasbûyî de di navbera YNK û PDKê de rêkeftina stratejîk hebû. Hemû erk û kursiyên bilind û biçûk jî bi rêkeftin dihatin diyarkirin. Di rêkeftina PDK û Goran de jî heman tişt hebû. Eger wiha nebaya, divêya niha Elî Heme Salih biba serokê parlamentoyê!

 

Ji ber vê yekê, dewsa ku Goran di qazanca YNKê de van kartên destê xwe de tevlîhev bike, pêwîst dikir raste rast ji PDKê daxwaza guftûgoyê bike.

 

Eger Goran bixwesta alîgirên xwe razî bike, dikariya kaxizeke tejî biryar pêşkeşî PDKê bike, rêkeftina xwe ya ligel PDKê ya ji bo pêkanîna kabîneya hikûmeta heştem hilweşîne. Wê demê ji bo alîgirên Goran ne giring bû ka dê çawa parlamento çalak bibe. Ji ber ku eger ne bi daxwaza wan ba, hilweşandina rêkeftina ligel PDKê bes bû. Lê tişta niha Goran dike, ji bo serdestiya YNKê ya li herêma “Kesk û Nîlî”, xizmeta herî mezin e.

 

"Ata Kurd" Mesûd Barzanî

 

Eger bi hezaran seetan jî li parlamentoyê behsa mijara referandûm û ragihandina serxwebûnê bikin û paşî biryarê li ser bidin, bi başî û xirabî, çi bi serê vî gelî de were, di dawiya dawîn de webal û serbilindiya van tiştan her ji bo Barzanî dimîne. Barzanî çi serokê dawîn ê Herêma Kurdistanê be, çi serokê dewleta serbixwe be, yan heta dawiya jiyana xwe mercea siyasî ya gelê Kurdistanê be, ev rastî nayê guhertin.

 

Rastiya parçebûna siyasî û civakî ya Kurdistanê, divê li gorî tecrûbeya dîrokî ya salên 1960 û 70yan de were nirxandin, ku ew parçebû barekî giran bû li ser milê kurdan û hê jî jê rizgar nebûne.

 

Îro ne roja “Na” ye, roja “Erê” ye. Bila Barzanî bi hemû kêmasiyên xwe ve referandûmê bike û hûn jî paşî çak û baş bikin.