Deng Şiaoping
Mihemed Xoşnaw
Hinek caran merivek peyda dibe û dibe hokara rizgarkirina bi milyonan kes, gelo em çi ji vî merivî re bibêjin! Pêxember, ji xwe ne hewce ye merivek olekê bîne da em jê re bêjin pêxember. Deng Şiaoping endezyarê vejandina Çînê, pêxemberek bû hat parzemînek vejand, bi milyonan mirov rizgar kir û Çîn kir duyem zilhêza aborî ya cîhanê.
Karîneke vî merivî ya kargerî û aborî ya mezin hebû. Wî çi kir ku dest û bazûyên ejdeha gihand hemî cîhanê?!
Deng Şiaoping cîgirê Serokkomarê Çînê Mao Zedong bû. Di serdema Mao de zêdetirî 40 milyon kes ji nêza mirin. Şiaoping ew birçîtî û nebûnî û xela bi çavê xwe dît û ew bi xwe jî yek ji qurbaniyên Şoreşa Rewşenbîrî bû ku Mao li dijî endamên şoreşa berevajî dada û ew meriv çend salan li zindanê ma. Nayê înkarkirina ku Mao bi nêteke baş kar dikir, lê belê rêhevalên herêman raporên çewt didanê. Mao û welêt ber bi wêranbûnê birin. Zêdebarî van hemûyan, Mao bingehdar û avakerê Çîna nû ye û sembola Çînê ye ku wêneyê wî li ser diravên Çînê hatiye danîn.
Wexta ku Mao sala 1976an mir, Deng Şiaoping hate dewsa wî û dest bi sererastkirina xeletî û kêmasiyên Mao kir. Bi reformên navxweyî û vebûna bi ser derve de dest pê kir. Wî hemî amûr û şêwazên ku Mao dimeşandin, sererast kir.
Deng dest bi guherînan di hundirê partiyê de kir û biryar da ku îdarekirina aboriya Çînê li kêleka sazî û dezgehên partî û hikûmetê bi prensîba sermayedariya aboriya bazarê+anîna veberhênerên derve be. Îdarekirina jiyana konevanî jî komunist be û destûra nû pejirand û bîr û baweriyên kevin ku di nav civaka Çînê de cihgirtî bûn, guherandin.
Wî merivî di 70 saliya xwe de dest bi vejandina Çînê kir. Di sala 1978an de serdana Komara Singapûrê kir û ji damezrînerê Singapûrê Lee Kuan Yew re got, we çawa ev welatê xwe yê gêrik û biçûk gihand vê asta niha! Serokê milyar û 300 milyon kesî şerm nekir û daxwaz ji serokê wî welatê biçûk kir ku alîkariya wî bike û ezmûna Singapûrê veguhêze Çînê.
Sala 1979an serdana Amerîka kir û têkiliyên welatê xwe bi Washingtonê re vegerandin û Çîn ji tenêhiştina navdewletî derêxist û sala 1997an bi danûstandineke serketî bi brîtaniyan re, xewna hevwelatiyên xwe bi vegerandina Hong Kongê ji bo hembêza Çînê pêk anî, bêyî ku pêkanîna vê xewnê bi çavên xwe bibîne! Di wî temenî de çawa mirov bi wî peyayî sersam nebe. Sersambûn yek ji nîşanên ciwaniyê ye. Hin kes hene bi xwe sersam in, ev nîşana qurretî û pozbilindiyê ye.
Di germiya cîbicîkirina bernameya reform û vejandinê de, berbendek derket ser rêya Şiaoping û li pêşber pêkanîna xewnên wî bû kelem. Ew jî ew bû di meha nîsana 1989an de xwepêşandaneke karker û xwendekaran a wek bihara erebî li Beijingê derket holê ku hate naskirin bi nerazîbûnên Tiananmen – meydana ezmanî. Wî peyayî rê neda wê xwepêşandanê, di 04.06ê heman salê de bi tankan li wan da û xwepêşandan serkut kir û 241 kes hatin kuştin. Navborî ev wek bijarteyeke sade danî li hember ku hemî welat bibe qurbaniyê van nerazîbûnan û karî qedera milyar û 300 milyon kesî ji bihara çînî biparêze û Çînê bi xwe jî biparêze. Ev e ku pêşketin bac jê re divê.
Çîroka vê merivî hêjayî lidûvçûn û lêkolînê ye. Çîroka serketina welatekî ku birçîtiyê giyanê bi milyonan kes biribû û heta wiha lê kir bibe duyem aboriya cîhanê û 500 milyon kes ji bin hêla hejariyê derêxistin, nizanim çi bi wî merivî tê gotin?
Şiaoping hizir û prensîbên Mao sererast kirin û Çîn guherand û wexta ku Gorbaçov bîr û baweriyên komunist ên berbelav û di rewacê de sererast kirin, cîhan guherand. Sererastkirin û xwe sererastkirin bû ku bi dehan gel û welat azad kir. Heke em sererastkirina leheng piştguh bixin dibe sedema têkdana armancan, ji xwe ev e ku em kurd niha ji ber wê dinalin.