Ji bilî PDK û Goran, pertiyên din dikarin çi bikin?
Erkê yekalîkirina rewşa siyasî ya niha ya Herêma Kurdistanê ketiye ser milê Tevgera Goran û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK). Ji ber vê yekê, pirsyarek heq e ku em bipirsin gelo cihê partiy3en din di arenaya siyasî ya Herêma Kurdistanê de çi ye?
Ev gotar di heman demê de rexneyeke ji bo helwest û siyaseta hemû partiyên di navbera PDK û Goranê de ne û di Parlamentoya Kurdistanê de xwedan kûrsî ne.
Herwiha pêşniyareke nû ye bo wan aliyan ku li gor nêrîna min heta niha rola wan sifir e û hemû berpirsiyarî spartine Goran û PDKê.
Ev yek rastî ye ku li hemû welatan partiyên mezin rolên mezzin û berçav digrin serxwe. Lê li wan welatên ku sîstema pirpartiyî heye, gelek caran seng û giringiya partiyên biçûk ji yên mezin kêmtir nîne, lê bi şertekê ku bikarin rola xwe weke mûxalefet bibînin. Bi wê şertê ku bikarin nêrînên xwe biser partiyên mezin bisepîni, bi berpirsiyarî û ji bo berjewendiyên giştî siyasetê bikin.
Di nava partiyên siyasî yên Kurdistanê de PDKê û Goran senga hikûmranî û ya alîgirên girseyî dabeşkirine û partiyên din jî, ji aliyekê ve ji bo di pêgeha hikûmranî de têk neçin, li dijî PDKê helwest wernagrin û ji aliyê din ve jî ji bo derz nekeve nav alîgirên wan, gavên berojajiyê Goran navêjin.
Partiyên din tenê du helwestên PDK û Goranê rexne dikin. Yekê ji ber “tekbûnê” ya din jî ji ber “înad” rexne dikin. Bêyî ku ew bixwe xwedan bergehekê bin, bêyî ku hewlê wê yekê bidin ku nêrîna tekbûnê an jî ya înadê têkbibin.
Ewên ku daxwaza rêkeftinê ji PDKê û Goran dikin, ji bo piştî rêkeftinê ti gotinekê nakin! Wate wan hemû berpirsiyarî xistiye ser mile PKD û Goranê û xwe jî ji berpirsiyartiyê veşartiye.
Ev partî dikarin çi bikin?
Di dema borî de gelek caran hatiye gotin ku bila aliyekê bigrin, an yê PDKê yan jî yê Goran. Ez wisa nabêjim. Ji ber ku bersiva vê hilbijardekê hatiye dayîn. Partiyên din hênceta wê didin ku heger ew helwest ji bo aliyekê bigrin wê rewşa Herêma Kurdistanê nexweştir bibe.
Ji ber vê yekê nêrîna min ji wê cûdatir e. Partî dikarin alîgirê PDKê an jî Goran de nebin. Dikarin hizir li ser bijardeyek sêyem bikin ku ezê di vir de qala wê bikim.
Pêşniyara min ji bo wan partiyan ew e ku nêrîn û baweriya xwe ya cîbicî bikin û bibin xwedanê helwestekî siyasî û parlamenterî. Di heman demê de wê ev di qazanca PDKê de û ya Goranê de be û herwiha wê bibe qazanca gelê Kurdistanê.
Helwest bi vî awayî dikare bê dabeşkirin;
1- Helwesta ji bo çalakkirina parlamentoyê. Em hemû jî dizanin ev partî hê jî Yusif Mihemed weke Serokê Parlamentoyê yê rewa dibînin. Wate bila ev partî li gel Mihemed bicivin û kar bikin. Bi vê awayî bi pratîkî yekem pêngava ji bo çalakkirina parlamentoyê tê avêtin.
Ev civîn li kê derê dibe bila bibe, giring ne ew e ku ev e li gor yasayan e yan na. Jixwe geher rûniştina van partiyan li gel Tevgera Goran wê vê aliyê yasayî jî temam bike.
2- Helwesta ji bo pirsa serokatiya herêmê. Eşkere ye ku ev partî jî dibêjin ku Goran ji hedê xwe zêdetir li hember PDKê înadê dike û helwesta wê ya li hember hilbijartina serokatiya herêmê jî dûr e ji rastiyê ku ev jî dibe sedema alozbûna rewşê.
Wate, di vê mijarê de jî dikarin li gor berjewendiyên PDKê û bi daxwaziya Serokatiya Herêmê, bi nêrîn û baweriya xwe pêngavan biavêjin. Bi vî awayî mijara hilbijartina serokatiya herêmê jî yekalî bikin.
Di encamê de ev partî dikarin bi vê helwesta xwe du cemseriya înada Goran û tekbûna PDKê jî ji hole rabikin.
Jimareyên kursiyên parlamentoyê jî nîşan dide ku partiyên din ên derveyî PDK û Goranê dikarin vê yekê bikin. Yam aye jî hîkmet û cûrreta wan û hilgirtina piçek berpirsiyartiya pratîkî ye.
Partiyên din dikarin di mijara aktîfkirina parlamentoyê û mijara serokatiya herêmê de nêrîna xwe serbixin û van mijaran zelal bikin. Bila hingî serokatiya parlamentoyê yê Goran jî be.