Otobusa Xaltiya Rosa
Sal 1955. Li Amerîkayê welatiyên reşik yên xelkê Afrîqayê li her warê jiyanê, di bin guvaş û zordestiya aliyê çermspî û desthilata wan de ne. Li Montgomery, paytexta parêzgeha Alabama, di otobusên navbajêr de reşik di deriyê paşî re siwar dibûn û bes dikarîbûn li paşî rûniştana. Rûniştekên li pêşî ji wan re qedexe bû. Gava li pêşî, cih ji yên din re nemaba jî, ew neçar dibûn ku cihên xwe yên li paşî jî bidana mirovên sîs (çermspî!).
Rojek ji rojên meha Kanûnê bû dîsa. Çar welatîyên reşik di otobusê de li cihên xwe yên bo wan terxankirî rûniştibûn. Mirovên sîs aliyên pêşî dagirtin û hêdî hêdî ber bi paşî ve dipiçikîn.
Li pêşî cih nemabû. Şofêrê otobusê ji wan welatiyên reşik xwest ku ji cihê xwe rabin da ku yên sîs li şûna wan rûnên. Sê kes ji wan, di nav dudilî û dilsariyê de bi awirên tûj û neçar rabûn û cihê xwe dan. Lê jinekê qet xwe tev neda. Bixwe jî bi vê wêrekiya xwe heyrî mabû, lê piştî ku şofêrî careke dan bang lê kir û hişyarî dayê, wê ev helwesta xwe domand û bi ser de bersiv jî da:
-Tu çi dikî bike, lê ez ji cihê xwe ranabim!
Navê wê jina leheng Rosa Parks bû û bi vê helwesta xwe wê pehîneke xweş li çerxa nîjadperest û rezîl dida lê belkî hêj haya wê jî ji vê yekê tunebû. Lewra ev ne tiştekî plankirî û hesabkirî bû. Lê ji ber vê helwestê ew avêtin zindanê û zindankirina wê jî hişt ku parêzvanên mafên mirovan rabin ser piyan li hemberî neheqî û rehperestiyê. Dest bi boykota otobusan kirin.
Roja yekem a boykotê navekî din jî xwe da bihîstin ku piştre ew nav bû qehremanek. Martîn Luther Kîng ê 26 salî. Kîng beriya gotina xwe ya binavûdeng (Xewneke min heye!) êvara yekem a boykotê li dêra bajêr wiha bang li qelebalixê dikir:
Ji bo bidestxistina mafan, mafê protestokirinê serkeftina demokrasiya Amerîkayê ye. Luther Kîng di demeke kurt de bû pêşewayê boykota otobusan. Boykot salekê bi rê vê çû. Wê salê reşikan wesaîtên hevdû bikar anîn, peyatî jî çûn û hatin lê ti caran li otobusan siwar nebûn. Gelheya bajêr piranî ji wan bû; ji ber wê yekê şaredariyê zirareke mezin kir ji boykotê.
Dûv re Dadgeha Destûrî xwe li ber van bûyeran negirt û cezakirina Rosa Parksê neheq dît û yasaya nîjadperest a rêveberiya Montgomeryê jî betal kir. Bi vî awayî di otobusan de ew zilma li ser reşikan rabû. Çermreş û çermspî êdî bi hev re, wekî hev bi otobusan çûn û hatin. Di otobusa ewil de Rosa Parks jî rûniştibû.
Rosa Parks bi wê dijrabûna xwe bû qehreman di dilê bindest û azadîxwazan de û bû xençerek jî di yê serdest û regezperestan de. Wê jina nemir sala 1994an Li Swêdê Xelata Aştîyê girt. Sala 1996an li Amerîkayê Nişana Azadîyê girt ku ew nîşan bilindtirîn xelata sivîlan e. Sala 1999an jî Madalyaya Zêrîn ya Kongreyê ji destê Serok Bill Clintonî girt. Heman salê Kovara Time ew, parêzvana mafê mirovan a sedsala 20î hilbijart…
Bila bibe bibîranînekê, di salvegera wê serhildana dîrokî de; ku îro jî li çar aliyên Amerîkayê dijrabûneke bi wî rengî heye.