Ti kes nikare bibêje ku şerekî ҫekdarî ji bo serxwebûn û azadiya milletan şerekî ne rewa û ne di cih de ye. Dema ku deriyên ҫareseriyê werin girtin, dema ku înkara hebûna milletekî bibe siyaseta dewletekê û deriyên diyalogê girtî bimînin, rakirina ҫekan jî dibe rêya tekane.
Lê hin armanc hene, mirov nikare bi rêyên xwîn û ҫekdariyê tenê xwe bigihîne wan, mirov ji bo pêkanîna wan armancan hewceyî aqil û mejî ye, hewceyî bikaranîna mentiqekî zanistî ye, hewceyî alavên nûjen e û “ҫekên” fikrî ye.
Me Kurdan jî têra xwe ji bo mafên xwe, ji bo îsbata hebûna xwe, ji bo rizgarkirina welatê xwe û azadkirina xwe gellek xwîn rijandiye, gellek qurbanî û bedel dane, her ҫiqasî em ne gihiştibin armancên xwe hemûyan jî, lê me hebûna xwe parastiye.
Boneya van peyvên min yên li jor ew e ku min fîlmek li ser Bedî`uzzeman Seîdê Nûrsî temaşe kir, fîlmekî ku nêzîkî du seet û nîvan dirêj bû. Min bi baldarî temaşe kir. Bêtir ji ҫîroka fîlm, min bala xwe da peyvên tê de û niyetên veşartî yên di paş peyvan de.
Li gor ku ez têgihiştim, fîlm bi ҫavên Tirkan hatiye kişandin. Ew Seîd Nûrsiyekî li gor xwe, li gor qalibê xwe yê ku berê amade kirine pêşkêşî mirovan dikin. Tiştê ku zêde bala min kişand ew dîmen bû ku tê de şandek ji hêla Şêx Seîdê Pîran ve têne serdana Seîdê Nûrsî û nameyekê ji ba şêx didin dest ku doza tevlîbûna îsyanê lê tê kirin, lê ew vê yekê red dike û serhildanê wek xebateke li dijî şerîetê bi nav dike û dibêje: "Bu milleti türkdan idare ediyor, bundan böylede türkler idare edecek"!!!! Yanî : “Ev millet ji hêla Tirkan ve tê birêvebirin, ji niha û pê ve jî wê Tirk wî îdare bikin”.
Di rûpela xwe ya facebookê de min ev peyv raxiste ber destê her kesî û pirsî: Gelo ev di nivîsên Bedî`uzzeman de heye, yan Tirkan ji xwe re ev peyva bê wate û ne mentiqî danîne ser zimanê wî!
Li gor niqaşa di facebookê de, ewî tiştekî bi vê wateyê qet negotiye, jixwe ez jî bi wê baweriyê bûm, ji ber ku qet bêhna mentiqê Nûrsî ji wê peyvê nayê.
De ka gelo em dikarin li himber van îddiayan ҫi bikin? Li himber vê yekê bikaranîna eynî ҫekê divê, anku fîlmekî ku Kurd bi xwe derhêneriya wî bikin û vê kesayetiya xwe ji perspektîva xwe ve lê binêrin, aliyên wî yên kurdperwer yê rasteqîn bidin pêş.
Û bi vî awayî di hemû warên din de. Em nikarin bi tivingê tenê her tiştî qezenc bikin. Cihê ku qelem pêwist be, tiving ne hewce ye, cihê ku fîlm û şano pêwist bin, qadên şer ne hewce ne, û cihê ku divê hibir lê birije, ne hewce ye xwîna keҫ û xortan lê birije.
Şerê hebûna milletan şerekî pirralî ye, loma jî ku mirov giraniyê tenê bide aliyekî, wê zû bi zû negihijê armancên xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse