Ji Rûpelên Kobanî … Shahînê Bekirê Soreklî

Nivîskar û medyakarê kurd yê naskirî, Shahînê Bekirê Soreklî, di sala 1946an de li gundê Mezrê yê li rojavayê Kobanî ji dayik bû, Bavê wî, Mihemed Elî Soreklî, ji kurdên Zaza yên herêma Siwêregê ye û di salên 1920an, yan 30an de derbas herêma binê xetê bûye û li Kobanî bi cîh bûye. Diya wî, Nayla Bozanê E’brûş, Kurmanc bû û ji êla Zînikliyan bû, ku bi pirranî li gundê Mezreyê cîhwar bûn. Shahîn xwendina xwe ya destpêkê li mekteba Zer li bajarê Kobanî bi dawî aniye, û dû re çûye li bajarê Helebê xwendina xwe ya navend, li dibistanên Kewakibî û Benî Hemdan bi dawî kiriye.

Piştî bidestxistina bawernameya “Bekaloriya” ya Sûriyê di sala 1965an de, dawiya meha 10an ji wê salê bi temenê 19 salî bi mebesta xwendina bilind gihîştibû Viyenna (Nemsa). Dû re, dema li Zanîngeh Mûnîxê (München) xwendekar bû, ji ber sedemên aborî biryara çûna Australya girtibû û dawiya meha 10an ji sal 1968an bi alîkariya hikûmeta Australî gihîştibû Sydney. Wê demê texmîn dikir ku ewê li dû karkirina salekê yan du salan, dîsa vegere Almanya, lê jiyan bi xwe rêya xwe dibijêre, û destpêk ne hêsan bû, lê sal li dû salê rewşa wî baştir bû.

Di meha Yekemîn ya sala 1971ê de, ew li Australya zewicî û di sala 1972an de, dîsa tev jina xwe Robyn, vegeriyabû Almanya, ew jî bi mebesta domandina xwendina xwe ya bilind, lê piştî mayîna derdora 9 mehan li Berlînê, wî careke din biryara vegera li Australiya dabû, ji ber hinek sedeman, û yek ji wan sedeman ew bû, ku jiyana li Almanya ne bi dilê Robynê bû, bi taybetî, ji ber sermaya zivitanê, lê sedema herî girîng ew bû, ku Shahîn êdî hevwelatîyê Australiya bû û gihiştibû wê bawerîyê, ku ji bo kesên dest ji welatên xwe berdidin, welatekî weke Australiya, cihê herî baş bû.

Destpêka 1974an, Shahînê Soreklî li xwendina xwe ya bilind vegeriya, û dawiya sala 1977an li zanîngeheke Sydney (Macquarie University) xwendina xwe ya bilind bidawî hanî (Bachelor of Arts, Diploma of Education). Ji destpêka sala 1978an ve wî wek mamosteyê zimanê Almanî li dibistaneke herêmeke rojavayê Sydney (Casula High Schoool) dest bi kar kir. Ew 26 salan li gel wezareta perwerdeyê (herêma NSW/Sydney) di kar de ma, wek mamoste, şêwirmend, perwerdekar û li dawiyê wek mamûr û serpereşt, ta ku dawiya sal 2004an derket xanenişînîyê, teqawîtê, û hêjayî gotinê ye ku li Australya Shahînê Soreklî bi navê “Chahin Baker” tê nasîn.

Ji bilî karê xwe yê serek, Shahînê Soreklî di xwendegehên êvaran û dawiya Hefteyan de jî kar kiribû, dersên Înglizî, Almanî û E’rebî didan xwendekaran. Roleke wî ya berbiçav hebûye, û demekê di warê pirrçandiyê û fêrkirina zimanên komên etnîk de li herêma NSW kar kiriye.

Sal 1979an wî û hin Kurdên din yekemîn komeleya kurdî li Australya damezrandibûn, û ew derdora 6 salan wek serokê/sekreterê wê komeleyê mabû.

Shahînê Soreklî di sala 1982an de li Sydney dest bi karê ragihandinê kiribû, û li Dezgeheke Radyo (2SER FM) bernameyeke Heftane ya bi zimanên kurdî û Inglizî pêşkêş dikir, ku nêzikî 2 salan dirêj kiribû. Dû re, di sala 1984an de, dest bi amadekirin û pêşkêşkirina bernameya kurdî di Radio 2EA de kiribû, ku dû re nav bû SBS RADIO. Ji wê salê ta nîvê sala 2015an, 31 salan, wek berpirs û rêvebirê bernameyê mabû.

Bi sedan nivîsên Shahînê Soreklî bi zimanên kurdî û înglîzî, herweha gotarine bi E’rebî û Almanî, di rojname, kovar û malperan de hatine weşandin.

Hinek ji berhemên Shahînê Bekirê Soreklî yên weke pirtûk hatine weşandin, evin:

- Kurd, Cîhan, Jîyan: 252 Gotarên bi mijarên ji dîroka me ya nûjen û rûdanên li Rojhilatê Navîn û cîhanê 1990-2020. Weşanên Pîrê, Viyena, 10/2021

- 55 Çîrokên 38 Salan: Kurteçîrok, Weşanxaneya Ava, Hewlêr/Kobanî: 2020

- HELBESTÊN JI DIL: Helbest, Weşanxaneya Şemal, Stenbol, 2019.

- NAMEYEK JI BAVÊ MIN RE - Pexşan û kurteçîrok (128 rûpel (sad) DO, Stenbol, 2009.

- VEGER - Roman: Çapa 3yemîn: SerSera, Berlîn, 2019; Çapa 2yemîn: Na, Izmîr, 2014. Çapa 1emîn: Yeketiya Nivîskarên Kurd, Duhok, 2006.

- WENDABÛN - Roman: Çapa 3yemîn: SerSera, Berlîn, 2019. Çapa 2yemîn: Na, Izmîr, 2014.  Çapa 1emîn: Enstîtuya Kurdî ya Bonn û Verlag für Kultur und Wissenscahft, Bonn, 1987.

- ÇÎROKÊN HEJDEH SALAN - Komeke ji kurteçîrokan (296 rûpel - sad) DOZ, Stenbol, 2005.

- PISÎK JÎ XEWNAN DIBÎNIN - Komeke ji kurteçîrokan (127 rûpel - sad) LÎS, Diyarbekir, 2004.

- NAMÛSA ÊMO - Komeke ji çîrokan (112 rûpel - sad) Haykurd, Stockholm,1994.

- Hinek ji çîrokan dikarin wek kurteroman bihên binavkirin, wek Namûsa Êmo, Azadbûna Mehmet Karataş û hinekên din.

- ŞEREFA WENDABÛYÎ YA KATHARINA BLUM - Romana nivîskarê almanî yê navdar Heinriç Böll (139 rûpel) - Wergerandina ji almanî bo kurdî: ŞBS - NÛDEM, Stockholm, 1997.

- JANA HEFT SALAN - Helbest (155 rûpel - sad) Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Brûksel, 1990.

- Nivîsandina destana Dewrêşê Evdî, wekî ku Baqî Xido gotibû, edîtekirina naverok û tomarkirina berhemê bi dengê xwe li ser DVD: SBS, Sydney, 2004.

- Dû re derxistina destanê wek pirtûk: Çapa 1em: SerSera, Berlîn, 2019. Çapa 2yem: Weşanxaneya Şemal, Stenbol, 2019.

Xizmeta Shahînê Soreklî ji bo Kurmancî hîn jî ranewestiya ye, wî bi sedan rûpel ji bo pêşxistina Kurmancî û rêziman li ser Facebookê weşandine, û ked, xebat û xizmeta wî ji bo ziman û çanda kurdî, û pêvajoya wî ya dayîn û berhemanînê hîn jî berdewame.

Hewlêr: 12-02-2022

Rêzenivîsên Imer Kalo “Ji Rûpelên Kobanî”:

1-Osmanê Şêx Xidir

2-Hemedê Dûman

3-Mişoyê Bekabûrê Berazî

4- Baqî Xido

5-Cimoyê El Hemik