Di mijara destûrê de, eger dijwariyek bikeve ser rêya komîteya amadekirina projeya destûrê yan serkirdatiya siyasî, bêguman babeta hilbijartina serok ji hêla gel an parlamentoyê ye. Hemû alî qenc dizanin ku aliyekî hizbî û siyasî yê vê girêka kor heye. Aliyê yasayî hîç e!.
Eger mesele tirsa li ser demokrasiyê be, hilbijartina serok ji hêla milet ji hilbijartina wî li parlamentoyê rast û diristir e. Çimkî ne şert e hemû welatiyên herêmê dengê xwe bidin parlamentoyê.
Lê hejmareke zêde, nexasim endamên partiyên ku nikarin bigihin parlamentoyê, dibe ku dengê xwe bidin serokê herêmê. Belgeya vê yekê hilbijartina sala 2009 e.
Girêdana mijarê bi pirrbûna desthilatên serokê herêmê, ne girêdayî şêwaza hilbijartina serok e. Lê ev mijareke din e û dikare di çarçoveya projeya destûrê de bê çareserkirin û lihevkirin li ser bê kirin.
Tevî ku ev babet rastî du wênekirinên nakok jî hatiye, lê tenê xalên girêdayî şêwaza hilbijartin û desthilatên serokê herêmê heta astekê cudahiyên sereke ne. Heke na, bi giştî hemû alî dixwazin destûrek bê nivîsandin û daxwazên hemû aliyan tê de cî bigirin û bîr û baweriyên hemû pêkhateyên cuda li ber çav bên girtin.
Pirsgirêk ne zêde kûr e. Lê bi rik û kîna siyasî û hevrikiyên hizbî ku bi sala ye di hinavê civaka Kurdistanê de hene, hatiye barkirin! Eşkere ye ku her aliyek bi armancekê mijarê tev dide. Armanceke hevbeş nîne.
Hin alî bi armanca destkeftên siyasî vê mijarê gurr dikin. Hinek jî dixwazin ji alîgirên xwe re bêjin nêrîna me cuda ye û em bi PDKê re lihev nakin û em pirr jê dûr in.
Mixabin tiştên ku heta niha derbarê vê mijarê tê gotin ne kûr e û şîroveyên dûrî rastiyê ne. Hemû sêra devê hevdu dikin û gotinên hevdu dicûn! Ji sedî sed ev tê wateya ku nerînên hizbî û alîgir li ser hemû bîr û baweriyan serdest in.
Herwiha tê wateya ku hêz û aliyên siyasî wek pêwist li dîtina xalên ji hev nêzîkbûnê nagerin. Eger lojîka eql di yekalîkirina vê girêkê de bi rolekê ranebe, li şûna çareserkirina pirsgirêkê, dê pirsgirêk mezintir bibe. Hemû alî jî ziyandar dibin.
Gelo kêşe û kêmasiyên îro yên Herêma Kurdistanê girêdayî mayîna Barzanî ne? Bila em bêjin dê Barzanî dev ji kursiyê xwe berde, gelo di rewşeke wiha de dê çi biguhere? Bi baweriya min, wê çaxê emê pirr bi zelalî û ji berê bêhtir pêwistiya Barzanî di vê qonaxê de fam bikin.
Niha pirsa alternatîvê Barzanî tê kirin. Çewt e em astengiyê di nebûna alternatîvekî de kurt bikin. Belê alternatîvê Barzanî heye. Lê kêşe ne hebûn an nebûna alternatîvê Barzanî ye. Belê kêşe hebûna alternatîvekî qebûlkirîtir e.
Di rewşeke hestiyar wek niha de, alternatîvekî minasibtir peyda dibe gelo? Eger em bi wijdan û lojîkî li bersivekê bigerin, bêguman em tenê dikarin bersiva "na" bidest bixin.
Xeletî ye eger em xwe ji bandor û pêgeha bihêz a Mesûd Barzanî li ser asta navçê û cîhanê xafil bikin. Li ser asta Kurdistanê jî, li wê gorê ku ji sedî 70 ji dengê gelê Kurdistanê bidest xistiye, nola serkirdê kurd yê herî qebûlkirî diyar dibe.
Barzanî tevî vê hemû piştgiriya milet, ewqas pirsiyar û gengeşe bi dû xwe de anîn. Gelo ji bo kesekî din ku nikare nîvê piştgirî û hezkirina Barzanî bidest bixe, dê rewş çawa be?.
Divê em ji bîr nekin ku di dema niha de xema Kurdistanê ne tenê meseleya destûrê û yekalîkirina mijara serokê herêmê ye. Lê hin kêşe û astengiyên din jî hene, nexasim şerê DAIŞê û krîza aborî ku derbaskirina wan ne hêsan e.
Em li navçeyekê dijîn ku şer li pey şer û krîz li pey krîzê lê diqewimin. Herêma Kurdistanê di navenda hevrikiyên çend dewletan de ye ku dîrokeke wan a reş heye, teror û şerên olî û mezhebî li wan heye. Ez bawer nakim ku bidawîhatina şerê DAIŞê jî, bê wateya nemana metirsiyan li ser Kurdistanê.
Nabe em xwe bi welatekî xwedî nasname û serwerî re berawird bikin. Heta beriya şerê DAIŞê jî, hejmareke zêde ya welatiyan di wê baweriyê de bûn ku kurd gihiştine lûtkeya xwe û ti metirsiyeke derveyî li ser paşeroja Herêma Kurdistanê nemaye. Elîta rewşenbîrî û bereya opozisyonê ji kesên din bêhtir, piştevaniya vê bîr û baweriyê dikirin!.
Lê şerê DAIŞê ev raman pûç kir û li zengilê hişyarkirinê da û em ji xemsarî û xewa giran hişyar kirin.
Kurd bêyî ku xwediyê xwe û nasnameya xwe bin û hefsarê wan di destê wan de be, bawer dikirin ku hemû armancên xwe bidest xistine. Heta niha jî gellek kes hîn li ser van bîr û baweriyan in. Lê pêşbînîkirina rewşeke bê metirsî ne tenê dijwar e, lê rewrewk û leylan e jî!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse