Ehmed Şer di navbera du lûtkeyan de

Şîrwan Şemêranî

Tiştê ku dihat payîn ew bû ku Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer beşdarî Lûtkeya Erebî li Bexdayê bibe lê ji ber sedemên dîrokî û bertekên derûnî yên Şîeyan, biryar da ku li Lûtkeya Komkara Erebî amade nebe.

Wezîrê Karên Derve Eshed Şeybanî dê nûneratiya wî bike. Her çend Şeybanî jî cihê rik û kîna Şîeyên desthilatdar e lê nagihîje asta hêrsa ku li hemberî Şer diyar dikin.

Li milê din, ya ku ne dihat payîn ew bû ku gihîştina Şer bi lûtkeyeke din bû, girîngiya wê bi ya lûtkeya Komkara Ereban re nayê qiyaskirin, ew jî silavkirin û civîna wî ye ligel serokê hêza mezin a cîhanê Donald Trump.

Bê guman bi her pîvana be Trump ji hemû serokên li Bexdayê amadebûyî ji bo Şer û welatê Sûriyeyê li pêştir û giringtir e. Şer dixwest bi rêya Bexdayê wê zexta navdewletî ya ku wek mîras ji Beşar Esed ji wî re maye rake, lê bi çend saetan û bê ku minetê rake û hawar û qêrîna Bexdayiyan bibihîse gihîşt merema xwe.

Di wê demê de jî lûtkeya Bexdayê ji bilî amadebûneke protokolî ti girîngiyeke wisa ji bo Sûriyeyê namîne. Bi wateyeke din, di vê rawestgehê de pêwîstiya Şer bi Bexdayê nema, ji bo Şer lûtke ne li Bexdaya paytexta Îraqê lê belê li "Riyaz"a paytexta Şahnişîna Siûdî ye.

Ev jî windahiyeke din a siyasî û dîplomasî ya partiyên fermandar ên Îraqê ye. Şer li gel dîtina serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê daxwaza rakirina cezayên ser Sûriyeyê jî bi cih anî. Lewra: Bi xatirê te Bexda, bay-bay!

Rakirina cezayan tê çi wateyê?

Piştgirî û alîkariya Amerîkayê ji bo Sûriyeke nû bi serokatiya Şer e û li gel pêşwazîkirina wî li Parîsê tê wateya ku civaka navdewletî ber bi qebûlkirina desthilata niha ya Sûriyeyê ve diçe yan jî dixwazin şansekê bidinê lê di bin çavdêriyê de.

Qayîlbûna Trump bi rakirina cezayên li ser Sûriyeyê û ji wê zêdetir jî dîtina Ehmed Şer, di encama gotûbêj û daxwaza Erdogan û Bin Selman de bû lê belê siruşta Trump bêyî beramberên madî ti helwesta bi vî rengî nagire, ji ber vê yekê ragihandina helwesta nû ya Washingtonê li Sûriyeyê piştî îmzekirina veberhênana 600 milyar dolarî ya Siûdiyan li Amerîkayê ye, bi wateyeke din Trump berî her tiştî berîka xwe tijî kir.

Lê gelo ev hemû daxwazên Amerîkayê ne? Bê guman na, a ku Sûriyeyê ji Amerîkayê xwest bi dest xist, niha dem hatiye ku Şer nexşeya dîtin û siyaseta xwe eşkere bike, Washingtonê ji paşeroja Sûriyeyê dilrehet bike, di heman demê de gavên bicihanîna daxwaz û xwestekên Amerîkayê jî zelal bike, lê bi vî awayî hevkêşe berevajî bû, di mehên borî de bername wer bû ku bi şert cezayên li ser Sûriyeyê gav bi gav bên rakirin, lê niha biryara rakirina cezayan hatiye dayîn paşê daxwaza bicihanîna şertan ji Şer tê kirin.

Ereb naxwazin şaşiya ku bi Îraqa piştî rejîma Beesê re kirin, bi Sûriyeya piştî rejîma Beasê re ducare bikin. Wê demê di sala 2003an de siyaseteke nelich û paşguhker bi Îraqê re dan meşandin, ew bi xwe jî ziyandîtiyên yekem ên encaman bûn.

Îraq ji bo Îranê hiştin. Ji ber vê yekê jî zêdetirî 17 salan ax û gelê Îraqê bi agirê kiryarên terorîstî şewitîn. Niha wekî ezmûn dixwazin Sûriyeyê ji wê derdeseriya Îraqê biparêzin, paşê bi temamî ji destê Îraniyan rizgar bikin. Herwiha hevsengiyekê li gel hegemonyaya Tirkiyeyê jî çêbikin. Eger Îraq çûbe ji bo Îranê bila Sûriye nekeve tûrikê Tirkan.

Di heman demê de ezmûna Îraqê bi zelalî li pêş çavên her kesî ye, ji bo her kesî eşkere ye ku alozî li Sûriyeyê bi dewleteke bêhêz tê wateya teqandina Rojhilata Navîn bi giştî, herêm bi xwe jî ji ber şer dinale, lewma aramiya Sûriyeyê karê pêşîn ê her kesî ye.

Her kes berpirsyariya xwe di parastina nifşên nû yên Sûriyeyê ji ketina nav tundrewiyê de hîs dike, hejarî û xizanî jî faktoreke herî sereke ya hilweşîna rewşa ewlehiya welatan e. Komên tundrew ciwanên hejar ji bo encamdana kiryarên tundûtûjiyê bikar tînin.

Lê Îsraîl?

Hinek lêkolerên Amerîkî daxwaza têkiliyên di navbera Sûriye û Îsraîlê de dikin lê dûr ji lêkolîna peyayên derveyî desthilatê, li ser erdê ketwar hatiye afirandin. Niha artêşa Îsraîlê beşeke mezin ji axa Sûriyeyê dagir kiriye, berdewam baregehên leşkerî û dezgehên hestyar ên Sûriyeyê bombebaran dike.

Îsraîl bi van kiryaran dixwaze bibe yek ji wan faktorên ku paşeroja Sûriyeyê diyar dikin ligel Tirkiye û Amerîkiyan, zexteke wisa li Şer bike ku neçarî danûstandinê bibe. Tê texmînkirin ku armanca wê pêk hatiye jî. Li Parîsê di kongreya xwe ya rojnamevanî de ligel Emmanuel Macron, Şer got: "Dan û standinên me yên nerasterast li gel Îsraîlê hene."

Ev daxuyanî yan ji sadebûna zêde û bêtecrubeyiyê yan jî ji zelaliya herî beloq di siyasetkirinê de hat. Her kîjan be jî daxwaziyeke Îsraîl û Amerîkiyan di têkiliyên di navbera Şam û Tel Evîvê de pêk hat.

Bi wî awayî jî serokê demkî yê Sûriyeyê Amerîkî ber bi xwe ve anîn û siyaseta Amerîkiyan a derbarê xwe û hikûmeta xwe de nerm kir. Artêşa Îsraîlê jî heta demeke nediyar di nav axa Sûriyeyê de dimîne, ango hestyartirîn merca li ber Şer gavên wê hatine avêtin. Tê pêşbînîkirin ku Şer ji wê zêdetir ne xwedî şiyan be.

Bi tevahî, ev guhertin dê alîkariyeke baş ji bo rejîma nû ya Sûriyeyê be. Bi kêmanî ji bo demekê gelê Sûriyeyê yê belengaz dê bêhna xwe vede û deriyekî mezin li aborî û pêşveçûnê vebe. Her wiha dê destê Şer jî di pratîzekirina plan û projeyên xwe de vekirî be.

Kurd?

Derbarê Kurdan di vê vebûna navdewletî ya li ser desthilata Sûriyeyê de du xal dikarin bên gotin. Ya yekem: Siyaseta Herêma Kurdistanê, berevajî Bexdayê, li hemberî Sûriyeya piştî Esed rast û durist bû.

Ya duyem: Ji bo Rojavayê Kurdistanê tê xwestin ku zanibin guherîn li benda wan namînin. Ne bi wê wateyê ku di çend mehên borî de wan karekî xirab kir lê bi wê wateyê ku têkiliyên navneteweyî ji qebareya Kurdan mezintir û tûjtir diçin.

Lewma divê Kurd pêgeh û rêza xwe ya ku li cem welatan heye, vala xerc nekin û berî neman û derbasbûnê, di berjewendiya xwe de bi kar bînin. Ev yek tê gotin, ji ber ku aramiya navxweyî ya Sûriyeyê û têkiliya di navbera pêkhateyên cuda de, yek ji wan pîvanan e ku notên serkeftin û têkçûna desthilata Şerî tên pîvan.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)