Zimanê Kurdî û Elfabeya Latînî ya Pêşîn

Ji xwe berî dema Islamê çi nivîsên kurdî negihiştine me û em nizanin ka hebûn an na! Lê di serdemên islamî de Kurdan bi zimanê kurdî û tîpên erebî [1] dinivîsîn.

Bi demê re û bi pêşketina zanyarîyên zimanî hin alozîyên wî şêwazê nivîsînê derketin holê. Di serê wan alozîyan de kêşeya bilêvkirin û rastnivîsa hinek peyvan e. Ji ber ku di zimanê kurdî de hin deng  hene, wek dengên (g, j, ç, p, v) beramberî wan di elfabeya erebî de nînin. Ev jî arîşeyeke denganî û watedarî bi hev re peyda dike.

Mamostayê zanyar Tewfîq Wehbî (1891-1984) bi zêdekirina çend tîpên guncaw li elfabeya erebî, wek: (G-گ, j-ژ, ç-چ, p-پ, v-ڤ) û li şûna (u,e) jî nîşandekên (  ۥ  ,   ) dînan.

Bi vê zêdekirinê hemû dengên zimanê kurdî di elfabeya erebî de sergihayî dibin û heta nuha jî ew elfabe li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê xebitandin!

Kurdologê rûs Biyûter Lêrx (1828-1884) di pêvajoya lêkolînên xwe de gihiştiye wê bawerîyê ku elfabeya erebî bo zimanê kurdî ne guncaw e. Ya durist ew e ku elfabeyeke kurdî ji tîpên latînî bê amadekirin. Lêrx ew bawerîya xwe kir pêşniyazek û pêşkêşî berpirsên pêwendîdar kir. Lê hikûmeta qeyserî ew pêşnîyaz paşguh kir, ji ber ku ew giringî nedida Kurdên nav xwe.

Di wê demê de xwendin li gundên Kurdan bi zimanê rûsî bû.

Sala 1920ê biryara xwendina bi zimanê kurdî derket û zanyarê ermenî Agob Xazeryan (Lazo) alfabeyeke kurdî ji tîpên ermenî amade kir.

Xwendinê li dibistanên kurdî bi tîpên ermenî û zimanê kurdî heta sala 1929ê dewam kir.

Erebê Şemo (1891-1984) sala 1924ê ji peymangeha Rojhilatnasînê (Lazêrêf), li Moskoyê bi pileyên bilind derçû. Paşî vegeriya Yerîvanê, ket qada xebatê nav gelê xwe yê paşketî,  pêşengîya çalakîyên wî yên civakî kir.

Gelek rexne ji hêla mamostayên dibistanan li elfabeya kurdî ya bi tîpên ermenî dibûn û hin gotarên rexnegirî di derbarê kêmasîyên wê de di rojnameya "Elenda Rojhilatê" de dihatin belavkirin. Erebê Şemo bixwe jî ew elfabe rexne dikir û (2-3) gotar li ser kêmasîyên wê di heman rojname de nivîsîn. Kêmasîya herî aloz ew bû ku hinek deng di zimanê kurdî de  hene beranberî wan di elfabeya ermenî de nînin û berevajî wê jî hinek denge di ermenî de hene lê di kurdî de nînin. Evê jî gelek pirsgirêkên xwendin û nivîsînê bi mamosta û xwendekaran re peyda dikirin.

Elfabeya Latînî:

Elfabeya kurdî ya herî pêşîn ku bûye bingeha xwendin û nivîsîna zimanê kurdî li komarên Sovyêta berê elfabeya Erebê Şemo bû (wekî ku Cewdet Huşyar di lêkolînên xwe de dibêje.

Erebê Şemo bixwe çîroka xwe û vê elfabeyê dibêje: Rojekê ji rojên buhara 1925ê vexwendinek bo hevdîtina wezîrê perwerdeyê li Yerîvanê ji min re hat. Di dema soza destnîşankirî de ez derbasî bal wezîr Muravyan bûm. Bi germî pêşwazîya min kir. Piştî kêlîyeke bêdeng Moravyan li min nêrî û got: Ew gotarên ku te li ser elfabeya ermenî nivîsîbûn min ew xwendin. Te di wan de gotibû tîpên elfabeyê ne guncaw in bo zimanê kurdî!

  • Ma tu ne wisan dibînî!?
  • Belê, wekî te gotiye! Ma tu çi dibêjî?
  • Jixwe bo vê kêşeyê min şandiye pey te!
  • Ez tê negihiştim tu çi dibêjî!
  • Heval Şemo! Ji nav hemû Kurdên Sovyêtê te tenê belgenameyeke bilind ji peymangeha “Lazêrêf“ wergirtiye. Tu tenê jî dikare elfebeyeke kurdî ji tîpên latînî saz bikî! Dive tu bikî!!
  • Lê ez endamê komîta navendî ya partîya komonista ermenî me û bêyî komîtê ez nikarim tiştekî wisan bikim!
  • Ev pêşinyaza komîtê ye, ne ya min e!

    Tu dizanî ku pêşnîyazên komîtê ferman in, ne pêşnîyaz in! Vêca tu zanî!

  • Baş e! Ez rabûm û çûm bêyî ku ez bibêjim, erê yan na..!

    Min hemû pêdivîyên amadekirina elfabeyê berdest kirin û min dest bi lêkolînên li ser fonetîka zimanê kurdî û dengê tîpên latînî kir.

    Erebê Şemo pê de diçe û dibêje: Piştî ku min elfabeya xwe sergihayî (temam) kir, min berê xwe da nivîsgeha wezîr Muraviyan.

    Rojekê ji rojên buhara 1927ê ez derbasî cem wezîr bûm û min elfabe li ber wî dîna û got:

  • Va min elfabe amade kir!

    Muraviyan li destnivîsê nêrî û çend rûpel jê xwendin û çend pirs jî kirin û got: Divê kurdolojîyê zanyar Orbîlî (1887-1961) wê erê bike. Bo vê yekê Ez ê nameyekê bo wî binivîsim, bi xwe re bibe û here!

    Min berê xwe da Lînîngiradê. Êvarê ez gihiştim mala Orbîlî. Li ber derî min name dayê, xwend û bi kurmancî got:

  • Ser çava! Min xwest ez biçim mêvanxaneyê (otêlê), lê bi zorê, ez derbasî malê kirim. Ez (10) rojan mêvanê wî mam. Elfabe bi hûrbînî dixwend û pirsên xwe jî berdewam ji min dikirin. Dawî Orbîlî elfabe erê kir û nameyek bo Muraviyan nivîsî. Min xatir ji Orbîlî xwest û ez ketim rê. Derengê şevê ez gihiştim Yerîvanê û yekser ez çûm mala wezîr Muraviyan. Min name dayê, xwend. Li min nêrî û got:
  • Pîroz be! Nuha hûn Kurd jî bûn xwedî elfabeyeke guncaw. Bawer bike, eger temenê elfabeya me Ermenîyan ne 1500 sal bûya me yê jî elfabeyeke latînî bo zimanê xwe saz bikira..!

    Vedeng û karvedanên elfabeyê:

  • Wezareta Ermînya elfabe bi hezaran dane (nusxe) çap kir û li komarên kurdnişîn (Ermînya, Corciya û Azerbêcan) belav kir.
  • Erebê Şemo romana xwe ya pêşîn: (Şivanê Kurmancan) û rojnameya (Riya Taze) pê çap kirin.
  • Dr. Kamîran Bedirxan elfabeya Erebê Şemo weku pêngaveke pîroz nirxand û di çend gotaran de pesnê wê da.
  • Seyda Tewfîq Wehbî ew pîroz kir û piştgirîya xwe bo xebitandina wê diyar kir. Hêvîya wî jî ew bûku rojekê elfabeya latînî bo zimanê kurdî li tevaya Kurdistanê bê xebitandin. Bo wê hêvîyê jî sala 1930ê çû bajarê Şamê da ku Celadet Bedirxan bibîne û pê re rêkeftinekê bo amadekirina elfabeyeke latînî gotebêj bike.

Mamoste Tewfîq Wehbî bihîstibû ku Celadet elfabeyekê amade dike. Wî bixwe jî elfabeyek amade kiribû. Lewra hatibû Şamê da ku her dû bi hev re elfabeyekê ji her dû elfabeyan hilbijêrin. Her dû zanyaran ew piroje erê kir. Lê Tewfîq Wehbî vegeriya Îraqê da ku hin kêmasîyên elfabeya xwe sergihayî bike. Lê ji ber hin kêşeyan mamoste Wehbî çû û careke dî li Celadet venegeriya![2]  

Li pey tê…

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

 

 

 

 

 



[1]   Hin kes li şûna tîpên erebî dibêjin tîpên aramî. Bi dîtina min tîpên erebî û yên aramî ji hev cuda ne. Ya rast ku em bibêjin tîpên erebî.

2 Hawar- hejmara 10 (bi tîpên erebî)- sala 1932ê.