Bîranîna mamoste ji bo destê Selam

Wê dema ku ligel Selam Se'dî û buhuştî mamoste Ebdula Qirgeyî, em bihevre diçûne wexerekê, min tiştek nedigot. Her ez bi ajotina otombîlê mijûl dibûm û min guhdarî dikir, yan pirr kêm diaxifîm, çiku serpêhatiya wan a pirr balkêş a jiyan, zindan û gera pirr dewlemend di nav pirtûkan de hebû. Zanyariya nav serpêhatî û gera wan ez dikirim mestê zanyariyên bi sûd. Herdu bo min du kesên pirr hêja bûn di nav kar de, çiku pirr bi pakî û dilsozî kar dikirin. Herwiha bakgrawenda wan a rewşenbîrî û tevlêbûna wan bi xwendin û pirtûkan re kir ku berdewam xoşewîstiya wan li cem min bêhtir bibe.

Xweda mamoste Ebdula bire cem xwe û ez û Selam Se'dî ji 07.07.2012ê ve bê mamoste Ebdula mane. Bi hev re ligel çend hevkarên din me Rûdaw damezrandibû. Pirr nexweş bû ku piştî mezinbûna Rûdawê, mirinê mamosteyê wê jê cuda kir, çiku ew stûneke pirr xurt bû ji Rûdawê re. Lê nexweşiyên wî û xizmetguzariya xirab a tendirustî, mirina ne di dema xwe de jê re anîn.

Îro dixwazim malavayiyê li xwendevanên rojnameya Rûdawê bikim, wek sernivîser. Vê bîranîna mamoste Ebdula jî didime destê kak Selam Se'dî. Lê wek hevkarekî vê rojnameyê her berdewam dibim. Herwiha hez dikim ku ji niha û pêve ne sernivîser bim. Sernivîserê nû yê Rûdawê rê bide min li gor derfetê ku tê de binivîsim.

Nivîsandina sernivîs, li welatê me pirr caran xirab bi ser rojnameyê de şikestiye, çiku ev bîrbirin şaş pêk hatiye ku serbixweyîya sernivîser di wê yekê de ye ku ti analîza wî nebe. Ji ber vê jî demekê min û hevkarê xwe sergotara Rûdawê dinivîsand, lê pişt re me ev jî nehişt. Niha ku ez ji karê sernivîseriyê dûr dikevim û bi tevayî dikevim  nav karê rêvebirina tora medyayî ya Rûdawê, dizanim ku rojnameya Rûdawê dikeve destekî dilsoz û zîrek de. Ev rojname zengilekî din ê nûbûnê bi xwe ve dibîne.   Hêvîdar im ku ev di hejmarên bê de bi tevayî derkeve. Bi dilsozî nîşandana berdewam a kak Salih Qadir û hevkarên din bo vê rojnameyê. Hêviya min her ew e ku baştir bibe.

Rojnameya Rûdaw piştî derketina hejmara sifir di 05.04.2008an de heta niha xwedî pirr şanaziye. Vê rojnameyê rojên duşemê rojeva xwe pêk tanî. Zûm dikete ser rûdawê. Diçû ser maseya serokên siyasî yên Kurdistanê. Herwiha diçû ber destê karkerên pîşesaziyê li Hewlêrê. Li Silêmaniyê jî herdem Enwer Birzo yê xoşewîst dibêje ku Rûdaw pirrfitotirîn rojnameye.

Piştî rapirsîn û rûpîvana rêxistina IREX herwiha li ser gotin. Ev jî vedigere wê yekê ku Rûdaw ji roja yekem ve, ji xwe re kiriye rêbaz ku zanyariya rast bide xwendevanan, çiku ev erkekî pîşeyî, sincî û tew olî ye jî. Ev hûrkarî, lêpirsîn, şopandin û pêdeçûnên ku min pirr bo raportên Rûdawê dikir, gellek caran hevkarên min bêzar dikirin. Lê ev ji bo ku em beramber xwendevanên Rûdawê herdem serbilind bin, ew jî herdem rastgotirîn rojnamenivîsê Kurdsitan bin. Me sûn xwaribû ku em zanyariya rast bidin xwendevanan ne tiştekî din. Me hewl da ku ti demê em behskirina rastiyê nekin qurbanî, ku mixabin ev bûye nerîteke xirab, di rojnamegeriya başûrê Kurdistanê de.

Rûdaw ji roja destpêkirinê ve, rojnameyek bû sînorên Kurdistanê birrî. Babetên wê ji gellek rojnameyên navdar ên cîhanî re bûne jêdera bawerpêkirî, bi taybetî jî ku beşeke Rûdaw ê ingilîzî heye di portela Rûdawê de. Lêgerîna di google de, bi dû gotina Rûdaw de, vê rastiyê berçav dike. Di heman demê de jî, rojnameya Rûdawê, herdem nivîskarên wê yên biyanî hebûn. Herwiha hevpeyvînên wê ligel berpirsên mezin û navdar ên cîhanê hebûn. Vê jî kir ku Rûdaw deng û zanyariyên Kurdan bibe derve. Di heman demê de jî nerînên biyaniyan derbarê Kurd, siyaset û desthilata kurdî biguhêze bo civaka kurdî.

Herwiha rûpelên rojnameya Rûdaw herdem hilgirên nûçe û raportan bûn, ji hemû peçeyên Kurdistanê. Her ji ber vê jî Rûdaw navekî naskirî ye li hemû perçeyên Kurdistanê. Rûdaw bûye markeyeke niştimanî û navçeyî jî. Wê roja ku me destpê kir me ji hemû perçeyên Kurdistanê destpê kir. Tew ji beşê pêncem û şeşem ên Kurdistanê jî me raport bo xwendevanên xwe belav kirin, ku mebesta min beşên Kurdistanê yên bin destê Armenia û Azerbaijanê ye. Bêguman ji navderketina Rûdaw wek rojnameyeke neteweyî û niştimanî ji ser heta serî, bûna beşekî ji portela Rûdawê bi Kurmanciya jorîn û tîpên latînî pirr alîkara vê nasandinê bû. Herwiha pişt re jî derketina çapa Ewropayê, Rûdaw ji sala 2010an ve bi herdu şêwezarên Kurmanciya jorîn û yan xwarê derket. Her jiber vê jî bû ku şofêrekî taksiyê li Berlînê digot, her heftiyekê bi saya Rûdawê "Diçime herçar perçeyên Kurdistanê."

Niha Rûdaw xwedî dîrokeke rast û li ser rêyeke rast e. Di wê baweriyê de me ku hevkarên min dikarin vê rêyê firehtir û xurttir bikin. Êdî bi hêviya kar ji bo vê armancê.