Iraqa bextreş

Raporên medyayê dibêjin, dibe ku ew 200 milyar dînarên pişka budceya Herêma Kurdistanê ku ji Iraqê tên, werin qutkirin. Medya dipistînin guhên me ku hêzên Heşda Şeibî ku deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dagir kirine, dibe ku êrişî Herêma Kurdistanê bikin.

Medyayên ser bi milîsan ve tijî şiroveyên nerewa li dijî Kurdistanê û mafên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ne. Dixwazin têkiliyên Hewlêr û Bexdayê wek pirsgirêka herî mezin a Iraqê nîşan bidin. Dixwazin wê bawerî û qinyatê li bal îraqiyan û tew gelê Kurdistanê jî çêbikin ku eger Herêma Kurdistanê stûxwarî biryarên wan ên nerewa bibe û êdî Herêma Kurdistanê bi xwe petrolê dernexe û nefiroşe, qaşo wê Iraq bibe buhişta deverê.

Pirsa sereke li vir ew e ka gelo Herêma Kurdistanê, federalîzm û mafên gelê Kurdistanê mezintirîn kêşeyên Iraq û Iraqiyan e? Gelo Kurdistan li ber pêşketina Iraqê û dabînkirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo şêniyên naverast û başûrê Iraqê rêgir û kelem e?

Ew 200 milyarên ku pir behsa wan dikin û wek karteke fişarê bi kar tînin û ji mûçewergirên Herêma Kurdistanê re rewa nabînin, tenê kêmtirî ji %2 ji dahata mehane ya Iraqê pêk tînin. Ev di demekê de ye ku dema 8 salan e jî, budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên Iraqê ve hatiye qutkirin û tevî hebûna şer li dijî DAIŞê jî, tew hikûmeta Iraqê ne amade bû gulleyeke tikîtenê ji pêşmergeyan re bişîne.

Dahata Iraqê piştî rûxandina rejîmê ji tirîlyonek dolar zêdetir bûye û beşeke pir kêm a wê dahatê bi awayekî nedadmend ketiye destê Herêma Kurdistanê. Li Iraqê 80 milyar dolar ji bo elektrîkê hatine xerckirin, lêbelê ne elektrîk heye û ne jî diyar e ka ev pere bi ku derê ve çûne.

Piştî sala 2003yan û heta niha, bi deh hezaran hemwelatiyên Iraqî hatin kuştin û tasfiyekirin û bi milyonan hemwelatiyên din jî ji mal û warên xwe bar kir û koçber bûn. Destûra ku gelê Iraqê deng jê re dabû hat binpêkirin. Mezhebperestî, firehperestî û nezaniya hizirî, siyasî û leşkerî dewsa demokrasî, sîstem û şaristaniyê girt.

Di wê paşkeftina zelal de ku li Iraqê di hemû waran de qewimî, Herêma Kurdistanê wek serê derziyê jî ne xwedî rol e. Berovajî, eger li Iraqê deverek hebe ku aramî û vehewandina cudahiyan lê çêbûbe, Herêma Kurdistanê bû, ne navçeyên din ên Iraqê.

Li vir em digihin encameke din a mentiqî ku berovajî îdiayên kesên şovenîst, Herêma Kurdistanê ne çavkaniya pirsgirêkên Iraqê ye, lêbelê çavkaniya nexweşî û bextreşiya Iraqê, desthilatdarên Iraqê û zihniyeta wan e ku Iraq gihandin vê rojê.

Berî rûxandina Sedam Hisên, hêzên opozisyona Îraqî du kongreyên girîng li Selahedînê (Novembera 1992) û Londonê (Kanûna 2002) li dar xistin. Piraniya van hêzan niha li Iraqê serdest in û desthilat di destê wan de ye. Pêşniyar û biryarên her du kongreyan ji bo paşeroja Iraqê encam û biryarên dilxweşker bûn.

Ew li ser wê yekê kok bûn ku divê paşeroja Iraqê demokratîk be û li gor destûrê were birêvebirin û destûr navbeynkar be. Wan soz da her destwerdaneke derveyî û zeftkirina îradeya Iraqiyan red bikin. Soz dan ku wê teslîmî mezhebperestiyê nebin, hurmeta pêkhateyan bigirin û dewleta hemwelatîbûnê ava bikin. Wan soz dabûn ku eger rêjîm bikeve, êdî artêş û dezgehên ewlekarîiyê ji bo çareserkirina nakokiyên navxweyî neyên bikaranîn û welat nebe leşkergeh û cihê milîsan. Ji xeletiyên dema berê sûdê werbigirin û canê xwe gorî Iraqê bikin.

Her du kongre bi hemû daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê re bûn, di serî de mafê diyarkirina çarenivîsê. Biryar dan eser û şopên jenosîd, erebkirin, kîmyabaran û stema ku li kurdan hat kirin ji holê rakin û gelê Kurdistanê tawîz bikin.

Desthilatdarên niha yên Iraqê ku berê di opozisyonê de bûn, hemû biryar, soz, pêşniyar û dirûşmên xwe binpê kirin û bi temamî berovajî vê yekê tev geriyan. Iraq gihandin rewşeke aborî, siyasî, civakî û jîngehî ya xofdar. Heta ji destê wan hat mezhebperestî û paşketin belav kirin. Wiha kirin ku di warê gendeliyê de, Iraq rêza yekem di lîsta welatên gendel de bigire û paseport û îtibara Iraqê jî li pey Somalya û Sûriyê cih bigire.

Divê em bibêjin Iraqa ku biryar bû bihata avakirin nehat avakirin û têk çû. Çareseriya kêşeyên Iraqê ne ew e ku ji aliyê biyaniyan ve were nivîsîn û ne jî piralîbûna Dadgeha Federalî ya Iraqê ye. Çareseriya Iraqê ne xeniqandina Herêma Kurdistanê, tepeserkirina Sunneyan û radestkirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo SOMO ye. Dubarekirina hilbijartinan jî rewşê baştir nake. Lê çareserî ew e ku Iraq vegere qonaxa 2003 û vegere wan nirx û prensîbên ku biryar bû cih bigirin, lê mixabin hatin hetikandin. Pêwîstiya Iraqê bi dubare danasîn û jinûve dariştinê heye.