Jîna ji bo xwedîderketina li bedena xwe canê xwe fida kir

Mirina jina Kurd Jîna (Mehsa) Emînî ya 22 salî, ne tenê di nav Kurdên Rojhilat de, lê belê li hemû cîhanê bû sedema livandina hestên bihêz.

Jîna ji ber ku yasayên taybet ên lixwekirina hicabê cîbicî nekiribû, ji aliyê qaşo polîsên exlaqê ve bi lêdanê hat kuştin.

Rejîma teokratîk (olî) li Îranê ji sala 1979an ve bi awayekî sîstematîk jinên Îranê neçar dike ku li gor qanûnên hicabê cil û bergan li xwe bikin. Rejîm van rêbazan ji bo gemkirina jinan bi kar tîne.

Dewlet ji bo ku piştrast bibe ku jin li gor wan zagonên hicabê ku vedigerin Sedsalên Navîn dijîn, mifayê ji polîsên hov ên exlaqê werdigire.

Jixwe jinên ku ne amade ne li gor wan qanûnan bijîn, fena Jîna Emînî, bi perçiqandin, îşkencekirin û kuştinê re rûbirû dimînin, ev jî ji bo ku rejîm bikare berdewam bibe.

Nola pêngaveke rast, rêxistinên siyasî yên Kurdistanê li Îranê bangewaziya girevgirtineke gelemperî kirin û bang li niştecihan kirin ku xwepêşandanan li dijî rejîmê saz bikin.

Li gor nûçeyan, hejmareke berbiçav ji niştecihên rojhilatê bersiva bangewaziyê dane, ev jî wek ezmûnkirineke bibandor a van partiyên siyasî ye.

Li gelek bajarên Kurdî û her wiha li Tehranê, hindek nûçe hene ku xelk bi rêya nerazîbûnên sivîl nerazîtîya xwe li dij stem û zordariya rejîmê nîşan didin, ev stem û zordariya ku rejîm ji dema avabûna xwe ve di sala 1979ê de li hember pêkhateyên olî û neteweyî, xasma gelê kurd, dide meşandin.

Ev kuştin bû sedema tevdana bêzariyeke bihêz ji aliyê cihanê ve li dij rejîma melayên Îranê, rejîma ku berî vê bûyerê jî nehezkirî bû.

Li Swêdê, cihê ku ez lê parlementer im, li vir çapemeniya Swêdê tûşî şokê bû ji ber zordarî û kotekiya ku rejîmê li dij bedena jineke Kurd bi kar anî.

Eşkere ye ku rejîm bi destê sor ve hatiye dîtin û bi kirina vê tawanê sûcdar e. Divê kesên ku ji vê tawanê berpirs in rûbirûyî qanûnê bibin.

Ev rejîm berî vê tawanê jî dema qedandina wê hatibû, û niha hemû şêniyên Îranê jî hêja ne ku bi azadî di civakekê de bijîn ku li ser bingeha wekhevî û azadiyê be.

Ez dikarim bibêjim ku jinên Kurd û Îranî rijd in ku hêjayî bidestxistina mafên xwe ne, tew heke jiyana xwe jî li ser bikin. Divê cîhana derve û civaka navdewletî destekê bide têkoşîna van jinan.

Rast e Jîna Emînî wefat kir, lê nav û bîranînên wê qet nayên ji bîr kirin. Jîna bûye meşelek ji bo hemû jinên Îranê ku daxwaza xwedîderketina li bedena xwe dikin.

* Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat li Parlamentoya Swêdê