Serkeftina kurdan li Kobaniyê

Xaka Kurdistanê ji mêj ve, ji rûyê cihê xwe yê jeopolîtîk de gelek car bûye meydana şerî. Her yek ji niştecihên wê yên kurd jî bûye şervanek û ji dîrokê ve; bi wêrekî û lehengî û bêgefiya xwe, navê xwe aniye ta vê rojê.  Bi sedan şer û bela hatine serê wan, lê ew berxwedana li hemberî mezintirîn dagirkeran û serîrakirina bi dehan caran li ber tengavkirin û bişavtina desthilat û artêşên wan. Belkî ji nebûna yekîtî û dîplomasiyê, îro nebûne xwedî welatekî serbixwe. Lê di şerê îro de rengekî cûda heye.


Başûrê Kurdistanê pir hindik mabû ku serxwebûna xwe rabigihîne, hinekan dest birin xwe û DAIŞ ajotin bi ser de. Piştî ku leşkerên Iraqê çek û cebilxaneyên xwe bi cih hiştin û reviyan, DAIŞê Mûsil girt û berê xwe da kurdan ta Hewlêrê. Ta ku êrîşê Hewlêrê nekiribû jî ji cîhanê tu bersiveke berçav nehatibû.

Lê nêzîkbûna rêxistinê ber bi Hewlêrê ve û hevdem komkûjiya wê ya li Şingalê bû sedem ku welatên rojava pêl frêna wê bike.  Ji bo rawestandina DAIŞê li Iraq û Sûriyê, nêzîkî 50 dewlet bi serkêşiya Amerîkayê bûn yek. Piştî ku li Iraqê lawaz bû, rêxistinê bo cara duyem berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.

Bajarê Kobaniyê ev zêdêtirî mehek e jî li berxwe dide li hember tank û top û çekên giran.
Xelkê Kobaniyê digel çekdarên YPGê berxwedaneke mezin nîşan dan û bajar bû kelha man û nemanê.
Xweparastina meşrû ya Kobaniyê bala hemû cîhanê kişand ser xwe û firok û balafirên hêzên hevpeyman îro diçin bi hewara YPGê ya ser bi partiya Ocalanî (PKKê) ku di nav lîsteyên wan yên terore de hêj cih digire. Ew qas ku di nav wan firokên şerî yên hêzên hevpeymanî de endamên YPGê bixwe jî hene û digel pîlotên biyanî dixebitin. Û ev cara yekem e Amerîka bi balafirên xwe çek û alîkariyên mirovî dişîne ji şervanên YPGê re.

Ev yek bêguman serkeftina dîplomasiyê ya kurdan e ku heta vêga kêm mabû û tê wê wateyê jî ,ku ji vir şûn de êdî tu tişt nabe wekî berê.


Encama şerê Kobaniyê çi dibe bila bibe em dikarin bibêjin têkoşerên kurd bi ser ketine. Tiştê ku ev 30 sal in PKKê nekaribû dest bixe, bi berxwedana li hember DAIŞê di nav mehekê de bi dest ketiye û ew jî haydarbûna civaka navneteweyî ye ji hebûn û mafên kurd û Kurdistanê.


Binketiyê(n) Şerê Kobaniyê;

Di vî şerî de ne bi tenê DAIŞ e, Tirkiye jî têk çû. Tirkiyeya ku ji serî heya niha piştgiriya wê rêxistina hov kiriye, bi aliyê xwe yê îstixbarî û dîplomasî û siyaseta derve têk çûye. Her kurdek di wê baweriyê de ye ku Tirkiyê berê DAIŞê daye Kobaniyê. Heke niha di ser xakên xwe re, rê li pêşmergeyan vekiribe jî , ev ji neçariyê û lebikîna siyaseta xwe ye li hember zextên civaka navdewletî.

Bi şerê DAIŞê teraza siyasî li Rojhilata Navîn diguhere. Rêveberiya Kurdistana Başûr beriya êrîşên DAIŞê xwedî rêkeftin û pêwendiyên  xurt bûn li gel Tirkiyeyê. Ev têkiliyên abûrî û ticarî di cih de bûn her çendî Amerîka jî aciz bûbe jî. Lê Başûr piştî DAIŞê bi wê yekê têgihîştiye ku hevalbendî û dostaniya Tirkiyê jî heya radeyekê tê û ne bêsînor e. Alîkariyên ku welatên hevbend li hev dikin mixabin Tirkiye li Herêma Kurdistanê nekir û Kurdistan ji vê yekê dilgiran e.


Tirkiye bi nêrînên şaş yên polîtîkaya derve roj bi roj xwe bi tenê dihêle. Boçûnên wê yên teng yên hizbî û mezhebî li Sûrî, Misir, Îsraîl û Neteweyên Yekbûyî bûne sedem ku kes giringî pê nede. Amerîka van demên dawîn ji Tirkiyê gelek aciz e.


Diyar e ku ji vir şûn de kurd dê bibin baştirîn hevalbendê Amerîkayê li Rojhilata Navîn.
Lê ya herî pêwîst di rewşa îro de ji bo kurdan yekîtî ye. Kifş e ku Amerîka jî vê yekê dixwaze û her du aliyên Başûr û Rojava li hev civandin.


Civîna li Dihokê û bi hevdemî alîkariya çekan ya Herêma Kurdistanê bo Kobaniyê û şandina pêşmergeyan gelek giring e. Daxwaza her neferek kurd li her çar parçeyan, berdewamiya vê resmê  yekîtî û bihevrebûnê ye.  Ji bo ku xelkê kurd mifayê ji wê serkeftina diplomatik ku me li jor behskirî werbigirin, pêwîst e bi hev re tevbigerin. Sekna birêz Serok Barzanî di vî warî de cihê şanaziyê ye ku dibêje, “Tu cudahî di navbera Hewlêr û Kobaniyê de nîne”