Gelo bazirganî bi DAIŞê re xiyanet e?
Bazirganên şer ji her kesî bêhtir di şeran de qezenc dikin. Çi ew bazirganên ku li bajaran di dema xelaya berheman de, berhem û kelûmelan vedişêrin da piştre wan bi bihayekî zêdetir bifroşin; yan jî ew bazirganên ku makîneya şer diçerxînin û îcar sektoreke mezin ku pereyekî pir tê de heye, li ser çend kesên taybet û hindik belav dibe. Ev ne tenê di nav miletê me de heye, lê gellek miletên dinyayê di van qonaxan de derbas bûne.
Beriya ku em bigihin qonaxa şerê navxweyî, miletê me li hersê eyaletên Herêma Kurdistanê bi şarên derdora xwe re ku Ereb bûn û di bin desthilata Baasê de bûn, bazirganî dikir. Dûre ew bazirganî bi hikûmeta Baasê re jî dihate kirin. Petrola qaçax ku Sedam ji ber dorpêça aborî ya navneteweyî nikarîbû bifroşe, di nav axa Kurdistanê re digihîşte bazarên cîhanê û dihat firotinê. Tevî ku Sedam Hisên bi sed hezaran kes li Kurdistanê Enfal kiribû û bi gaza jehrê çend hezar Kurdek qir kiribû. Me qet rojekê ji rojan nebihîst ku ji bazirganekî wê heyamê re xayîn hatibe gotin!
Îcar eger wê çaxê hêncet ew bû ku ti çavkaniyeke dahatê ya din a Kurdistanê nîne û bêgav e wî karî bike, êdî îro çi hatiye guhertin da xelk ne neçar bin bi DAIŞê re bazirganiyê bikin? Merema min ne ew e ku ez hêncetan ji bazirganên şer re bibînim û karê wan wek karekî rast û dirust bihesibînim. Lê ev salek e gilover e ku bazara Kurdistanê rawestiyaye, bêhtirî milyon penaberî li hersê eyaletan belav bûne, hikûmet bi zor û kotekî mûçeyên karmend û hêzên Pêşmerge misoger dike.
Êdî ji her tiştî giringtir jî ew e ku tê gotin her roj bi hezaran bermîlên petrolê li zeviyên petrolê yên Kerkûkê tên berhemanîn û hinartin bo bazarê û li bazarê tên firotin. Lê ti kes ne amade ye daxuyaniyekê di vî warî de bide. Ji ber ku eger ev rast be, ew hemû bazirganiya ku hin berpirsên hizbî û kesin din pê rabûne, bi qasî pereyên rojeke tenê ya wê rêjeya petrolê nayê ku, tew wezîrê serwetên xwezayî jî ji kitûmatên deranîn û firotina wê bêxeber e!
Ji aliyekî din ve, gava welatek tevlî şer dibe, hinek tedbîrên qanûnî û destûrî distîne. Yek ji van tedbîran ew e ku bi merema girtina rê li ber derketina gellek rewşên ku di dema şer de derdikevin, hinek zagonan derdixe. Ta niha ji xeynî yasaya li dijî terorê, yasayeke din nîne ku bikare wan dozan di aliyê qanûnî de bilivîne.
Lê rewşa îro ya DAIŞê tevî ku ji hêla civaka navneteweyî wek komeke terorîst hatiye naskirin jî, cuda ye. DAIŞ li rûbera yek li ser sêyê welatê bi nav Iraqê desthilatdar e ku xelk li wir jî dijîn, ango pêwistiya me pê heye ku di çarçoveyeke yasayî de Kurdistan biryar bide hemû tevgerên bazirganî bi dewleta DAIŞê re rawestîne û piştre yê ku tevgerek wiha kir wî nola xayîn ragihîne.
Lê eger em biryar bidin tevgera bazirganî bi welatên terorîst û piştevanên terorê re rawestînin, divê wê çaxê em bi gellek welatên herêmê re jî eynî karî bikin!