Astana, destvalatî û jêstên Enqerê

21-01-2017
Sîma Abxizir
Nîşan Tirkiye Astana Sûriye
A+ A-

Civîna sê alî ya  wezîrên derve yên  Rûsya, Îran û Tirkiyê û piştî wê civînê jî rêkeftina wan welatan liser encamdana civîna Astanaya  Qezakîstanê, bi amadebûna kesayetiyên serbazî (ne ku yên syasî), bi tevê pêşhatên piştî  kontrolkirina Helebê ji aliyê Rusyê û Îran û  hikûmeta Esed ve hat, ku  weke bûyereke girîng û çarenîssaz di berjewendiya Esed û hevkarên wî da  bû.

 

Niha biryare di 23ê vê mehê de civîna Astanayê birêve biçe. Him hikûmeta Esed û him jî opozîson, li pey komkirina dêkomênt û kartên givaşê yên di meydana serbazî de ne,  ji bo ku liser maseya gotûbêjan li dijî hev bikar bînin.

 

Di her rewşekê de hikûmeta Sûriyê bi serkeftina xwe ya li Helebê heyanî qederekê hevsengiya hêzê liser berjewendiya xwe guhert. Lê ji aliyekî din ve, opozîsiyon jî hewl dide hetanî destpêkirina gotûbêjên Astanayê, hinek kartên givaşê  kom bike yan jî yên di dest de mane, biparêze.

 

Fîce karta givaşê bo opozîsyonê

 

Di şert û mercên niha de take karta givaşê ku di destê opozîsiyona Sûriyê û alîgrê wê Tirkiyê de maye,  ava vexwarinê ya parêzgeha Şamê ye, ku ji kaniya Fîce ya li Wadî Beredayê ye, ku zêdetirî 5 Milyon kes  ji vê avê vedixwin.

 

Li rex  vê hewla  opozîsyona Suriyê bo  parastina karta mayî,  di asta  navdewletî de jî  hevdem li gel  nêzîkbûna dema civîna Astanayê hewl tên dayîn, ku mijara bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê berpirsên serbazî yên hikûmeta Esed ve, bixne rojevê û rewatiya Esed û hikûmeta wî jinav bibin.

 

Ji bo vê meremê jî  di nav çend rojên dawiyê de Wezareta Xezînedariya Amerîkayê  5 saziyên serbazî û 18 berpirsên pilebilind ên hikûmeta Esed, bi tometa bikaranîna çekên komkujiyê li 2014ê  û 2015ê, xistin nav lîsteya xwe ya dorpêçan.

 

Herweha çend rojan berî niha hate gotin, ku lêkolerên navdewletî bo cara yekêji Beşar Esed û birayê wî Mahir Esed bi guman bûne ku destê wan jî di bikaranîna çekên kîmyayî de heye.

 

Li gel tevahiya  van hewlan, ya  diyar ev e, ku bi kontirolkirina Helebê ji aliyê  Esed û alîgrên wî ve, gotûbêjên li ser “nemana Esed” jî têk çûn û  piraniya piroje û bernameyên Rojava û aktorên navçeyê yên weke Tirkiye û Erebistan û Qeterê jinav çûn û  vê carê di gotûbêjên Astanayê de aliyên sûrî, rûsî û îranî  bi destên tijî diçin ser maseya  gotûbêjan.

 

Destvalatiya Tirkyê û opozîsiyona Sûriyê, ku ev 5 sal in Tirkiyê bi her awayî piştgirî dide wan,  bûye sedem ku Enqere asta giranya xwe di civîna Astanayê de hevseng nabîne û hewl dide bi beşdarkirina Amerîkayê di vê civînê de, hebûna xwe girantir bike û hêvî dike di vê civînê de bigihije hinek armancan, ku di van 5 salên pir bi xerc yên cur bi cur ên siyasî û aborî, ku li Sûriyê bidest nexistiye.  Ji ber vê jî Enqer bi rijd e liser beşdarîkirina Amerîkayê di civîna Astanayê de, herçend ku tu niyeteke Amerîkayê yê beşdarîkirinê jî nîne.

 

Ji aliyekî din ve, Tirkiye bi beşdarîkirina Amerîkayê ya di danûstandinên Astanayê de dixwaze vê peyamê bide opozîsiyona Sûriyê, ku qaşo Enqere di mîhwera Rusyê û Îranê de cîh nagre û hê jî li pey berjewendî û daxwazên opozîsiyona Sûriyê de ye.

 

Lê di rastiyê de Tirkiye tenê li pey wê yekê ye, ku  rê nede çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê bikeve destê kurdan bixwe, ku weke gefeke ewlehiyê bo ser xwe dizane û dixwaze vê mijarê  bi her çi awayî be, çareser bike.  Ji ber vê jî herçend  destvala diçe  Astanayê, lê naveroka civîna Astanayê bo merema Tirkiyê bes e ku ew jî têkezkirine li ser yekparçebûna axa Sûriyê û gotinên din ên Enqerê jî tenê jêstên  siyasî yên Erdogan in û hew....

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst