Temendirêjtirîn Rojnameya Kurdan: Riya Teze

Helbet gava em behsa deverên ku Kurd lê niştecih bûne bikin, em nikarin berê xwe ji Ermenîstan û Gurcistanê bidin alî. Bi taybetî Kurdên ku piştî salên 1915ê ji dorhêlên Agirî, Qers, Îdir, Bedlîs, Sason, Mûş û Wanê berê xwe dan aliyê din ê Çiyayê Agiriyê ango Araratê, Çemê Erezê û herêmên Yêrevan û Tiflîsê bi cih û war bûn. Helbet divê bibêjim ku dema Kurd derbasî wî aliyê Çemê Erezê bûn, gelek êl û eşîrên Kurdan li wir hebûne. Gelek caran bûm şahidê civatên Kurdên Yêrevanê, Abovyanê, Elegezê, Hoktebiryanê û Tiflîsê. Di wan civatan de herdem ji min re hatiye gotin ku dema bav û bapîrên wan ji Serhedê neçar mane ku koçî “wî alî” Erezê bikin, li gelek deveran Kurd hebûne. Jixwe gelekî zelal û berbiçav e ku ji demên berê ve Yêrevan ango Rewan mîrîtiyeke girîng a Kurdan bûye.

Dewleta Kurdan a Şedadiyan ku paytextên wê Gence, Anî û Dvîn bûne, Yêrevanê jî xistiye bin hikmê xwe. Îro Anî li vî aliyê Çemê Erezê ye, Dvîn li wî aliyê Çemê Erezê ye. Îro Dvîn tenê 30 kîlometre ji Yêrevanê dûr e. Anî jî li ser sînorê Ermenîstana îroyîn e û 80 kîlometre dûrî bajarê Qersê ye. Ev mijareke taybet e, em bihêlin ji dîrokzanan re. Lê em vegerin ser mijara xwe ango em vegerin ser rojnameya Riya Teze ku li seranserê dinyayê temendirêjtirîn rojnameya Kurdan e. Ev rojname îro jî derdikeve û 96 salî ye.

Em bi serbilindî dikarin bibêjin ku bi piştevaniya Dewleta Sovyeta Sosyalîst, di warê çand, huner, edebiyat û zimên de gavên mezin hatine avêtin û karên hêja pêk hatine. Di salên 1930yan de, li Yêrevanê hewldanên Radyoya Kurdî hebûne, bernameyên kurt pêk hatine, lê di serdema Stalîn de, tevî xebata radyoyê tevahiya kar û barên weşangeriyê, çandê û hunerê hatine rawestandin. Lê piştî mirina Stalîn û hatina Kruşçev, sazî û dezgehên Kurdan careke din dest bi karên xwe dikin. Beşê Kurdî yê Radyoya Yêrevanê û rojnameya Riya Teze jî careke din dest bi weşanên xwe dikin.

Pêşî bi Latînî, paşê bi Kîrîlî û niha dîsa bi Latînî

Rojnameya Riya Teze ku tevî çerçirandin, tunebûn û zehmetiyên giran ji sala 1930yî ve weşana xwe berdewam dike, îro êdî 96 salî ye. Ji ber vê yekê ev rojname ji bo Kurdan nîşaneya rûmet û serbilindiyê ye. Mixabin demek e dirêj e ku rojname di nav şert û mercên gelekî giran de hewla weşanê dide û li ber girtinê ye.

Riya Teze, ji destpêkê ango ji sala 1930yî heta sala 1937ê bi alfabeya latînî derdikeve. Paşê wekî polîtîkaya fermî ya Sovyeta Sosyalîst, bi alfabeya kîrîlî weşana xwe ya Kurdî berdewam dike. Dema ku min di navbera salên 2001 û 2002yan de li Yêrevanê serdana rojnameyê kiribû, kedkarê 40 salan ê rojnameyê Emerîkê Serdar diyar kiribû ku ev salek e ew derbasî alfabeya latînî bûne. Bi gotineke din rojnameya 96 salî ku salên destpêkê bi latînî weşana xwe kiriye, 75 sal piştî weşana kîrîlî, ev 25 salên dawî ne ku bi tîpên latînî weşana xwe ya Kurdî didomîne.

Îsal û hema îro ku 22yê Nîsana 2026ê ye, 128emîn Salvegera Rojnamegeriya Kurdî ye. 22yê Nîsana 1898ê rojnameya Kurdistan, bi hejmara xwe ya yekê, li Qahîreya paytexta Misrê, bi serkariya Mîdhed Mîqdad Bedirxan, dest bi weşana xwe kir. Kurdistan rojnameya yekemîn a Kurdan e, lê Riya Teze Temendirêjtirîn Rojnameya Kurdan e. Min heta niha derbarê Riya Teze de di gelek kovar û rojnameyan de nivîsand, fîlmekî dokûmenter amade kir û di kitêba xwe ya bi navê Gera Pênûsê de jî bi awayekî berfireh cih da vê rojnameyê.

Kerem bikin em vegerin ser avabûn û serpêhatiya rojnameya Riya Teze.

Sala 1929ê Erebê Şemo û Îsheq Maragulovê Aşûrî bi tîpên latînî dest bi xebata nivîs û alfabeya Kurdî dikin. Li dibistan û gundên kurdan dest bi perwerdehî û hînkirina Kurdî dikin. Hinek cudahî di navbera alfabeya wan û alfabeya Celadet Bedirxan de hene. Ji ber ku xwendin û nivîsandin wê gavê di nav kurdan de kêm e, pêwîstî bi rojnameyekê heye. Salek paşê ango sala 1930yî, di bin banê dewletê de rojnameya Riya Teze li Yêrevanê dest bi weşana Kurdî dike.

Hejmara pêşî ya Riya Teze (Rya Təzə-1930)

Kerem bikin ez hinekî behsa berg, şêwaz û nivîsên li ser hejmara yekê ya Riya Teze ji we re bikim: Hejmara pêşî ya Riya Teze, 25ê Adara 1930yî, roja Sêşemê derdikeve. Li ser navê Riya Teze (Rya Təzə-Navê orijînal bi vî awayî bû) sloganeke bi vî awayî ya herdemî heye: “Proleterêd Hemû Dinyayê Bicivin!” Di navenda hejmara yekê de fotoyekî mezin ê hîmdar û avakarê Sovyeta Sosyalîst Vladimir Lenîn heye. Di bin navê Riya Teze û li ser fotoyê Lenîn, ev gotina Lenîn heye: “Elîfbayê Teze li Şerqê Înqilabeke Mezin e. - Lenîn” Navê Lenîn di bin vê gotinê de, bi herfên biçûk hatiye nivîsandin. Li kêleka fotoyê Lenîn, nivîsek heye ku sernivîs bi vî awayî ye: Înqilaba Oktobirê û Alfabeya Teze.” Li kêleka din a fotoyê Lenîn, du kurtenivîs di nav du stûnan de hene ku sernavê van herdu nivîsan jî wiha ye: “Tebrîk.” Wekî min di destpêkê de jî diyar kir, li kêleka navê rojnameyê, roj-sal-meh heye: “25ê Adara 1930, Şêşem.” Û li kêleka vê jî, di stûnekê de ev agahdariya li ser rojnameyê heye: “Organa Şêwra Miletê Biçûk, li Komîseriyeta Mearifiya Ermenistanê û Komîta Alfabeya Teze Kurmancî – No:1”

Hawar di hejmara yekê de behsa Riya Teze dike

Sala 1932yê çend hejmarên Riya Teze û çend kitêbên Kurdî/Kurmancî ku li Yêrevanê çap bûne, ji Celadet Bedirxan re diçin. Celadet Bedirxan, di kovara Hawarê de (Hejmara 8ê, Îlon-1932) de behsa van hejmarên Riya Teze û kitêbên Kurdî dike. Bi rastî jî, di wê demê û di wan şert û mercên dijwar de ev meseleyeke tarîxî ye. Wekî tê zanîn navekî din ê Celadet Bedirxan, Herekol Ezîzan e. Nivîsa ku sala 1932yê, di hejmara 8ê ya Hawarê de, bi navê Herekol Ezîzan hatiye weşandin wiha ye:

“Rojnameyeke Kurdmancî, bi herfên nû, bi Kurdmanciyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve. Vê paşiyê çend hejmarên wê gihîştine destê me. Çavên me pê biruhn bû, dilê me şa û geş bû. Kurdmancên Rewanê ji rojnamê pêve, çend kitêb jî derxistine. Me sê-çar roj mijûlahiya xwe bi wan kirin. Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bêhna kulîlkên Çiyayê Elegezê, bayê Zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de, şal û şapikê Kurdmancî, xencer û piştxencerên kal û kalikên me dihatin dîtin. Riya Teze, wekî navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emir jê mezintir e. Hejmara wê ya paşî ku gehîştiye destê me, a pêncî û nehan e. Li gora ku Riya Teze rojnameyeke dehrojkî ye, berî salekê û hin dest bi derketinê kiriye.”

Di destpêkê de Ermeniyên Kurdîzan di Riya Teze de kar dikin

Çend salên destpêkê, ji ber ku di nav kurdan de kesên serwerî bikin tunene, rojname heta sala 1934ê di bin serweriya Ermeniyên bi navê Gevork Parîs, Hraçya Koçar û Harûçî Migirdiçyan de derdikeve ku fermalû û sirgunên Anadolê û Mezopotamyayê ne û baş bi kurdî dizanin. Piştî berpirsiyariya her sê kesên Ermenî, êdî ji sala 1934ê û pê ve berpirsiyarî dikeve destê Kurdan. Ji sala 1934ê heta 1937ê Cêrdoyê Genco berpirsiyariya rojnameyê dike. Sala 1937ê, dema Stalîn e û şev û roj li Kurdan herimî ne. Bi navê Kurdî tiştek nayê kirin. Her tişt tê qedexe kirin; ne radyo dimîne, ne jî rojname...

Heta 1955ê ji bo Kurdên Ermenistanê rewş wiha kambax e. Sala 1955ê, tevî Beşê Kurdî yê Radyoya Yêrevanê û gelek sazî û dezgehan, Riya Teze jî careke din dest bi weşanê dike.

Ji sala 1955ê heta 1989ê Mîroyê Esed, bi qasî 34 salan berpirsiyarî ango li gorî gotina Kurdên Qefqasyayê serkariya rojnameyê dike. Piştre bi qasî sal û nîvekê Tîtalê Efo dibe berpirsiyar. Ji sala 1991ê heta 2006ê Emerîkê Serdar 16 salan serkariya giştî ya rojnameyê dike, lê têkiliya wî ya bi rojnameyê re ji 50 salan zêdetir e. Çimkî Emerîkê Serdar, sala 1959ê wekî spîker (axaftvan) dikeve radyoyê, du salan di radyoyê de kar dike û sala 1962ê dikeve nav xebata Riya Teze. Beriya serkariya giştî ya Riya Teze, salên dirêj wekî cîgirê serkar kar kiriye. Emerîkê Serdarê ku sala 1935ê li gundekî dorhêla Çiyayê Elegezê, Pampa Kurdan (niha Sîpan) tê dinyayê, sala 2018ê li Yêrevanê xatirê xwe ji vê dinyayê dixwaze.

Riya Teze: Rojnameya Fermî ya Dewletê

Riya Teze di dema Yekîtiya Sovyetê de, li Ermenistanê yekem rojnameya Kurdî ye. Heta sala 1994ê, di hefteyê de du caran derdikeve. Lê niha ji ber sedema aborî, carna mehê carekê, carna jî ji du-sê mehan carekê çend hejmar bi hevre derdikevin.

Rojname 4 rûpel e. Heta sala 1990î ku Sovyet hilweşiya 4 rojnameyên fermî û sereke yên Ermenistanê hebûne. Ew jî bi Ermenkî, Rûsî, Azerkî û Kurdî bûne. Rojnameya bi kurdî Riya Teze bûye. Wan çaxan Riya Teze ne tenê li Ermenistanê, herwiha li seranserê Sovyetîstanê belav dibû. Rojname diçû Ewropayê, Emerîkayê û Kanadayê. Li gorî ku di wextê xwe de rehmetiyê Emerîkê Serdar ji min re got, di dema Sovyetê de tîraja rojnameyê 4 hezar e û bi riya abonetiyê hemû dihatine belavkirin. Rojname piştî hilweşina Sovyetê, niha tenê li Ermenistanê tê belavkirin û tîraja wê jî daketiye 500î. Emerîkê Serdar di serdana me de diyar kiribû ku ew van 500 rojnameyan jî li gundên Kurdan bêpere belav dikin. Hingê li wê odeya biçûk a rojnameyê hîn bibûm ku Mirazê Cemalê şaîr û miqaledar (nûçegîhan) ku wî çaxî 60 salên xwe derbas kiribû, yek bi yek li gundên Kurdan digere û rojnameyê belav dike.

Ji sala 1930yî heta niha serkar, kedkar û nivîskarên Riya Teze

Ji destpêkê heta niha navên ku ked dane, xebitîne, tîprêzî, serkarî û rêveberî, belavkarî û nivîskarî kirine ev in:

Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Harûtiyûn Migirdiçyan, Cerdoyê Genco, Qaçaxê Mirad, Miroyê Esed, Tosinê Reşîd, Mikayîlê Reşîd, Grişayê Memê, Emerîkê Serdar, Şekirê Xudo, Ehmedê Hepo, Şerefê Eşîr, Eskerê Boyîk, Eliyê Evdirehman, Wezîrê Eşo, Tîmûrê Xelîl, Babayê Keleş, Yûrayê Şaho, Paşayê Erfût, Vanîkê Elîxan, Egîdê Ebasî, Porsora Sebrî, Letîfê Emer, Prîskê Mihoyî, Karlênê Çaçanî, Tîtalê Muradov, Tîtalê Efo, Sîma Semend, Zeyneba Îbo, Şamilê Eskerov, Xelîlê Çaçan, Baxçê Erzo, Letîfê Memê, Hesenê Qeşeng, Egîtê Xudo, Ezîzê Îsko, Rizganê Cango, Mirazê Cemal û Tîtalê Keremê Seyad.

Di destpêka salên 2000an de rojnameya Riya Teze xebata xwe bi çar kesan berdewam dikir: Emerîkê Serdar (Berpirsiyarê Giştî-Redaktor), Grîşayê Memê (Cîgirê Redaktor), Rizganê Cango (Katibê Cabdar) û Mirazê Cemal (Nûçegihan û Belavkar).

Piştî wefata Emerîkê Serdar, Grîşayê Memê çend salan dibe serkarê giştî. Lê divê bê gotin ku Grîşayê Memê jî salên dirêj di vê rojnameyê de ked û emegeke mezin daye. Sala 2004ê ji ber nexweşiyeke giran, li Yêrevanê rehma Xwedê dike.

Piştî Grîşayê Memê, Tîtalê Keremê Seyad dibe serkarê giştî û Mirazê Cemal jî dibe cîgirê serkarê giştî yê rojnameyê. Apê Miraz ew Miraz bû ku gava 28 sal beriya niha miqaledarî û belavkariya rojnameyê dikir. Divê bibêjim ku îro Mirazê Cemal 89 salî ye, li kêleka Tîtalê Keremê Seyad hewl dide ku rojname deriyê xwe negire...

Di dema Sovyetê de 11 Ode û 25 Xebatkarên Riya Teze hebûne

Me li jor jî nivîsî ku Riya Teze heta hilweşîna Yekîtiya Sovyeta Sosyalîst jî weşana Partiya Komûnîst bûye. Loma di wan salan de, rewşa rojnameyê pir baş bûye. Li gorî agahdariyên ku Emerîkê Serdar, Grîşayê Memê û Mirazê Cemal di wextê xwe de dabûn min, di salên Yekîtiya Sovyetê de, ji 14 qatên avahiya ku ew tê de ne, bi qasî qatekê ango 11 ode ji wan re hatibû terxankirin. Lê heyf û mixabin, rojname niha di nav du odeyên biçûk de hewla weşangeriyê dide. Dîsa li gorî agahdariyên wan salan, di dema Sovyetê de 25 xebatkarên Kurd ên Riya Teze hebûne, lê wekî min got, niha mane 2 kes: Tîtalê Keremê Seyad û Mirazê Cemal.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)