Hebûneke bêdesthilat

Hevrikiyên li ser nasname, aîdiyet û beşdariya siyasî di sedsala 21î de êdî tenê bi hêza eşkere nayên çareserkirin. Niha zêdetir bi rêya şêwazên aloz ên birêvebirinê tên bicihanîn. Ew jî komek stratejî ne ku tevlîheviyek ji helandin, hebûn û kontrolkirina daxwazên siyasî dihewînin. Niha naskirin û kontrolkirin êdî du têgehên dijberî hev nînin, temamkerên hev in.

Guherîneke wekî vê di miameleya li gel Pirsgirêka Kurdan de jî tê dîtin. Di demekê de ku çewisandin, darizandin û zîndanîkirina aktorên siyasî yên Kurd wekî rewşeke rast maye, hûnandineke stratejîk a dûvdirêj jî derdikeve holê.

Niha naskirin, diyalog û destûrdana çalakiyên çandî, mil bi milê rêkarên ewlehiyê yên berdewam hene. Ev yek di çarçoveya "siyaseta birêkxistina pêşwext" de hatiye bicihkirin ku armanca wê kontrolkirina rewşê, jêkirina rehendên siyasî ji mijaran û parastina hegemonyaya herêmî ye.

Tirkiye di navenda ji nû ve hûnandina pêgeha xwe ya stratejîk de ye, di nav pergaleke herêmî û cîhanî ya ku bi lez diguhere de. Pêkhateya siyasî ya Rojhilata Navîn a ku piştî sala 1923yan hat avakirin, roj bi roj aramiya xwe winda dike.

Ew sînorên ku serdemekê wekî neguher dihatin dîtin, niha ji ber şer, parçebûna dewletan, kêmiya çavkaniyan û hevrikiyên jeopolîtîk ketine bin pirsyaran. Di vê çarçoveyê de, Pirsgirêka Kurdan careke din vedigere navenda nirxandinên siyasî û stratejîk.

Kurd bi 40 milyon kesî ve, yek ji mezintirîn pêkhateyên neteweyî yên Rojhilata Navîn in û di demeke dûvdirêj de dibe ku bibin mezintirîn pêkhateya li nav Tirkiyeyê. Kurd li herêmên sînorî yên bi hev ve girêdayî yên Tirkiyeyê, Îraq, Sûriye û Îranê dijîn; ew herêmên ku bi petrol, gaz, av û çavkaniyên xwezayî dewlemend in.

Pevçûnên leşkerî nîşan daye ku mirov nikare van herêman ji bo her tim kontrol bike yan jî ji aliyê siyasî ve bêdeng bike. Di heman demê de, şêwazekî nû yê hevxemiya Kurdan ji bo hevdu bêyî liberçavgirtina sînoran, xwerêkxistin û xeyaleke siyasî çêbûye, bi taybetî li bakurê Sûriyeyê.

Ev yek "duriyaneke pêkhateyî" ji bo Tirkiyeyê ava dike: Di navxwe de Pirsgirêka Kurdan hîn jî wekî mijareke ewlehiyê tê dîtin lê di asta herêmî de ber bi guherîna ji bo faktorekî girîng ê hêzê ve diçe. Bersiv êdî tenê çewisandineke mutleq nîne, stratejîk û piralî ye.

Çewisandin û diyalog: Dan û standina bê bangeşe

Tevî şêwazên nû yên diyalogê, çewisandin didome. Girtina siyasetmedarên hilbijartî yên Kurd, dûrxistina şaredaran, darizandina aktîvîstan û sînordarkirina medya û rêxistinên sivîl ên Kurd, hîn jî rewşa qadê ne. Yanî dest ji lojîka ewlehiyê nehatiye berdan.

Di heman demê de, pêwendiyên di navbera dewleta Tirkiyeyê û Abdullah Ocalan de, rêberê zîndanîkirî yê berê yê PKKyê, careke din derketin holê. Zanyariyên kêm li ser naverok, ast an jî armancên van dan û standinan tên zanîn. Ti zelalî nînin. Hîn ne zelal e ka bi Ocalan re wekî aliyekî siyasî yan kesayetiyekî sembolîk yan jî amrazekî stratejîk miamele tê kirin.

Tam ev bihevrebûna "çewisandin û diyalogê" îşaretê bi hûnandineke stratejîk dike. Ji nêrîneke analîtîk ve, dibe ku Ocalan roleke çalak di nav siyaseta rêkxistina pêşwext de bilîze, wekî kesayetiyekî sereke ji bo arastekirina daxwazên Kurdan, dîsîplînkirina aktorên siyasî û kêmkirina îhtimala tundiyê. Ji ber vê yekê ev dan û standin ne qutbûna ji siyaseta borî, dirêjahiya heman siyaseta borî ne.

Siyaseta rêkxistina pêşwext: Tevlîkirina bê serwerî

Siyaseta rêkxistina pêşwext îfadeya stratejiyekê ye ku armanca wê tevlîkirina aktorên bibandor e di nav pêkhateyan de di qonaxeke zû de, da ku rê li ber guherîna hevsengiya hêzê di paşerojê de were girtin.

Di çarçoveya Pirsgirêka Kurdan de, ev bi wateya "tevlîkirina siyasî ya bê mafê biryardana bikom" tê. Beşdariya Kurdan destûrdayî ye heta wê derê ku di nav çarçoveya pergala dewletê de bimîne. Kurd dikarin wekî takekes miameleyê bikin, partiyan ava bikin, postan wergirin û beşdariya siyasî bikin, bi şertê ku daxwazên bikom ên neteweyî yên wekî otonomî, federalî yan naskirina destûrî nexwazin. Ev cure daxwaz wekî mafekî demokratîk ê rewa nayên dîtin, wekî "metirsiya ewlehiyê" tên nîşandan.

Ji bo nifşê ciwan, ev pêvajoyeke fêrbûna bêdeng lê bi hêz ava dike: Serkeftin ne bi rêya mafên bikom, bi rêya xweguncandina takekesî pêk tê. Bi vî awayî Pirsgirêka Kurdan ji rehendê xwe yê bikom tê rût kirin û diguhere stratejiya jiyana kesî.

Rehendê herêmî û pirsa desthilatê

Ev siyaseta rêkxistina pêşwext tenê di navxwe de asê nemaye, bi daxwazên herêmî ve hatiye girêdan. Ji nêrîna Enqereyê ve, çêbûna birêvebiriyeke Kurdî ya mayînde li Sûriyeyê, wekî mînaka Herêma Kurdistanê ya li Îraqê, hîn jî wekî gefeke stratejîk tê dîtin.

Geşedaneke bi wî awayî, Pirsgirêka Kurdan navneteweyî dike, saziyên siyasî yên Kurdî diçespîne û bandora wê ya dûvdirêj li ser Kurdên nav Tirkiyeyê dibe. Lewma Tirkiye bi rêya destwerdana leşkerî, zexta dîplomatîk û bandora siyasî hewl daye rê li ber hebûna keyaniyeke Kurdî ya serbixwe li bakurê Sûriyeyê bigire.

Hevdem, amrazên hûrtir tên bipêşxistin: Stratejiya navxweyî ji bo tevlîkirina siyasî, naskirina çandî û birêvebirina derûnî armanc dikin ku modelên birêvebirina Kurdî ya li derve nebin çavkaniya balkêş ji bo Kurdên navxwe. Lewma siyaseta rêkxistina pêşwext hevdem siyaseta navxwe û siyaseta derve ye jî.

Hinardekirina pergalê: Modela Sûriyeyê

Geşedaneke din derdikeve holê: Hêmanên siyaseta rêkxistina Tirkiyeyê ber bi çarçoveyên herêmî ve tên veguhastin, bi taybetî li Sûriyeyê. Modelek şêwe digire ku bi fermî hebûna Kurdan nas dike lê mafê biryardana siyasî ya bikom, yanî mafê neteweyî red dike.

Di pêvajoya ji nû ve avakirina pêkhateyên dewletê ya li Şamê de, rêbazek derdikeve holê ku "tevlîkirina takekesî" dixe pêşiya "xweseriya saziyî". Kurd wekî welatî tên qebûlkirin lê bêyî saziyên siyasî yên taybet bi xwe, yan xwebirêvebirina herêmî yan jî hêzên ewlehiyê yên serbixwe.

Lojîk zelal e: Naskirin heye lê bêyî encamên pêkhateyî. Nasnameya Kurdî ji aliyê çandî ve destûrdayî ye lê ji aliyê siyasî ve na. Ji bo Tirkiyeyê, geşedaneke wiha dilniyayiyeke stratejîk e, çimkî modelên alternatîf ên hikumraniya Kurdî balkêşiya xwe winda dikin û xeyala siyasî ya sînorbezan lawaz dibe. Ev yek nîşana çêbûna pergaleke herêmî ya hevpar e ku tê de dewletên cuda digihêjin heman bersivê ji bo Pirsgirêka Kurdan.

Nêrîna Îranê: Modeleke veguhastî

Li ber ronahiya vê rewşê, xuya dike ku rêbazeke wekî vê bi borîna demê li Îranê jî cihê xwe bigire. Mercên pêkhateyî wekî hev in: Niştecihên Kurd ên siyasî, daxwazên dîrokî yên ji bo otonomiyê û dewletek ku mafên bikom wekî gef dibîne.

Her niha jî Îran têkeliyek ji qebûlkirina çandî ya sînordar û çewisandina siyasî pêk tîne. Modeleke pêşwext - tevlîkirin bê mafê bikom - dikare vê rêbazê rêk bixe û rexneyên navneteweyî kêm bike, bêyî ku pirsa sereke ya desthilatê derxe pêş. Eger modeleke bi wî şêweyî di asta herêmê de bi cih bibe, lojîkeke nû ya rêkxistina pirneteweyî ava dibe: Êdî bi Pirsgirêka Kurdan re ne bi rêya rûbirûbûna vekirî, bi rêya naskirina kontrolkirî û rûtirina ji rehendên siyasî yên pêkhateyî miamele tê kirin.

Herêma Kurdistana Îraqê: Nîv-dewleteke lerzok

Herêma Kurdistana Îraqê di nav vê hevkêşeya herêmî de xwedî rewşeke cuda ye. Berovajî parçeyên din, şêwazek ji xwebirêvebirina saziyî bi pêş xistiye ku xwedî taybetmendiyên "nîv-dewlet"ê ye. Ji bo gelek Kurdên herêmê, ev herêm ji bo demeke dirêj wekî sembola derfeta siyasî û daxwaza bikom xizmet kiriye.

Lê ev aramiya rêjeyî, di bin siya hûnandina nû ya herêmê de, ber bi lawaziyê ve diçe. Nêrînên cuda ji bo ji nû ve hûnandina Rojhilata Navîn li hev diqelibin. Nêrîneke Amerîkî-Îsraîlî hewl dide herêmê ji nû ve bihûne û pêkhateyên desthilatê pênase bike, di demekê de ku aktorên Ewropî, bi taybetî Brîtanya û Fransa, zêdetir alîgirê parastina wê pergala dewletî ne ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem çêbûye.

Di heman demê de dabeşbûna Sunî û Şîeyan roj bi roj kûrtir dibe û dabeşbûna siyasî û civakî zêdetir dike. Ev xetên qutbûyî tenê ne îdeolojîk in, di nav berjewendiyên jeostratejîk û jeopolîtîk de hatine bicihkirin. Di nav vê jîngeha tije hevrikî de, ew metirsî heye ku Herêma Kurdistanê ji "aktorekî serbixwe" bibe "mijarek" ku wekî hêzek ji bo çêkirina bandorê û bikaranîna wekî amrazekê ji aliyê hêzên derve ve were bikaranîn.

Ev "girava hêviyê" ji bo Kurdên cîhanê, niha rûbirûyî lawaziya navxweyî û derveyî bûye. Di navxwe de, dabeşbûna siyasî, nebûna serxwebûna aborî û lawaziya saziyan, şiyana birêvebirina rêkxistî sînordar dikin. Di derve de jî, hêzên herêmî yên rikeber berjewendiya wan di mayîna keyaniya Kurdî ya aram û xwedî serweriya temam de nîne.

Her çend nasname û çanda Kurdî li Herêma Kurdistanê wekî cihên din ne di bin gefa rasterast de be jî lê hilweşîna pêkhateyên dewletî metirsiyeke cuda ava dike. Astengî êdî ne înkarkirina nasnameyê ye, lawazkirina pilebendiya şiyana siyasî ye.

Hebûn lê bê siyaset: Çand di xizmeta pergalê de

Ev stratejî bi taybetî di qada çandî de zelal dibe. Muzîka Kurdî, festîval, kanalên televîzyonê û çalakiyên çandî, îro gelekî zêdetir ji deh salên borî tên dîtin. Aktorên dewletî pir caran teqez dikin ku "ti pirsgirêkên wan bi çanda Kurdî re nîne."

Lê ev derketin ji aliyê erkê ve sînordar e. Çanda Kurdî wekî hûrguliyeke folklorî tê qebûlkirin, ne wekî hilgira wateyeke siyasî. Tecrubeyên dîrokî, travmayên derûnî yên bikom û çîrokên berxwedanê wekî cudahiya çandî tên qebûlkirin, ne wekî hilgirên wateya siyasî.

Çand tê kirin mijareke estetîk li şûna ku wekî mijareke dîrokî miamele pê re were kirin. Tiştê ku serdemekê amrazekî îsbatkirina hebûna bikom bû, dibe hêmanek ji cudahiya rêkxistî ya ji aliyê dewletê ve. Nasnameya Kurdî nayê înkarkirin lê rehendê wê yê siyasî jê tê rûtkirin.

Muzîk: Ji dengê berxwedanê ber bi dengê paşxanê ve

Ev guherîna bi taybetî di muzîkê de diyar e. Stranên Kurdî rojekê hilgirê zimanekî qedexekirî, bîreweriya siyasî û ezmûna bikom bûn. Îro di platformên medyaya civakî, televîzyon û festîvalan de ne lê bi şêwazekî guherî.

Naverokên siyasî yên eşkere bi paş ve kişiyane û mijarên evîn û xemgîniyê serdest in. Muzîk ji aliyê deng ve bi Kurdî dimîne lê şiyana arastekirina xwe winda dike. Ji bo gelek guhdarên ciwan, zimanê Kurdî dibe "kêşeke estetîk" ne "helwesteke siyasî". Ev guherîn tenê çandî nîne, beşek e ji siyaseteke berfirehtir ji bo bêalîkirina naveroka wê ya siyasî.

Zimanê paşerojê û zimanê resen

Bandorên herî mayînde yên vê stratejiyê di asta ziman de derdikevin. Kurdî êdî bi awayekî sîstematîk qedexe nîne, yanî mirov dikare pê biaxive, stranan pê bêje û di medyayê de bi kar bîne. Lê hevdem, Tirkî, Erebî yan jî Farisî wekî yekane zimanê perwerde, birêvebirî, zanist û bipêşketina civakî dimînin.

Ev yek pilebendiyeke nerasterast ava dike: Zimanê dewletê dibe zimanê paşerojê, Kurdî jî dibe zimanê resen û yê borî. Ev guherîn ne bi zorê, bi rêya "hilbijartina aqilane" pêk tê. Ew ên ku li dû bipêşketina jiyanê ne, zimanê serdest hildibijêrin.

Kurdî hêdî hêdî girîngiya saziyî û şiyana veguhastina navbera nifşan winda dike. Tiştê ku wekî biryareke takekesî derdikeve, di rastiyê de berhema pêkhateyeke hûnandî ye û mekanîzmayeke sereke ya siyaseta rêkxistina pêşwext e.

Nasnameyeke nû ya Kurdî di navbera naskirin û bêalîbûnê de

Di encama karê hevbeş ê navbera tevlîkirina siyasî, diyarbûna çandî û pilebendiya zimanzaniyê de, şêwazekî nû ji nasnameya Kurdî derve dikeve holê. Nasnameyek ku hatiye naskirin lê ne parastî ye; derdikeve holê lê ji aliyê siyasî ve hatiye girêdan; destûrdayî ye heta wê dema ku daxwazên pêkhateyî neyne ser zimên.

Siyaseta rêkxistina pêşwext "helandina eşkere" guherandiye ji bo "teşwîqkirina ji bo xweguncandinê". Nasname nayê jêbirin, tê birêvebirin û ji nû ve tê hûnandin.

Di navbera xweguncandin û îsbatkirina hebûnê de

Ev senaryo behsa encameke neguher nake, xwendineke stratejîk a guncav e ji bo geşedanên niha. Siyaseta rêkxistina pêşwext pergaleke girtî nîne û civakên Kurdî jî hêzeke bê bandor nînin li beramberî plana dewletê.

Dîrokê nîşan daye ku Kurdan çendîn caran şêwazên hûr ji bo îsbatkirina hebûna xwe bi pêş xistine, ew jî bi rêya ziman, perwerde, medya û çalakiyên rojane. Xuya dike ku ev şêwaz dê paşerojê zêdetir bibin.

Lewma paşeroja nasnameya Kurdî tenê bi rêya stratejiyên dewletê nayê diyarkirin, encama karê hevbeş ê berdewam ê navbera xweguncandin, berxwedan û afirîneriyê dibe. Ew yek "naskirina bê maf" dibe sedema aramiyê yan jî dibe sedema derketina şêwazekî nû ji îsbatkirina hebûna bikom, di nav dan û standinan de biryar li ser nayê dayîn, di nav jiyana rojane ya nifşên paşerojê de çareser dibe.


(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)