Atmosfêra welatên erebî ne berf e û ne baran e, ne ew atmosfêra romantîk e ku di destpêk û rasta sedsala borî de Om Kelsum, Ebdilhelîm Hafiz û Ferîd Etreş dirust kiribûn, gava xelkê ji evînê hez dikirin û pê re dijiyan. Hingê jin navenda sereke ya evîn û hevjiyanê bûn.
Atmosfêra niha ya welatên erebî tijî toz û bayê kuştin û fetwayên ecêb û daxuyaniyên dijî jinan û dijî etnîkan û bazirganiya jinê di aliyê fîzikî de ye û vekirina ofîsên zewaca ne rewa û demkî ye. Herwiha firotina keç û jinan bi pereyên hindik e, helalkirina lîstikên sêksî ligel keçên zarok e.
Ev hemû bandoreke xerab li ser jinên welatên erebî û jinên wan neteweyên ku ligel wan yan nêzîkî wan dijîn, dikin. Lewma divê em li benda erdhejekê bin. Ji ber ku li hember helwest û fetwayên li dijî jinan grûpeke din peyda bûye û ji qehra van fetweyan xwe tazî dikin û dijayetiya wan hizr û wê rewşenbîriya mêrsalarî dikin ku hewl didin mafê mirovahiyê ji jinan bistînin.
Vê dubendiyê kaoseke exlaqê çêkiriye û jiyana hinek jinan xistiye metirsiyê. Daxuyaniyên li dijî jinan li Kurdistanê beriya welatên erebî derketin, bi awayekî eşkere û ji minberên mizgeftan, gava meleyek dibêje jin heye taxsî ye û jin heye xisûsî ye, yan meleyekî din dibêje jin heye ji tuxmê segê û jin heye ji tuxmê kerê, seg mînaka dilsozî û ker jî mînaka xizmetkirinê ye. Lê em nizanin ew behsa jinên xwe jî dikin yan na!
Ev kultûr bûye sedema kuştin û lêdan û piçûkxistina jinan û bilindbûna rêjeya şîdeta di nav malbatê de. Her çiqasî kultûr û rewşenbîrî hêla bergiriya her civakekê ne, jin jî bi dirêjiya dîrokê hêla bergiriya yekem û hêla ketin û hilweşîna yekem bûn. Ji ber ku civaka îslamî wek hevbeş yan hevrê ligel jinê tevnagere, tew beşekî zêde yê jinên ku di warê hizrî yan siyasî de kar dikin, xwedî çandeke mêrane ne. Di sîstema siyasî û civakî de jî jin rojekê ne hevbeş û danerê wan sîsteman bûn, lê tenê cîbicîkar bûn.
Xerabiya hizrîna li ser hemû tiştên girêdayî jinan dibe sedema kûrkirina sîstema cudakariya di navbera mê û nêr de û piştguhxistina şiyana hizrî û zanistî ya jinan û piçûkkirina rola jinan di warên siyasî, civakî û aborî de.
Ligel pêşkeftina zanist û teknolojiya hevdem, hişê civakê li hember jinê nehatiye guhertin, bi ser de jî kêşeyên jinê zêdetir bûne. Kultûra li dijî jinan bilez bi rêya youtube û Facebook û Twitterê belav dibe û bandoreke neyênî li ser civakê û nemaze li ser mêran dike.
Beşek ji kesên ku daxuyaniyên agirînî li dijî jinan belav dikin, jinan dikin dûvikên mêran û navê wan dixin dû navê heywanan. Ev daxuyanî rêjeya şîdetê di nav civakê de zêde dikin, behaneya van tawanan jî feqeh û şerîeta îslamî ye.
Niha jin di bîra şoreşeke mîna ya “payîza erebî” de ne, ji bo şikandina sêgoşeya pîroz ku xwe di ol, seks û siyasetê de dibîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse