Ji ber binyada xwe ya pirr netewî û çandeyî, Tirkiye welatekî girîng e. Ji ber nexşeya bîrûbaweriyê jî. Erdnîgariya wê û pirsgirêkên herêmê, girîngiya Tirkiyê zêdetir dikin. Çavên patronên dinyayê, her tim li ser e. Çerxe dinyayê, bi hêza aboriyî dizivire. Tirkiyê bi kevneşopî navendeke aboriyên emperyalîst e. Ji ber wan faktoran, hilbijartin girîng e. Eşkere yan veşartî, ew hemû bi awayekî di nav bûyerê de ne.
Çalakiya xweştirîn a demokrasiyê; hilbijartin
Biryarê tu didî. Lê heke hilbijartin bi adîlanê bibe, ji ber ku dikarin bi nêrîna dengdêr bileyizin. Di serdema înternetê de hîlebazî hêsan bûye. Moskovayê, di hilbijartina DYAyê de ji bo Trump dekbazî kiribû. Hetikayiya Facebookê, li ber çav e. Li ser daneyên kesayetî lêkolînên zanyarî dikin û berê dengdêran didin navnîşanên xelet. Li Tirkiyê di dengdayînên du-sê salên dawî de dekbazî bûye bûyereke ji rêzê. Di vê hilbijartinê de jî hilekarî di rojevê de ye.
Hîlebaziya bi darê zorê
Ev, hunerê otokratan e. Dîktator ji hilbijartina şanoyî gellek hez dikin, xwe bi civakê didin pejirandin. Dijber hebin jî nikarin dengê xwe derînin. Polîs, sîxur, leşker, dozger, dadger, çapemenî, televîzyon, dewlet, di xizmeta otokrat de ne. Em bêjin dîsa jî têrê nekir. Pisporên dekbaziya kompîturê, tevlî govendê dibin. Tu nediyê jî, dengê te ji dîktator re diçe. Liberrabûn? Derîyê girtîgehê vekirî ye!
Vêga rewş çawa ye?
Diyardeyên civakî, nîjadî û çandeyî, bi awayekî eşkere li dijî Erdogan in. Bi daneyên dezgehên pispor û bi hawara mîlyonan diyar e, ku pişta aboriya Tirkiyê li erdê ye û pêşeroj tarî ye.
Qeyrana xisletî heye. Ji olê heya siyasetê, ji perwerdê heya dadmendiyê, ji çapemeniyê heya sporê, dezgeh û qada gendelnebûyî, nemaye. Dekbazî û zordarî, pirsgirêkan çareser nakin, tenê derengtir dixin û mezintir dikin.
Pîvanên civakî û siyasî nîşan didin, ku desthilata Erdogan winda kiriye. Heke ew bi ser bikeve, wê ew nîşana serdestiya dekbazî û diziya dengên dengdêran be.
Dewlet bûye dezgeha malbatî. Mirov şîrketa xwe, nake mijara hilbijartinê. Erdogan desthilata xwe naxe nav wê xeterê. Diyar e, ku ji dengdêrên xwe zêdetir, wî pişta xwe bi zordarî û hîlebaziyê ve girê daye. Ne tenê partiyên dijber lê hemû hilbijêrên dijber, divê di vê mijarê de zêde zêde hişyar bin.
Tevî kêmasî û pirsgirêkên xwe jî, demokrasî xweş e. Lê heke dengên te, heviya te, pêşeroja te bidizin? Mirov dibêje qey li himber dekbaziyê dest û piyên partiyên dijber girêdayî ye. Ji dubarekirina hêviyê naborin. Dadiqurçînin. Newerin gaveke pêştir bavêjin. Heke dîsa dekbazî bibe? Hişyarî! Yê bi dekbazî bûye serdest, çima êdî hilbijartinê beredayî nebîne? Dijber, têgihiştî û amadekarên vê talûkê ne?
Rêya li ber Kurdan
Bi partiyên siyasî yên tirk re serpêhatiya kurdan, 130-140 salî ye. Her carê Kurd xapandin. Vê carê jî diyarde ew e. Bila ti kes nekeve bendewariyên pûç. Hûnê bêjin, jixwe Kurd ji wan ti hêviyê nakin. Ma hingê derdê min çi ye?
Desthilata îro, rê li ber her gavavêtinê digre. Dewlet bi dest xistiye, lê ji ber binyad û xisleta xwe, nikare pirsa kurd çareser bike. Pêdîvî bi dînamîkên nû heye. Civak, ji aliyê wan dînamîkan ve berhemdar e. Desthilat bi zordarî û bi birçîbûnê, rê li ber wan digre. Divê ew astengî rabe. Desthilat biguhere, daxwaza partiyan çibe jî, wê nikaribin rê li ber hêzên-ji-girtîtiyê filitî bigrin.
Ji ber taybetmendiyên navborî, Tirkiye li Rojhilata Navîn dewleteke sereke ye. Lê rola xwe bi awayekî gellek xerab leyist. Desthilat biguhere, wê bandora xwe li hemû herêmê bike, bêhtirî jî li Kurdistana Rojava û Başûr, ji ber ku ew hemû planên xwe li ser wan diceribîne.
Çiqas teng be jî, hewcedariya Kurdan bi aramiyê heye. Ez ne di wê rewşê de me ku ji Kurdan re bêjim, vê an wê bikin. Lê bi bîr tînim: Sebr û rikoyî, hêza xizanan e. Derfet heya misqalekê be jî, tola xwe ji ruxînerê tirbên we bistînin. Dengek dengek e, dibe encama wê mezin be.
Heke dîsa wêrankerê tirban bi ser bikeve, wê ew li himberî Kurdan berhema nîjadperestî û artêşperestiya tirk be. Hêvî dikim, encam gorî dilê me be.
(Ramanên nivîskar ayidî nivîskar in, Tora Medyayî ya Rûdawê ji ramanên nivîskar ne berpirsyar e.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse