Medyaya Kurd û Tirşîna Diya Min
Nizanim dema ku Napoleon Bonapart digot "Yek rojname ji sed lîvayan zêdetir min ditirsîne" rasterast behsa çi dikir. Yan jî di heyama wî de rojname bi çi mebestê derdiket, ne aşkere ye. Lê diyar e ku vî fermandarê dîrokî behsa hêza medyayê dikir.
Medya wek hêza 5emîn çerxa felekê gelek caran çep zivirandiye û gelek caran rûpelên dîrokê qurçimandiye. Di sedsala dawîn de şoreş jî, guherîn jî heta avakirina netewan jî bi saya ser û tesîra medyayê hatiye pêkanîn. Serokê Amerîkayê Bill Clinton bi manşetekê têk çû, Menderes ( serokwezîrê berê yê Tirkiyê) bi sernûçeyekê hat dardakirin, Ahmet Kaya bi sermanşetekê hat sirgûnkirin. Li Ewropa gelek guherîn, li Başûrê Amerîkayê gelek serhildan, li Asyaya Dûr gelek geşedan bi navgîniya medyayê qewimîn.
Îcar li cîhanê ewqas tişt bi medyayê pêk hatin, ka li Kurdistanê çi bû, çi guherî? An jî gelo medyaya Kurd çiqas xwe kemiland ku van bandoran jî bike? Îro dema tu bêjî medya, du tişt tên bîra merivan; Nivîskî û dîtbarî. Mala xwedê ava ku çapemenîya kurd a dîtbarî jî nivîskî jî heye. Lê mixabin ne Kurdan hêza medyayê baş fehm kir ne jî bi medyayê li Kurdistanê şoreşek civakî bû. Her çiqas hejmara rojname û kanalên kurdan zêde be jî, bi ya min, têra hejmara xwe tesîr li kurdistaniyan nekir û di warê ziman û hişmendîya netewî de xizmeta pêwîst nehanî cîh.
Kanalên mîna Stêrk, Ronahî, Rûdaw, MedNûçe, K24, Kurdistan, Kurdsat, Newroz, Waar, KNN, NRT, KurdMax, Jîyan, Zagros û Gun TV hene, Rojnameyên nola Azadiya Welat, Hawlatî, Xebat, Hewlêr, Kurdistanî Nwê û Bas Nûçe, ajansên wek ANF, PukMedia, DÎHA, Peyamnêr, KurdPress, BasNews û RojNews kar dikin lê bi qasî hejmara xwe bandorê li kurdan nakin.
Ji ber ku wek dilê gelê me weşanê nakin, dîsa bi ya min miletê me kanalên xwe temaşe nake, rojnameyên xwe naxwîne. Ji xeynî ehlê medyayê, kesek kanalên kurdî naşopîne û li Bakurê Kurdistanê ku 20 milyon Kurd hene tîraja Azadîya Welat 2 hezar 500 e!
Dema ez li zanîngehê bûm dîya min bona min tirşîn şandibû, gelekî tirş û tûj bû. Min li ser xatêrê dayê nedihavêt jî lê min nedikarî bixwim jî. Ew tirşîn salekî zêdetir li malê bû lê min dest jî nedidayê. Bi ya min kanal û rojnameyên me jî wisa ne, gel li ser xatirê Kurdî di televîzyona xwe de van kanalan dixe rêza yekem lê belê temaşe nake. Ne davêje ne jî dişopîne. Rojname jî wisa ne. Ger medyaya civakî jî nebûya halê me yeman bû.
Sedema vê yekê divê baş were lêkolînkirin. Her çiqas çapemeniya kurd li sirgûnê dest pê kiribe jî, divê bi kanal, bername, rojname û naveroka xwe bikaribiya têketa malên kurdan. Jixwe di destpêka salên 90î de, Turgut Ozal (serokomarê kurd ê Tirkiyê) gelek peyk şandin bajarên Bakur û digot "Êdî em di malên kurdan de ne, emê bi rihetî wan bikin tirk." Wî jî hêza çapemeniyê baş dizanibû.
Tevî hemû astengî û sansuran, medyaya kurd şipiya ma. Ev yek ne bes e, lazim e bernameyên têkilî netew û gel, çand û kelepor û dîrok û gencîneyê, ziman û devokan xebat û weşan bên kirin ku gel xwe tê de bibîne. Wekî tim tê gotin, kemiyet na, keyfiyet girîng e. Jixwe ez nayêm ser meseleya kanalên zarokan, mijareke din e û ji her tiştî lezgîntir e.