Bihabûn û krîza kêmbûna xwirekê li cîhanê
Îhtîmala dirêjbûna dema şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê, asoya bipêşketina aboriya cîhanê ya îsal û sala bê jî dixe bin bandora xwe. Bêguman derbasnebûna keştiyan a di Tengava Hurmizê re, dê bibe sedema bihabûn û kêmbûna xwarinê li cîhanê ku ev yek Herêma Kurdistanê û Îraqê jî li xwe digire.
Roj bi roj encamên derbasnebûna keştiyan a di Tengava Hurmizê re û nediyariya dan û standinên li ser tevgera bazirganiyê ya di wê tengavê de, wisa kiriye ku nirx bi awayekî mezin bilind û nizm bibin. Eger di destpêkê de bandora wê ya rasterast li ser petrol û gazê bûbe, ew niha gef e li ser ewlehiya xwarinê ya cîhanê û metirsiya belavbûna bihabûnê çêkiriye.
Çimkî ew tiştê ku di Tengava Hurmizê re ji vê beşa cîhanê derbas bûye ne tenê petrol û gaza xwezayî ya şil (LPG) bûye, belkî komek madeyên xav û kîmyayî yên din jî hatine veguhastin ku rola wan a sereke di rêje û berhemên xwarinê yên li cîhanê de hene. Wekî mînak: Gubreyên kîmyayî, fosfat, amonyak, asîda sulfurîk û hwd.
Li gorî Koma Banka Cîhanî, bilindbûna nirxê petrol û gazê, tê wateya bilindbûna bihayê made û kel û pelên din. Wekî mînak, meha Adara 2026an nirxê îndeksa enerjiyê ji sedî 41,6, nirxê madeyên xwarinê ji sedî 2,7 û gubreyên kîmyayî ji sedî 26,2 bilind bûye. Ev jî bandoreke mezin li ser rêjeya berhemên çandiniyê û nirxê madeyên xwarinê di dema niha û mehên bê de dike.
Ev nediyariya ku niha derketiye holê, bandoreke mezin li ser nirxê madeyên xwarinê yên di bazar û marketên cuda yên cîhanê de dike. Çimkî ew zêdebûna ku çûye ser madeyên xav û gubreyên kîmyayî, wisa li cotkaran dike ku ji ber bilindiya nirxan plana çandiniyê kêm bikin yan jî berhemên xwe bihatir bifroşin.
Bihabûn û kêmbûna madeyên xwarinê jî dê encamên cuda li ser welatan hebin. Wekî mînak, eger bihabûn li welatên bipêşketî çêbibe bandoreke wê heye lê eger li welatên kêmderamet û nûbipêşketî çêbibe, ew dê bibe sedema belavbûna birçîbûnê û zêdebûna xizaniyê.
Îraq û Herêma Kurdistanê di nav rêzbendiya 226 aboriyên cîhanê de, di hawirdekirinê de pileya 57an û di hinardekirinê de jî pileya 39an girtiye, wate rêzbendiya wê ya hawirdekirinê ji ya hinardekirinê pêştir e.
Rast e ku Îraq di rêzbendiya pêşî ya hinardekarên cîhanê de ye, lê belê ev ne nîşandereke dilxweşker e, çimkî ji sedî 99,7ê hinardeya wê ji petrol û berhemên petrolê pêk tê û ev yek jî tekçavkanîbûna di dahat û hinardeyê de nîşan dide ku ev jî di demekê de ye ku welat hemû cureyên kel û pel û xizmetguzariyan, heta bi berhemên petrolê jî hawirde dike.
Bandora li ser bazarên navxweyî
Pirrengiya hawirdekirinê û yekberhemiya hinardekirinê wiha kiriye ku Îraq ji bo madeyên xwirekê pişta xwe bi derve ve girêbide da ku pêdiviyên navxweyî dabîn bike û bilindbûna bihayên cîhanî rasterast di nav bazaran de deng vede.
Vê yekê heta bandor li ser sebze û fêkiyên elweyên Silêmanî û Hewlêrê jî kir ku du navendên mezin ên belavkirina sebze û fêkiyan in ji bo bajarên Herêma Kurdistanê û parêzgehên naverast û başûrê Îraqê.
Tengava Hurmizê û rola Kendavê ya di xwarina cîhanê de
Girtina Tengava Hurmizê tenê nabe şoka nirxên enerjiyê, belkî dibe şokeke yek li pey yekê ji bo cîhanê. Bi taybetî jî ji bo pergala xwarinê ya cîhanê û hat û çûna kel û pel û madeyên xwarinê ku dê bandoreke mezin li ser asayîşa xwarinê, berhemanîna çandiniyê û bazara cîhanê bike.
Aborînasê Rêxistina Xwarin û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) Maximo Torero dibêje: "Welatên Kendavê nêzîkî nîvê bazirganiya madeya sulfurê li cîhanê dabîn dikin ku madeyeke sereke ye ji bo asîda sulfurîk û gubreyên kîmyayî û fosfatê ku berhemanîna xwarinê û berhemên çandiniyê pişta xwe pê ve girê didin."
Îsal di rojên beriya şer de bi giştî 84 keştî, di rojên şer de 5 keştî û di dema agirbestê de jî 7 keştî di vê tengavê re derbas bûne. Wate hîn jî hejmara wan keştiyên ku petrol û gaz, kel û pel û madeyên cuda veguhastine li gorî rojên beriya şer ji sedî 92 kêm bûye. Her wiha 20ê vê mehê tenê du keştî di tengavê re derbas bûn.
Welatên Kendavê beriya vî şerî zêdetir wekî welatên berhemdêr û hinardekarên petrol û gazê (Oil State) dihatin naskirin. Lê girtina Tengava Hurmizê rola welatên Kendavê ya di aborî û asayîşa xwarinê ya cîhanê de bi awayekî wisa derxist holê ku cîhan û armancên şer jî ber bi asayîbûna rewşa Tengava Hurmizê ve biguherin.
Çimkî currecoriya van welatan û navendbûna wan a di bazara dabînkirina madeyên xav û berhemên petrolê de, li gel petrol û gazê, sedema sereke ye û kargeh û pîşesaziyên cuda yên ji Asya û Ewropayê heta Tirkiyeyê pişta xwe pê ve girê didin.
Qelsiyeke din a Îraqê
Li gorî amarên Banka Navendî ya Îraqê (CBI), salane Îraq nêzîkî bihayê wê petrola ku hinarde kiriye, kel û pel û madeyên xwarinê hawirde kirine. Wekî mînak sala 2023yan bi bihayê 115,9 milyar dolarî hinardekirin hebûye, li beramberî wê bi 95,5 milyar dolarî hawirdekirin hebûye.
Bilindbûn û nizmbûna hinardekirin û hawirdekirinê heta radeyekê venedana hev in. Çimkî wê sala ku dahata petrolê kêm bûbe, rêjeya hawirdekirina kel û pelan ji aliyê Îraqê ve jî kêm bûye. Wekî mînak sala 2024an bihayê giştî yê hinardekirinê 96 milyar dolar bûye, li beramberî wê hawirdekirin jî 85 milyar dolar bûye. Her wiha salên 2015 û 2020î jî bi heman awayî venedana wê hebûye.
Di nav wan hezar û yek kel û pelên ku Îraq salane ji derve hawirde dike de, madeyên xwarinê li pey otomobîl û kel û pelên elektronîk di rêza sêyem de tên. Wekî mînak, sala 2024an bi bihayê 1,64 milyar dolarî birinc hawirde kiriye, ardê spî bi bihayê 456 milyon dolarî, genim bi bihayê 265 milyon dolarî û çay jî bi bihayê 237 milyon dolarî hawirde kiriye.
Nexşeya 1: Hawirde û hinardeya Îraqê ji 2005an heta 2025an / bi milyar dolarî
(Ji ber ku Banka Navendî ya Îraqê amarên salên 2025 û 2026an belav nekirine, li ser bingeha Koma Banka Cîhanî hatine wergirtin û sala 2026an hatiye texmînkirin).
Nirxên cîhanî û bandora wan a li Hewlêr û Silêmaniyê
Ji sala 1960î ve Koma Banka Cîhanî mehane rapora nirxên hemû madeyên xwarinê, kel û pel û madeyên sereke yên li cîhanê belav dike. Di rapora xwe ya Nîsana 2026an de amaje bi bilindbûna hemû îndeksên cureyên enerjiyê (petrola xav a brent û Teksasê, gaza xwezayî ya Ewropa û Amerîkayê, gaza xwezayî û LPG) kiriye.
Her wiha nirxên madeyên xwarinê (genim, birinc, şekir, pirteqal û mûz, goştê berx, mirîşk û golikan), gubreyên kîmyayî û berhemên kanzayî jî bilind bûne. Li beramberî wê tenê îndeksa vexwarinên gazî û şilemeniyan (qehweya Arabica, çay, kakao) daketiye.
Li gorî rapora Banka Cîhanî, meha Adarê li gorî Sibata 2026an, hemû cureyên enerjiyê ji sedî 41,6 û berhemên din ên derveyî enerjiyê ji sedî 2,53, çandinî ji sedî 1,49, madeyên xav ji sedî 0,01, gubreya kîmyayî ji sedî 26,2 û kel û pel ji sedî 1,38 bilind bûne. Lê belê berhemên gazî û şilemeniyên cuda ji sedî -1,52 daketine.
Bilindbûna nirxê madeyên xwarinê yên wekî sebze û fêkiyan meha Adara 2026an li Îraq û Herêma Kurdistanê jî hebûye. Bi awayekî ku li gorî nirxên elweyên Silêmanî û Hewlêrê nirxê nêzîkî 71 berhemên navxweyî û hawirdekirî guheriye.
Arasteya hinek berhemên wekî firingî, mûz, zebeş, xiyar, îsotên tûj, acûr û sêvên kesk li Hewlêrê di navbera ji sedî 18 heta ji sedî 50yî de bilind bûye. Li beramberî wê, narincî, bacanên reş û fasûlyeyên ter di navbera ji sedî 17 heta ji sedî 51ê de daketine.
Li Silêmaniyê jî bi heman awayî, nirxê bacanên sor, xiyar, îsotên şîrîn û tûj, acûr û sêvan di meha Adarê de li gorî meha Sibata 2026an ji sedî 4 heta ji sedî 78 bilind û nizm bûye. Li beramberî wê, narincî, bacanên reş û fasûlyeyên ter ji sedî 18 heta ji sedî 51ê daketine.
Ev guherîn jî venedana wan guherînan e ku di nirxên cîhanî de derketine holê. Tevî rûyê wê yê duyem ku xwestek û xistinebazarê ye, hîn jî ew şoka kêmbûna madeyên xav ên kargeh û çandiniya cîhanê rû nedaye.
Nexşeya 2: Guherîna nirxên 20 berhemên navxweyî û hawirdekirî yên zebze û fêkiyan li elweya Silêmaniyê
(Têbînî: Nirxên 71 berhemên navxweyî û hawirdekirî bilindbûn û nizmbûn bi xwe ve dîtiye, li vir tenê berhemên sereke yên rojane hatine pêşkêşkirin).
Ev rewşa nû ya Tengava Hurmizê hem ji aliyê hawirdekirinê hem jî ji aliyê hinardekirinê ve bandoreke mezin li ser Îraq û Herêma Kurdistanê dike. Çimkî ji xeynî ku heta niha ji sedî 80yî hinardeya xwe ya petrolê ji dest daye, alternatîva hinardekirinê tenê yek li ser heftê wê rêjeyê ye ku beriya şer hinarde dikir.
Di heman demê de hawirdekirina kel û pelên ku di wê rêyê re dihatin jî ji dest daye û lê giran bûye. Bi taybetî jî berhem û madeyên xwarinê ku di bazarê de roj bi roj nirxê wan ber bi bilindbûnê ve diçe.
Nameguhertin û dan û standinên Amerîka û Îranê yên bi navbeynkariya welatan di rojên bê de, çi qasî bala wan li ser wê rewşa Tengava Hurmizê be ew qas ne li ser pirsên din e. Wekî ku Kurd dibêjin “Hemû rê diçin Baneyê”, lê niha hemû rê diçin Tengava Hurmizê.
Rast e rewşa derbasbûna keştiyan venagere beriya şer lê dê desthilata Îranê ya li ser vê tengavê di paşerojê de çawa be, gelekî girîng e. Çimkî ne tenê petrol û gaz tê veguhastin, belkî yek li ser sêyê wê gubreya kîmyayî ya ku ji bo berhemanîna xwarinê ya li cîhanê tê bikaranîn, di Tengava Hurmizê re tê veguhastin û ew berhem û kel û pelên ku li wî aliyê cîhanê tên berhemanîn, tê re tên bo welatên bikarhêner.
Qelsiyên Îraqê roj bi roj zêdetir derdikevin holê, ji wan jî nebûna alternatîveke rêya hinardekirina petrolê û kêmbûna dahatê ne. Ev jî metirsiyeke mezin a li ser zêdebûna rêjeya xizaniyê û kêmbûna derfetên kar ji ber rawestandina projeyan tîne holê, her wiha enflasyon û bilindbûna nirxê kel û pel û madeyên cuda û berhemên xwarinê zêdetir bilind dike.
Agirbesta du heftan a Amerîka û Îranê (ku niha ji bo demeke nediyar hatiye dirêjkirin) ya ji bo rawestandina şer, wisa kir ku nirx piçekî ber bi daketinê ve biçin. Lê belê serhildana ji nû ve û dirêjkişandina vê nediyariya niha ya li Tengava Hurmizê, bihabûn û kêmbûna xwarinê li cîhanê bi xwe re tîne. Welatên bikarhêner û hawirdekar jî dê zêdetir bi destê bilindbûna nirxan û kêmbûna rêjeya wan binalin.