Hişê çêkirî û pergalên jîr çawa şêwaza Şerê Îranê guherand?

"Ji dema biryardayînê heta avêtina bombeyan, tenê 60 çirke pêwîst in." Ev gotina xebatkarekî berê yê MOSSADê ye dema ku qala destpêkirina operasyona "Xezeba Destanî" dikir.

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ku 28ê Sibata 2026an dest pê kir û di roja yekem de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê hat kuştin, bi lezeke wisa hat bicihanîn ku pênaseya "armanckirina leşkerî" di sedsala bîst û yekê de guherand.

Niha piştî nêzîkî du mehan, tevî wê hemleya dîplomatîk a li Îslamabadê heye jî, ti aso ji bo bidawîhatina şer diyar nîne. Her çend agirbest hatibe dirêjkirin jî, komputer û pergal bi rêya algorîtmayên xwe yên aloz û hûr her mijûlî destnîşankirina armancan in ji bo lêdanê.

Di şerê Îranê de komkirin û proseskirina zanyariyan û destnîşankirina armancên şer, bi taybetî bi rêya du modelên hişê çêkirî, Mythos û Maven, tên kirin. Van her du pergalên jîr ji bo heta hetayê şêwaza şerkirinê guherandine.

Yekemîn şerê algorîtmayî

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ji aliyê şîrovekaran ve wekî "yekemîn şerê algorîtmayî û hişê çêkirî" tê naskirin. Lez, hejmar û hûrbûna êrişan bi saya pergalên hişê çêkirî bi awayekî berbiçav zêde bûye. Tevî vê yekê, leza biryardayînê û pişta xwe girêdana bi hişê çêkirî, metirsiyeke mezin li ser xelkê sivîl jî çêkiriye.

Her mûşekeke ku tê avêtin, her droneke ku li ser navçeyeke armanckirî difire, her pêwendiyeke telefonê ya ku hatiye hackkirin û her wêneyekî peykan, bi dehan terabayt zanyarî çêdikin ku bi awayekî rasterast tên wergirtin û proseskirin. Ti tîmeke mirovî nikare bi wê lezê wê pêla zanyariyan proses bike bi awayekî ku di warê taktîkî de sûdê jê wergire.

Serokê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper bi eşkereyî dibêje: "Pergalên hişê çêkirî alîkariya leşkerên Amerîkayê dikin ku di çend çirkeyan de di nav hejmareke matmayîker a zanyariyan de bigerin da ku serkirdeyên me karibin biryarên jîrtir û leztir bidin, beriya ku dijmin karibe bertekekê nîşan bide." Cooper dibêje, ew biryarên leşkerî yên ku berê demjimêrekê an jî carinan çend rojan dikişandin, niha daxistine çend çirkeyan.

Li gorî rojnameya Washington Postê, pergala jîr "Maven" a ser bi şirketa "Palantir"ê ve, tenê di 24 demjimêrên ewil ên şer de alîkariya fermandarên Amerîkayê kiriye ji bo destnîşankirina hezar armancên Îranî.

Ji bo ku em vê bixin çarçoveyeke dîrokî, Birêvebirê Teknolojiyê yê şirketa Palantirê bi xwe bi eşkereyî dibêje, "Di Şerê Duyem ê Kendavê de, plankirina ji bo hezar armancî, pêwîstî bi şeş meh karkirina 50 heta 100 şîrovekaran hebû. Di operasyona 'Xezeba Destanî' de, heman hewldan ji bo du qatên wan armancan tenê ji aliyê kesekî ve di nava du hefteyan de hatiye kirin."

Mythos, ew mêjiyê ku ji şer leztir difikire

Mythos modeleke mezin a zimanî ya pêşeng a şirketa "Anthropic"ê ye ku bipêşxistineke pêşketî û nepenî ya "Claude AI"ya şirketê ye ku tê naskirin û gelek kesên asayî wê bi kar tînin. Di demekê de ku Claude ji bo guftûgo, lêkolîn û hizirkirinê hatiye çêkirin, Mythos ji bo qadeke tarîtir hatiye bipêşxistin; analîzkirina kûr, naskirina nexşeyan di nav komên mezin ên zanyariyên nerêxistinkirî de û sûdwergirtina ji valahiyên ewlehiyê di astekê de ku afirînerên wê bi xwe jî tûşî dilgiraniyê kirine.

Li gorî analîzên teknîkî, Mythosê şiyanek nîşan daye ku ew qas şokker e ku nabe di destê her kesî de be. Ev pergala jîr bi awayekî serbixwe kariye hezaran valahî û pirsgirêkên girêdayî ewlehiya pergalên komputerê bibîne û destnîşan bike ku endezyarên komputerê 27 sal in pê nehesiyane. Ev bernameya komputerê eger di destê kesên ku piçekî ji komputerê fêm dikin de be, dibe ku bi asanî karibin her komputer û pergalekê pê hack bikin.

Mythos di nav pergaleke din a jîr de bi navê Maven kar dike ku berhema şirketa Palantirê ye. Palantir ew pergal e ku qada şer dixwîne û analîzê ji bo wê dike. Şîrovekarekî ku bi Maven û Mythosê kar dike, pêwîstiya wî bi lêgerîn û analîzkirina bi sedan û hezaran rûpel û zanyariyan nîne ji bo ku encamekê bi dest bixe, tenê pirsekê dipirse bi wî awayê ku generalek ji efserkî bilind ê îstixbaratê dipirse.

Mythos bi alîkariya hêza analîzkirinê ya Mavenê wêneyên peykan, îşaretên îstixbaratî, zanyariyên cografî û nirxandinên berê yên êrişan kom dike ji bo bersiveke guncav û li pêş. Ev pergala jîr bi tenê di nava çend çirkeyan de şîrovekarê qada şer ji çalakî û tevgereke leşkerî ya gumanbar a di wêneyên peykan de, agahdar dike û bi awayekî otomatîk pêşniyar dike wekî mînak droneke sîxuriyê ji bo wê derê were şandin an jî were armancgirtin.

Mythos wekî mêjî û stratejîst

Ew tomarên vîdeoyî yên ezmûnî yên ku ketine destê kovara "Wired"ê, nîşan didin ku Mythos wekî modeleke zimanî di jîngeha nepenî ya asta 6an a Palantirê de kar dike. Ev jî rê dide plansazên leşkerî ku pirsan ji navendên îstixbaratî bikin û kurteya taktîkên şer bi zimanê Îngilîziyeke sade wergirin.

Mythos di bingeh de stratejîst e. Tiliya wî li ser tetikê nîne, belkî dibêje kî bikin armanc û çima divê bibe armanc û vê yekê jî ew qas bi hûrbûn û lez dike ku şîrovekirina tîma îstixbaratî ya mirovî dibe ku bi çend rojan jê re çênebe.

Maven wekî demar û cîbicîkar

Di demekê de ku Mythosê Anthropicê wekî "mêjî" ye ji bo analîzên kûr û hûr, pergala jîr a Maven (MSS) ku ji aliyê Palantirê ve hatiye çêkirin û tê birêvebirin, demara şerê 2026an ê Îranê ye. Ew platformek e ku hezaran xalên zanyariyê di nav yek "zincîreya kuştinê" (Kill Chain) de kom dike.

Maven zanyariyan ji zêdetirî 150 çavkaniyan werdigire, di nav wan de wêneyên peykan, vîdeoyên ku bi rêya dronan hatine wergirtin, radar, hestewerên (sensor) jîr, îşaret û zanyariyên îstixbaratî û zanyariyên cografî ku hemû di dema rasteqîn de di nav yek wêneyê operasyona hevbeş de tên yekkirin.

Maven wekî bernameya "Google Earth"ê ye ji bo şer. Nexşeyeke zindî ye ku her xaleke sor a tê de zanyariya bilindahiya erdê, pileya metirsiyê, cureyê çekê ji bo lêdanê û pêşniyara êrişê li ser e û di her çirkeyekê de tê nûkirin.

Berpirsê Bilind ê Dîjîtal û Hişê Çêkirî yê Wezareta Şer a Amerîkayê Cameron Stanley, bi eşkereyeke kêmwêne guherînê wesif dike: "Em ji asta destnîşankirina armancê gihiştine asta pêşniyarkirin û çawaniya lêdana li armancê, hemû jî tenê bi rêya yek pergaleke yekgirtî."

Amarên karkirina Mavenê di şerê Îranê de matmayîker in. Pergala dîtina komputerî, hejmara proseskirina armancan ji kêmtirî 100 armancan di rojekê de ji bo 1000 armancan bilind kiriye. Piştî tevlîkirina modelên mezin ên zimanî yên wekî Mythosê, ew hejmar bo 5 hezar armancan di rojekê de bilind bûye.

Maven bi pergaleke pêşniyarkirina erkan ve hatiye girêdan û bi rêya wê pergalê pêşniyar dike ka kîjan balafira bombeavêj û kîjan teqemenî ji bo kîjan armancê bê bikaranîn. Maven tenê armanca te ji te re destnîşan nake, belkî pêşniyar dike ka tu dê çawa jî lê bidî, bi kîjan çekê û bi kîjan şêwazê. Tê gotin ku Firqeya 18an a Asmanî ya Amerîkayê kariye bi 20 kesan heman hejmara armancan bike ku di dema Operasyona Azadiya Îraqê de pêwîstî bi komeke îstixbaratî ya 2000 kesî hebûye.

Hêza Maven û Mythosê di yekbûna wan de ye. Mythos, ku bi rêya platforma nepenî ya hişê çêkirî ya Palantirê di nav Mavenê de hatiye çandin û wekî motora analîzkirinê ya Mavenê kar dike. Mythos hiş û hêza hizirkirinê ye. Di demekê de ku hestewerên Mavenê berê bersiva "çî?" û "li kû?" dane, Mythos ew beş e ku bersiva "çima?" dide.

Bînin ber çavên xwe kameraya droneke çavdêriyê, baregeheke leşkerî destnîşan dike. Amûrên komputerî yên Mavenê wekî navendeke fermandarî û kontrolê baregehê dabeş dikin. Mythos zanyariyê bi îşaret û zanyariyên îstixbaratî û pêwendiyên hackkirî re berawird dike, texmînkirinê ji bo ziyanên alîkî dike û piştre pêşniyareke hûr pêşkêş dike ka ew baregeha leşkerî çawa bê lêdan.

Pevçûna bi Koşka Spî re

Li vir çîrok rehendeke wisa werdigire ku ti nûçegihanekî şer nedikarî senaryoya wê binivîse. Hevdem li gel êrişkirina ser Îranê, îdareya Trump ket nav milmilaneyeke tund a eşkere bi şirketa Anthropicê re. Ev nakokî piştî wê hat ku şirket rijd bû li ser wê yekê ku modelên hişê çêkirî ji bo çeka bi temamî serbixwe û çavdêriya bikom neyên bikaranîn. Washingtonê şirket xist nav lîsteya reş wekî "metirsî ji bo asayîşa neteweyî" û bi pratîkî karkirina bi hikûmetê re qedexe kir.

Tevî vê yekê Claude her di nav pergala jîr a Mavena Palantirê de ma û armanc ji bo operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê destnîşan dikirin. Ji ber girîngiyê, Wezareta Parastinê nedikarî wê bide alî heta ku cîgirekî ji bo wê dibîne.

Birêvebirê Cîbicîkar ê Anthropicê Dario Amodei bi vê nakokiyê mikur hat. Ew dibêje: "Di komek haletên sînordar de, em bawer dikin hişê çêkirî dikare nirxên demokratîk têk bide, ne ku parastinê li wan bike." Bersiva Pentagonê jî wekî her tim bi eşkereyî bû. Berdevkê Pentagonê Kingsley Wilson ragihand: "Şervanên Amerîkayê her dem nabin dîlên destê birêvebirên teknolojiyê û îdeolojiya Silicon Valleyê. Em biryarê didin, em dê serdest bin û em dê bi ser bikevin."

Baca sivîl û tomara exlaqî

Leza şerê algorîtmayî ne bê bace ye û bace jî bi jiyana xelkê sivîl tê pîvan. Nîgeraniyên derbarê bikaranîna hişê çêkirî di dema êrişa li ser xwendegeha keçan a "Şeceretû Teyyîbe" ya li Mînabê, li başûrê Îranê de mezin bûn. Di wê êrişê de herî kêm 168 kes hatin kuştin ku piraniya wan zarok bûn.

Di dema konferansa AIPCON a şirketa Palantirê bi xwe de, berpirsekî Wezareta şer nexşeyeke Mavenê ya Îranê nîşan da ku bi dehan armancên nîşankirî tê de bûn ku yek ji wan tam li ser wê navçeyê bû ku digihêje Mînabê. Pergala hişê çêkirî ew cih xistibû nav lîsteya armancan. Êriş jî hatibû pejirandin. Ewê ku kî dê berpirsyariyê hilgire, pirsek e ku ne dadgehan û ne jî raya giştî ya Amerîkayê hîn bersiva wê nedaye.

Zêdetirî 120 endamên Encûmena Nûneran ên ser bi Demokratan daxwaza bersivdanê kirin derbarê wê yekê ku gelo hişê çêkirî hokar bûye di wê êrişê de yan na. Alîkarê Birêvebirê Cîbicîkar ê Navenda Asayîşa Nû ya Amerîkayê Paul Scharre, bi eşkereyî got: "Hişê çêkirî şaşiyan dike. Pêwîstiya me bi mirovan heye ji bo pişkinîna hûr a hişê çêkirî, dema ku mesele jiyan û mirin be."

Şerê Îranê di eniyeke duyem de jî hatiye kirin, eniya zanyariyan ku tê de hişê çêkirî ne ji bo wêrankariyê, belkî ji bo çewtekariyê wekî çek hatiye bikaranîn. Îran ku ji aliyê şiyana leşkerî ya kevneşopî ve di bipaşveçûnê de bû, hişê çêkirî bi kar anî ji bo nîşandana hêzeke ku tine bû; vîdeoya sexte ya êrişa mûşekî ya Îranê ya li ser keştiyên cengî yên Amerîkayê, wêneyê çêkirî yê peykan ê bingehên Amerîkayê li Kendavê û hemleya rêxistinkirî ji bo tije kirina medyaya civakî ku armanca wê lawazkirina piştgiriya giştî ya ji bo şer bû. Du pergalên hişê çêkirî di vî şerî de çalak bûn; yek ji wan ji bo kuştinê hatiye çêkirin û ya din jî ji bo çewtekariyê, ku hevtêb û di bin yek asmanekî de li dijî hevdû vî şerî bi rê ve dibin.

Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê