Îraq nikare bê alî bimîne
Bi destpêkirina şerê rasterast ê di navbera Îran û Îsraîlê de, bi qasî ku baldarî li ser êrişên mûşekî û asmanî yên her du welatan li ser hev e, çavê cîhanê li ser wê yekê ye ka ev şer dê berfirehtir bibe yan na?
Ji ber ku di rastiyê de xwezaya nakokî û hevrikiya di navbera welatan de, cîhan li ser du eniyan parve kiriye, Îran û Îsraîl jî di vê dabeşbûn û hevrikiyê de her yek ji wan ser bi yek ji blokên cîhanî ye.
Ji ber vê yekê pirsa girîng di vê rewşê de ew e gelo tê çaverêkirin şerê di navbera van her du welatan de bibe sedema pevketina blokên cîhanî yan jî di navbera van her du welatan de bimîne?
Wekî daneyekê eger ji şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de nirxandin jê re were kirin, ku ew jî di wê hevsenginya cîhanî de ne tenê ser bi her du bereyên cuda yên cîhanê ne, çi bigire Rûsya serokatiya komekê dike û Ukrayna jî nûnertiya koma din dike, tevî wê yekê ku Koreya Bakur di pratîkê de bi hêza xwe ya leşkerî ji bo piştevaniya Rûsyayê çû nav şer û welatên Ewropayê jî bi çek û pereyan piştgiriya Ukraynayê dikin lê dîsa jî şerê di navbera wan de derbasî welatên din nebûye. Ji ber vê yekê eger tenê ew dabeşbûna li ser koman wekî pîvan were girtin, nayê çaverêkirin ku şerê di navbera Îran û Îsraîlê de berfireh bibe.
Her çend xwezaya hevrikî û nakokiya di navbera Îsraîl û Îranê de xwedî paşxaneke dûr û dirêj e ji arîşeya di navbera Ereb-Îsraîlê bo nakokiya cîhana Îslamî û Îsraîlê û paşê zêdebûna bo hevrikiya Tehran û Tel Avîvê lê li vir jî ne mimkun e ku hevkêşe bi wê şêweya giştî were sêwirandin ku şerê cîhana Îslamî û Cihûyan e, ji ber ku piştî ku di çend dehsaliyên borî de Komara Îslamî xwedîtiya xwe li ser meseleya Filistînê sepand, welatên Ereban û cîhana Îslamî, yek li pey yekê xwe ji wê hevrikiyê kişandin û kêşe ji bo Şîeyan berdan. Wekî din jî beşek ji welatên Ereban û Îslamî, niha ne li aliyê Îranê lê li aliyê Îsraîlê ne. Loma ji vê dîtinê jî ti eger û çaverêtiyek ji bo berfirehtirbûna cenga Îran û Îsraîlê nîne.
A ku wer dike ku ev şer li derveyî wan hemû pîvan û lojîkan bimîne û egera têwerbûna çend welatan bibe defakto, rabirdûya vî şerî ye, ku çend sal e di navbera Îsraîl û dûvelankên Îranê de tê meşandin. Bi taybetî ji 7ê Çiriya Pêşîn ve şerê rasterast di navbera Tehran û Tel Evîvê de gurr bûye lê gelek kartên Îranê hebûn û yek li dûv yekê wekî kelem û dîwarbend bi kar dianî da ku nehêle çirûska êgir bigihîje Tehranê. Ango ji bilî Îranê, çend welatên din di vê kêşeyê de teref in û kartên amade ne di destê Îranê de ji bo firehtirkirina bereya şer li dijî Îsraîlê.
Di vê hûrdemê de ku Îran wan terefên din wekî kart bi kar nayîne, ji bo wê yekê ye ku bi taybetî Amerîka kaşî nav şêr neke, ku heta radeyekê xwe bi taktîka guftûgoyên atomî ji êrişa rasterast a Amerîkayê parastiye. Dizane jî eger çend welatên din mil bi milê Îranê dijî Îsraîlê beşdar bin, di wê rewşê de wekî gelekomeyê li ser Îsraîlê xuya dibe û wê çaxê Amerîka û welatên Ewropayê rasterast ji bo piştgiriya Tel Evîvê têne nav şer.
Îran dizane bi hatina Amerîkayê ya nav şer re rojên temenê mana desthilata wê kurttir dibin lê li vir jî pirsa girîng ev e gelo Îranê kartên ku di destê wê de mane, ji bo kengî hilgirtine? Çendîn sal e grûpên çekdar perwerde dike, meşq û rahênan û pir çek dike, ku ne ji bo rojeke wisa reş bin, ji bo çi ne!?
Bersiva wê sade ye, Îran naxwaze di kaşkirina Amerîkayê di nav şer de destpêşxer be, her dema zanî ku Amerîka tê nav şer, bê guman dê tîra xwe ya dawî biavêje û hemû paşmayên Hemas û Hizbulah, Hûsiyên Yemenê û Heşdî Şebiyê bide şixulandin.
Gelo Amerîka dê heta kengî wekî temaşevan li vî şerî binêre, îdareya Trump dê heta çi qasî xwe li ber fişarên navxweyî yên lobiya Cihûyan bigire? Bangewaz û hawarên Netanyahu bi wê yekê ku xwe li ber wan hezaran mûşekên balîstî yên Îranê nagirin, ji bo çêkirina fişarê li ser Trump, ne dûr e cûreyek çavgirtina ji wê yekê jî hebe ku mûşekên Îranê hin armancan bihingêvin, ji bo ku zirarên Îsraîlê, Amerîkayê naçar bikin ku rasterast were nav şer.
A herî çarenivîssaz li vir berdewamî û dirêjbûna şer e, eger bigihîje hefteyên duyem û sêyem, bê guman Amerîka jî dibe beşek ji şer û Îran jî Hûsiyên Yemenê û Îraqê jî wekî du kartên dawî yên di destê xwe de kaşî nav cengê dike, ji ber ku di bingehê de ev di kêşeyê de teref in û di salên borî de bi dirêjahiya şerê Xezeyê, grûpên nav Heşdî Şebiyê li Îraqê û Hûsiyan li Yemenê xemsarî nekirine di piştgirîkirina Îranê de û lêdana li binke û berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê de jî.
Yek ji xeysetên Îranê di serdema berî komarê û piştî hatina ser desthilatê ya melayan jî de, ew bû ku her tim dixwazin pirsgirêkan biavêjin derveyî xwe. Çi lojîkek di wê yekê de heye ku dema ku çirûska agir negihîştiye laşê Îranê, Tehran van hemû grûpên li derveyî xwe ji bo lêdana li dijminê xwe bi kar bîne lê gava agir bigihîje nav hinavên welatê Îranê, nexwaze van kartan ji bo firehkirina şer bi kar bîne, xasma ku ev qonaxa şer ji bo Îranê şerê man û nemanê be.
Bi yeqînî Îran hemû şiyanên xwe bi kar tîne ji bo bergiriya li mana sîstem û desthilata xwe ku yek ji kartên wê yên xurt, bi terefkirina Îraqê di firehtirkirina şer de ye. Li hundirê Îraqê jî zemîna vê bi terefbûnê egerek bihêz a vekirî ye, ji ber ku yên ku biryar di dest wan de ye, hemû ji aliyê Îranê ve hatine kedîkirin û bi saya piştevaniya Îranê di desthilatê de mane û dizanin ku mana wan girêdayî pêgeha Îranê ye. Li derveyî movikên desthilatê jî gelek grûpên çekdar ên tundrew hene ku rasterast girêdayî Tehranê ne û biryarê ji Îranê werdigirin. Loma dikare bi hêsanî Îraqê bike beşek ji şer.
Ji bo Îsraîlê jî Îraq armanceke din e, di dirêjahiya şerê Xezeyê de, bi dehan car grûpên Îraqê bi dron û mûşekan êrişî Îsraîlê kirine, li gorî daxuyaniyên wan ên fermî, çend gurz li artêşa Îsraîlê dane. Loma ji bo Îsraîlê jî derfet e hevşêweyê Hemas û Hizbulahê, dawî li metirsiya Heşdî Şebiyê jî bîne.
Tewra ji bo Amerîkayê jî rast e, ji ber ku li derveyî kiryarên çekdarî dijî baregeh û berjewendiyên Amerîkayê, di bin fişar û hegemonyaya Heşdî Şebiyê de Parlamentoya Îraqê yasayeke taybet ji bo derxistina Amerîka ji Îraqê derxist, tewra daxwaza girtina balyozxaneya Amerîkayê û derxistina şirket û kompanyayên Amerîkî jî dikirin. Di demekê de ku Amerîkayê bi hezaran leşkerên xwe ji bo rûxandina Sedam dan kuştin. Bawer nakim ev yek ji bîra Amerîka û Îsraîlê çûbe.
Li gel vê yekê jî projeya guhertina Rojhilata Navîn ku Amerîka û Îsraîl dîzayn dikin, cihê komên çekdar ên nedewletî tê de nîne. Lewra cuda ji wê yeka ku di bingehê de Îraq beşek ji kêşeyê ye û nikare nebe teref, ji ber hebûna wan hemû grûpên çekdarî yên nedewletî jî be, pêşhateya herî nêzîk ew e ku çarenivîsa wê bi vê cenga Îran û Îsraîlê ve hatibe girêdan.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)