Paşgira ‘î’ di zimanê Kurdî de
Paşgira ‘î’ di zimanê Kurdî de
(Pênase û watedarî)
Dengê “î”yê di zimanê kurdî de dengekî resen e bi navê tîpa “î”yê cihê xwe di elfabeyê de digire. Hemû navên ku bi “î”yê kuta dibin, wek (xanî, zevî, kanî, ronahî ...) di raweya palvedanê (îzafeyê) de tîpa navbirra dengan (y) li pey “î”yê tê xebitandin, wek: (xanî-yê min).
Di vê rewşê de tîpa “î”yê di nav nivîskaran de bi dû şêweyan tê xebitandin:
1. Hin nivîskar bi behaneya rewanbêjîyê dengê “î”yê sivik dikin, wek: (xaniyê min, zeviya Temo, kaniya avê û ronahiya mûmê)
2. Hin jî resenîya dengê “î”yê diparêzin, wek: (xanîyê min, zevîya Temo, kanîya avê û ronahîya mûmê ...).
Ez jî wekû hezkerekî zimên, ez resenîya dengê vê “î”yê diparêzim û ez wan mînakan wekû şêweyê jimara dûyem dinivîsim. Rast e ku ez piştgirîya sivikbûn û gorankarîya zimên dikim, lê ev sivikkirin carcaran tevhevîyeke watedarî peyda dike.
Em dizanin ku “ê” jî berî tîpa navbirr (y) sivik dibe û bi şêweyekî “i” bi lêv dibe, wek: (rêya min = riya min).
Li vê gorê ku em bibêjin: (Riya min dirêj e), gelo riya (rêka) min dirêj e yan jî riya (riha) min dirêj e!?
Bo vê yekê û bo parastina resenîya dengên tîpan pêwîst e ku em rastîya dengê “î”yê di cihê tevhevîyan de biparêzin!
Paşgira “î”yê
Di şêwezarê kurmancî de paşgira “î”yê bi gelek nav û wateyan tê xebitandin, wek:
- Nîşandeka tewanga navên nêrzayên yekjimar: Hemû nav û bêjeyên ku di bin sîwana taybetîyên navan de tên xebitandin di raweya tewangê de bi “î”yê tên tewandin, wek:
- Ez çûme vî çiyayî
- Restemî gotar xwend
Eger tîpek ji tîpên navên nêrzayên yekjimar (a) be wek (bajar, dîwar), di tewangê de ew (a) di nav piranîya kurmancîaxêvan de dibe (ê), wek:
- Nan: Em nên difiroşin.
- Bajar: Temo çûye bajêr bixwîne.
Li hin herêman tîpa (e) jî dikin (ê), wek:
- Pez, rez: Şivan pêz dibe nav rêz.
Têbînî: Di tewandina navên wek (nan, bajar) de ne durist e ku em her dû şêweyên tewandinê bi hev re bi kar bînin. Anku ne durist e ku em bibêjin (ez nênî divêm, ez çûm bajêrî). Ya rast ku em bibêjin: (Ez nên yan nanî divêm, ez çûm bajêr yan bajarî …).
- Paşgira raspartinê (nisbetê): Digihêje navan, wan dike hevalnav (rengdêr) û di heman demê de ew hevalnav dibin reh, kok û cîgehên pênase bo navê berî xwe, wek nimûne:
- (Deşt + î = deştî): Mêvanên me deştî ne.
- (Derya + î = deryayî): Ev masî deryayî ne.
- (Gund + î = gundî): Mirovên gundî ajeldar in.
- Paşgira navê jêderî: Ev paşgir digihêje hin hevalnavan wek: (Azad, Serbest, rizgar, bindest, xweş …) wan ji raweya hevalnavî vediguhêze raweya navê jêderî, wek:
(Azad + î = azadî, serbest + î = serbestî, rizgar + î = rizgarî, bindest + î = bindestî, xweş + î …).
- Paşgira navê karayî (navê kara): Ev paşgira “î”yê digihêje reha (bingeha) karên negerguhêz (nederhingêv) di dema borî de û pê re navê karayî saz dike, wek:
Jêder
Reh
Navê karayî
Hatin
hat
Hatî (kesê hatiye)
Razan
raza
razayî
Çûn
çû
çûyî
- Paşgira navê berkarî: Di raweya navê berkarî de paşgira “î”yê digihêje reha karê gerguhêz (derhingêv) di dema borî de û bi hev re navê berkarî saz dikin, wek:
Jêder
Reh
Navê berkarî
Kuştin
kuşt
Kuşt + î = kuştî (kesê hatîye kuştin)
Revandin
revand
revand + î = revandî
Şandin
şand
şsnd + î = şandî
- Paşgira hin hevalkar û rewşan: Paşgira “î”yê bi hin hoker (hevalkar) û hin rewşan re tê xebitandin û wateyên wan di pêvajoya derbirînê de zelal dike û wan ji hev cuda dike, wek:
- Hokerên demî:
- Civîna me nêzî demjimêr deh e.
- Berî te kesî ev pirs nekiriye!
- Ez piştî te çûm zanîngehê.
- Hokerên cihî:
- Em ê nêzî nexweşxaneyê hev bibînin.
- Mala Zînê piştî mizgeftê ye.
- Zanîngeh dûrî navenda bajêr e.
- Rewşa çawanî:
- Em bi rê ve rastî hev hatin.
- Van pirtûkan berawirdî hev bike!
- Min nameyek arastî wî kir.
- Melevan noqî deryayê dibin.
- Hokerên demî:
- Cihnavê pêvebestî (likaw): Hin caran ev “î”ya paşgir ji çarçoveya paşgirîya xwe der tê û wekû cihnavekî pêvebest tê xebitandin, wek:
- Eger serî neêşe paçan lê girênede!
[Eger (serê te) neêşe paçan lê girênede]
- Nîvê zevîya te baş e lê nêvî pûç e.
[nîvê zevîya te baş e lê (nîvê wê) pûç e]
- Ser tirîyê te zuha ye binî şill e.
[Ser tirîyê te zuha ye (binê wî) şill e]
- Eger serî neêşe paçan lê girênede!
- Paşkoka cihnavê kesîn “tu” yan jî karê “bûn”ê di dema nuha de:
- Destê min tu yî
Tu destê min î
Ev “î” bi cihnavê “tu” re cuda tê nivîsîn wek wan mînakên çûyî û li pey karan bi wan ve tê nivîsîn, wek:
- Min tu dîtî
- Tu mêvanê birayê min bûyî
Di hin raweyên hevokan de tevlihevî di navbera “î”ya cihnavê û “î”ya tewanga navê nêrzayê yekjimar de peyda dibe, wek:
- Ji masî serî nayê xwarin.
- Ji masî serî bavêje
- Masî ji serî genî dibe
- Masîyê bêserî mirî ye
Gelo ev “î”ya ku di van mînakan da gihiştiye navê (ser) çi ye!? Cihnav e yan nîşandeka tewangê ye?
Bo zelalkirina bersivê em ê navekî mêzayê yekjimar wek (terî) li şûna (ser) bixebitînin, wê hingê li kû tewang bigihêje (terî)yê wê “î”ya (serî)yê nîşandeka tewanga nêrzayê yekjimar be, lê cihê ku (terî) neyê tewandin ew “î”ya (serî)yê dê cihnavê pêvebest be, wek:
- Ji masî (terî) nayê xwarin (“î”ya serî cihnav e).
- Ji masî (terîyê) bavêje (“î”ya ser tewang e).
- Masî ji (terîyê) genî dibe (“î”ya ser tewang e).
- Masîyê (bêterî) mirî ye (“î”ya ser cihnav e).
Bi vê yekê em diçesipînin ku “î” bi navekî nêrza ve bê xebitandin, eger ew nav di raweya tewangê de be wê “î” nêşandeka tewangê be, lê eger nav ne di raweya tewangê de be wê “î” cihnavê pêvebestî be.
Deham Ebdulfettah
Amûdê 15.8.2025
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)