Her cara ku axaftin tê ser ewlekariya neteweyî ya Herêma Kurdistanê, ez dipirsim gelo ewlekariya neteweyî ya Herêma Kurdistanê çi ye? Ma bi rastî ewlekariya neteweyî ya Herêma Kurdistanê heye? Hîm û binemayên wê çi ne? Çimkî siyaseta neteweyî ya Herêma Kurdistanê tune, çimkî pêvajoya dirustkirina biryarê li Herêma Kurdistanê pêvajoyeke xwerû hizbî ye eger em nebêjin malbatî ye. Lewma ewlekariya neteweyî tune, herwiha peyman û girêbesteke civakî jî tune.
Ewlekariya neteweyî nayê wateya dilgiraniya nivîskar û rewşenbîran, lê tê wateya nirxên girîng û berjewendiyên bilind ên neteweyekê. Herwiha ewlekariya neteweyî tê wateya siyaseteke taybet a pêkhate û neteweyekê. Siyaseta taybet dihêle ku mijarek wek mijareke ewlekarî bê dîtin û mijareke din jî wek mijareke normal bê dîtin. Yan eynî mijar di demekê de wek mijareke ewlekarî û di demeke din de wek mijareke ne ewlekarî bê dîtin. Dîsa siyaset dibe sedem ku babetek wek gef yan wek derfet bê danasîn. Bi kurt û Kurmancî, çimkî li herêmê siyaseteke wiha tune, ti ramanek li ser ewlekariya neteweyî ya herêmê jî tune.
Pirseke din a pêwist ev e, gelo çi tişt li ser ewlekariya herêmê dibe gef? Pir caran li ser hemû astên desthilat û hikûmetê em dibihîzin ku bûyereke taybet wek gefekê li ser ewlekariya neteweyî hatiye dîtin. Lê bêyî ku ti ramaneke wan li ser ewlekariya neteweyî ya herêmê hebe.
Dezgehên hikûmetê nizanin Heşda Şeibî gef e yan derfet e ji bo ewlekariya neteweyî ya Herêma Kurdistanê. Lê baş dizanin partiyên wan çawa li Heşda Şeibî dinerin. Dezgehên hikûmetê nizanin peymana taybet bi bernameya atomî ya Îranê dibe gef yan derfet bo ewlekariya Herêma Kurdistanê. Lê alîgirên YNKê ji xweber kêfxweş in û alîgirên PDKê jî ji xweber dilgiran in: Ti têgihîştineke neteweyî ne bi başî û ne bi xirabî ji dayik nebûye!
Ev pêşgotin pir pêwist e da mirov bizane kevirê ku diavêje çiqasî û ber bi kê diçe. Herwiha da bizane axaftina wî li ser mijara koçê wek mijareke ewlekarî çiqasî cihê xwe digire. Bi rastî mijara koçkirinê wek mijareke ewlekarî di nava çend salên borî de cihê guhdaneke zêde ya lêkolînên ewlekarî bû.
Ewlekarî di danasîna xwe ya herî sade de ji nebûna gefê pêk tê. Lê çi û kîjan tişt dibe gef û tehdîd. Mirov dikare gelek belge û dokumentan bîne û bi rêya wan asta metirsîdariya koça ciwan û malbatan piştrast bike. Nexasim li ser guherîna demografî ya navçeyan û zêdebûna rêjeya hatina ereban û fetisandina hemû cureyên hest û girêdana neteweyî ji hêla nifşekî ku siberojê jî nîvco dike û ziyana aborî û windabûna serweta mirovî.
Wekî din, nûçeya nexweş ew e ku pêvajoya wek-gef-nasandin û derfet-nasandinê li Herêma Kurdistanê di hemû rewşan de pêvajoyeke hizbî bû. Ez nikarim behsa hemû nerîn û gotûbêjên cuda li ser pirsên cuda yên ewlekarî bikim, lê pir bi sadeyî çimkî xwezayeke leşkerî û derasayî ya ewlekarî heye, lewma dibe ku bûyereke taybet bibe gef li ser hebûna desthilatê û lewra jî wek pirseke ewlekariya neteweyî bê ravekirin.
Ji ber vê yekê jî pirsa koçkirin, yan terikandin, valakirin, bazdan yan her navekî din li ser be, li Herêma Kurdistanê nabe pirseke ewlekarî, çimkî desthilat wê wek gef li ser hebûna xwe nabîne, bila zirar û ziyaneke mezin jî bi xwe re bîne, bila derbeke kezebsoj jî li kurdan bide; lê heya nebe gef li ser hebûna desthilatê bixwe, wek pirseke ewlekarî û herî girîng nayê dîtin. Dibe ku desthilat ragihîne ku koça ciwanan bo derve pirseke ewlekarî ye dibe gef li ser ewlekariya niştimanî. Lê çimkî ev diyarde nabe gef li ser hebûna desthilatê bixwe, desthilat wê naşopîne û mîna pirseke stratejî lê nanere.
Di nava çend mehên borî de, hejmara ciwanên Kurd ên ku di behr û deryayên dûr de xeniqîn, ji hejmara kesên ku di şerê dijî teror û DAIŞê de jiyana xwe ji dest dan zêdetir e. Lê çimkî DAIŞ gef e li ser hebûna desthilatê û çimkî DAIŞ gef e li ser hebûna partiyê “bi rastî gef e li ser hebûna gelê Kurd”, lewra wek pirseke ewlekarî ya girîng tê hejmartin. Xeniqîn û koça ciwanan wek gefekê li ser ewlekariya herêmê nayê dîtin, heya nebe gef li ser hebûna hizb, desthilat û hikûmetê!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse