Hilbijartinên vê carê yên Parlamentoya Îranê , weke hemî caran hilbijartineke formalîte ye çimkî, kî here kî were ti bandorê li ser bingeh û naveroka sîstema rêveberiya wî welatî nake Li welatên mîna Îranê, mirov tenê dikare bi “şoreşê” sîstem bide guhertin. Ruxmî vê rastiyê, dîsa jî hevrikî ji bo bidestxistina deng û kursiyan, germ û gurr e! Ya balkêş jî ev e ku çima pêşbazî germ e?! Di demekê de ku piraniya namzedên reformxwaz hatine dûrxistin lê dîsa jî hinek kes û alî rijd in li ser beşdarbûna di hilbijartinan de!
Ev îsrar û rijdî , tenê bi yek tşitî mirov dikare şirove bike: Îsrareke pûç û vala! Kesên ku razî ne di hilbijartinan de beşdar bibin û baweriya wan bi başbûna demokrasiyê li Îranê heye, divê qebûl bikin ku rijdbûn û hevrikiyan di hilbijartinan de, karekî pûç û nehîlîstîk e. Nehîlîzim yanê retkirina bingeh û pîvanan , bawernebûn bi nirxan û çarçoveyên heyî yên ku li ser li hev kirine.
Hilbijartin yek ji bingehên demokrasiyê ye û her kes dizane esasê hilbijartinan , dengdana azadane ye. Lê eger ev pîvan neyê berçavgirtin û li rex vê jî dîsa dengder biçe dengê xwe bide wê demê bi rastî jî tûşî karekî pûç bûye!
Divê ev jî neyê înikarkirin ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî weke Xaminêyî (rêberê Îranê) îsrarê li ser beşdariya xelkê di hilbijartinan de dike. Karê Rûhanî ji aliyê piragmatîstî ve rast e . Beşdarnebûna gel di hilbijartinan de dibe sebeba wê ku pêkhateya parlamantoyê ji ya niha jî xirabitir nebe . Eger hejmareke kêm ji reformxwaz û namzedên lîberal jî bikaribin derbasî parlamantoyê bibin, hêviyek çêdibe ku di rewşên awarte û taybet de pêşiya hewlên radîkal ên endamên rastgir bigirin. Li cem kesên piragmatîst, bingeh, felsefe û jêrxan ne girîng in, ji bo wan encam girîng in. Li gorî wan, beşdarbûn di hilbijartinan de ji beşdarnebûnê baştir e!
Di rastiyê de di hilbijartinên Îranê de , şerekî giran di navbera lojîka mêjî û lojîka kiriyarê de heye, şerê felsefeya kilasîk û piragmatîsmê.
Komara îslamî ya Îranê bi çavdêriya qonax bi qonax û çendgavî yên hilbijartinan, ne tenê demokrasî ji nav biriye , lê atomesfêra siyasî û civakî jî ji bo xwe tarî û xofdar kiriye!
Kesê serdest baş dizane ku yên di hilbijartina wî de beşdar dibin, dibe ku wî û darbidestên wî qebûl nekin lê dîsa jî deng didin û tevlî hilbijartinan dibin! Ev jî curek hişmendiya giştî ya nehîlîzimê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse