کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dr. Azad Ehmed Elî

Dr. Azad Ehmed Elî

opinion

Kî bazirganiyê bi Kongireya Neteweyî dike?

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Azad Ehmed Elî
Azad Ehmed Elî

23-02-2017

Nûçeyên Têkildar

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e
TIRKIYE26-11-2026

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e

RÛDAW
RÛDAW
Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

RÛDAW
RÛDAW
KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

RÛDAW
RÛDAW

Berî çend rojan ajansa Interfaksa Rûsî belav kir, ku dê li roja 15 Sibatê Kongirek Kurdistanî li Moskowê bibeste, ew nûçe jî di bin nav nîşanek qelew de: Kêlberî û nakokiyên li ser dabeşkirina Rojhilata Navîn û rola Kurdan derbas bû.


Dezgehên ragihandina Tirkî (N. TV, CNN Turk) pê mijûl bûn, herweha hin dezgehên Erebî, bi taybetî yên Qeter tîrêj berdan ser vê çalakiyê, gelekî mezin û dijwar  nirxandin.


Ew komcivîna bilez û bez hatî birêvebirin, bidawî hat, bêyî tu encamên berbiçav jê derkevin. Rast e gelek kongir hêz û kesayetiyên Kurdan li darxistine, lê ji bo şirovekirin û nêzîk nasiya vê komcivînê pêwîst e em bersiva vê pirsê bidin, çima  ev komcivîn niha? Çima li Moskoyê? Ji bo çi  ku her car çend hevalbend û çalakvan hev bibînin dê bibêjin ji “her çar perçeyên Kurdistanê” kurd li hev civiyan?! Ev reng gotinên “giştî” nema guncaw in. 


Beşek ji armancên civînê rast e li ser kêşeya Kurd e, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, derbarê pêşeroja kurdan û rola wan li Rojhilata Navîn  danûstandin li her derî tên kirin,  dîsa baş e hin gengeşe li vir, li wir bên kirin. Lê ya rastir ji tevan ew e, ku ev vexwendin û civîn bi mebesta bi karînana kaxeza Kurdî ji aliyên dewletên zilhêz ve tên bestin, bi taybetî vê carê Rûsya dixwaze nameyeke nû ji US û Turkiye re bişîne, naveroka wê jî ew e ku: Beşekî mezin ji hêzên Kurdistanî dost û hevalbendê Rûsya ne, Rûsya dişê wan ji berjewendiyên xwe yên li meydana Rojhilata Navîn re bikarbîne, Herweha fişarê bîne ser kongirê (Jinêv 4) ya ku gerek e li 23 Sibatê li ser kêşeya Sûrî birêve here.


Wek her car gava hin hêzên Kurdistanî dikevin nav dav û kortçalan de,  dîsa  ji nû ve basa yekîtiya Kurdan li herçar parçeyê Kurdistanê dikin, yan jî pêwestîya bi “Kongirê Netewîyê Kurdistanî” li bîra xwe tênin, ji ber dîmen xweş bibe, bangê li çend rêxistinên alîgir dikin.


Dê baştir be gava li ser kêşeya neteweyî xebat ne bi vî rengî bibe, gava mijar lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî be, xwezî peyv û propogande nehatiba kirin, da wek  hemî civatên derbasbûyî,  ku piraniya aliyên Kurdistanî nehatibûn  agahdarkirin û vexwendin,  ji ber rewş  aloz nebe, bi vî rengî gerek e armanc û daxwaza yekîtiya neteweyî neyê pêleyiztin û pûçkirin.


Rast e Kurd dikarin sûdê ji helwesta Rûsya ya nû bigirin, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê di warê pêşniyarkirina sîstema Federal ji bo Sûriya, lê bi karanîna vê civatê li gor dem, cih û warê bestinê, û li dij hin hêzên Kurdistanî ji alîkî din ve, li dij opozisyona Sûrî û Cinêv-4ê ji alî sêyem ve, wan aliyên baş û berhemdar di çalakiyê de winda dike.


Bestina kongirekî yek alî bi nûnerên çend partiyan, û hatine çend kesayetîyan baş nîne, civîna wan di hotêleke xweş li paytexteke dûr  wek Mosko yekîtiya Kurdan nadamezrîne, her dem civatên çend partiya bihevre baş in, lê têrê nakin ji suberoja Kurdan re istiraticîyek netewî pêk bînin, ev reng gav û kar mala Kurd çak nake, herweha yekrêzîyê û kongira netewî dûr dixe. Berî her gavekî û helwistekî gerek e em ji bîr nekin ku doza netewî di bingeha xwe de demokratîxwaz e, hevkarî û pirrengî  jê re herdem  pêwîst e.


Dê gelekî baştir be, ku bazirganî bi kêşeya neteweyî, bi gotara (herçar perçeyên Kurdistanê) ji ber berjewendîyên partiyan neyê kirin. Ji ber  zemîne ji bo li hevkirin û hevkarîya netewî bi vî awayî dirust nabe.


Yekem gava pîroz ji bo gelê Kurdistanê ew e ku hin partiyên Kurdistanî xwe ji bandora bîr û bawerîyên “Totalîtar” rizgar bikin, rêbazên totalîtar û sîstema gelemperî bi kar neynin.


Ji ber diyar e kêşeya netewêya Kurd bi demokrasî û hevalbendiyê nêzîkî çareserîyê dibe, têkilî û peywendiyên rojane û hevkarî pêşgavên girîng in, divê berî komcivînan baştirîn peywendî di nav hêzan de hebin û berdewam bibin.


Herweha xwe libadan, gavên tektîkî û tîs kirina li hember kamera, propogandeya hizbî ya demsalî doza neteweyî aloz û kambax dike.

Nûçeyên Têkildar

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e
TIRKIYE26-11-2026

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e

RÛDAW
RÛDAW
Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

RÛDAW
RÛDAW
KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

RÛDAW
RÛDAW
Pirsên