Helbestvanê Kurd Esîrî helbestek li ser Kerkûkê nivîsandiye ku bi van gotinan dest pê dike “Kerkûk Alsas e...Kifrî Loren e, dilsotiyên wan e herçî Kurd hene!” Esîrî ne tenê behsa kurdên Kerkûkê, lê behsa hemû kurdan li çar aliyên dinyayê dike.
Ev xewn ne xewna qirrkirina neteweyên din e. Tevî ku em hemû dizanin ku çanda qirrkirin û jenosîdê li Rojhilat bûye kultûr û çandeke bihêz! Tew vê kultûrê cihê xwe di nav endamên heman êlê û heman partiyê û heman miletî de jî girtiye. Piraniya Rojhilatiyan hema ku digihin kursiyê desthilatê xweziya nehîştin û qirrkirina kesên din di mejî û dilê wan de şîn tê!
Me hemûyan dît dema Sedam Hisên desthilat zeft kir çi anî serê hevalên xwe yên herî nêzîk wek komkujiya ku anî serê Mihemed Ayiş û çend kesên din. Lê Esîrî behsa qurbaniyê dike. Çi wê çaxê û çi vêga jî, şêniyên Kerkûkê, nexasim kurdên Kerkûkê û piştre yên din jî, her qurbanî ne.
Ew qurbanî ne çimkî hertim ji xeyala ku bibin desthilatdar dûr in. Yan her cara ku xeyala vê yekê dibin, desthilatdar bi qirrkirin û tunekirina wan diramin. Şêniyên Kerkûkê hertim hêjayî qirrkirinê hatine dîtin. Me bi hezaran car li ser pirsên wek Erebkirin, Beisîkirin, komkujîkirin û birin û talankirina petrola Kerkûkê nivîsiye ku hinek çîrokên trajedî ne ku bi ser xelkê Kerkûkê de tên.
Xewna Kerkûkiyan ew e ku demek bê ew hemû bi hev re şanaziyê bi Kerkûkîbûna xwe bikin. Dibe ku xeyala xelkê ya herî nexweş ew be ku xweziya xwe bi dema borî bînin û her sal bêjin xwezî bi par! Tevî wan hemû koçberî û malwêraniyên dema borî, lê niha jî Kerkûkî timî dibêjin xwezî bi par. Binere, mirov xwedî rabirdûyeke ewqasî reş û tarî be, lê niha di rewşekê de be ku bêje “xwezî bi par!”
Erkê her desthilatdarî û hikûmetekê ye ku xelkê bigihîne astekê ku tucarî nebêjin xwezî bi par û nexwazin demboriya wan bi şûnde vegere. Li şêniyên Malezya, Îmarat û Fînlendayê binere, gelo ew tucarî dixwazin rabirdûya wan vegere! Çimkî li wan welatan desthilatê dinyayeke baştir afirand, dinyayeke ku endamên wê qet nabêjin “xwezî bi par!”
Vêga Esîrî di bin axê de ye û xanî û tekiyeya wî jî bêxwedî û xwedan mane. Lê hêj çîroka dilsotinê herwekî xwe ye û hêj Kerkûkî ji ber pirsgirêka nasnameyê dinalin. Pirsgirêka nasnameyê tew li ba partiyên kurdî li Kerkûkê jî heye ku her aliyek nasnameyê li gor rengê ala xwe pênase dike! Jixwe dev ji erebên Sunî û erebên Şîe û turkmenên Sunî û Şîe berde ku her yek ji wan nasnameyekê diyarî Kerkûkê dike!
Ev xewn û navlêkirin û nasnameyên berbelav mirov neçar dikin ku xweziyê bi wan rojan bixwaze dema hunermend û rewşenbîrên Kerkûkê bê bazdana li pey nasnameyê, di deste û komên cuda cuda de kom dibûn û navê “komeleyên edebî û hunerî yên Kerkûkê” li xwe dikirin. Bedewiya van koman ew bû ku kesî pirsa nasnameya neteweyî û mezhebî ji kesî nedikir û hemûyan ji kultûr û cudahiyên hev hez dikir.
Kerkûk û Kifrî ne Alsas û Loren in, lê Kerkûk û Kifrî ne û divê xwediyê wan hebe. Lê nabe çavê vî xwediyê wan hertim li ser petrola Kerkûkê be, lê divê birame çawa Kerkûkiyan kêfxweş û bextewer bike û nehêle ew tucarî xweziya par û pêrar bikin!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse