Gelo hûn çîroka Behar Fexredîna 4 salî dizanin?
Hûn çîroka Behar Fexredînê dizanin? Rêyeke bêdawî dibe şahidê geşteke bêpêşîne û tijî diltezîn a Hesenê takekesê ji Germiyanê û Elî Arifê Helebceyî ber bi çolên xofdar ên başûrê Îraqê ve.
Geştek ku ew dixwazin piştî 38 salan nameyekê bigihînin wê kelehê ku heta niha jî şûnwarê herî zelal ê hovîtiya Beasê û mîrateya wê ya tirsê ye. Name hevokeke kurt e ku dilê mirov pê rehet dibe: "Bavo, min bi çavên xwe dawiya Ecacan dît."
Tenê firek av xwestibû
Heta em negihîştin nêzîkî Beledrûzê ya di navbera Bexda û Semawayê de, min nizanîbû ku Elî di pencereya otobusê re çavê xwe bera kîjan bîranîna biêş daye.
Elî got, "A li vê derê, ji ber giriyê keçeke biçûk a Helebceyî ku ji tîbûnê taqet lê nemabû, otobusa me sekinî. Temenê keçikê çar sal bû û navê wê Behar Fexredîn bû. Wê daxwaza firek av dikir û efserekî got werin xwarê da ez avê bidime wê.
Lê piştî demekê efser bêyî keçikê vegeriya nav otobusê û wî ji şofêr re got ku bi rê bikeve. Kesî nizanîbû wî li qeraxa wê rêya çol û vala çi bi serê wê zaroka belengaz anî! Ma ew kuşt, yan jî bi zindî ji kûçik û ajelên dirinde re hişt!"
Kargeha mirinê ya Beasê
Kargeha mirinê ya Beasê her mala Kurdistanê kiriye stargeha çîrokeke diltezîn û li ser rûyên lawaz pêlan dide. Di vê herêma berfireh, stirî û hişk de, şilî tenê di nav çavên karwanê me de tê dîtin. Ev der başûrê Erebnişîn ê Îraqê ye lê hîn jî Kurd piraniya veşartiyên bin vê axê ne!
Hesen Elî Hacî, yekaneyê Enfalê ye ku hemû malbata xwe ji dest daye. Wî zarokê xwe yê 8 salî bi xwe re aniye û got, "Ez dixwazim ew bibîne bê bapîr, dapîr, mam û xaltîkên wî bi çi karesat û zilletiyekê canê xwe ji dest daye."
Di tariya êvarê de karwan gihîşt bajarê Semawayê. Ew li taxa Mehdiyê li yek ji huseyniyeyan man da ku ji wê rêya westîner bêhna xwe vedin, çimkî hîn zêdetirî 2 demjimêran maye da ku bigihîjin keleha mirinê (zîndana Nuqreselmanê).
Daxwaza diltezîn a Dara Ezîzê ku xizmê qurbaniyan e ji Parêzgarê Semawayê re ku ji bo bixêrhatina wan hatibû, balkêş bû.
Wî got: "Em tika dikin, ji cotkarên xwe re bibêjin bila wê herêmê ji bo dexl û danan neajon. Ew der hemû hestî û kiloxên kesên me ne û tiştek li ser hestiyên wan şîn nabe!"
Nêzîkî 300 kes ji xizmên qurbaniyan û rizgabûyên Enfalê yên ji navçeyên cuda yên Başûrê Kurdistanê, bi dilekî tijî hesret li benda derbasbûna şevê bûn daku zûtir dest bi geşta xwe bikin.
Qirkirina bi navê Enfalê
Destpêka Nîsana 1988an, desthilata berê ya Beasê ya Îraqê dest bi bicihkirina projeyeke xwîndar û xofdar a jiholêrakirina neteweyekê li ser ax û nîştimanê xwe kir. Wan navê vê projeyê kir "Enfal".
Jiyana 180 hezar mirovên sivîl û bêguneh ên Kurd bû qurbaniyê vê komkujiyê. Piştî Holokosta Cihûyan, sedsala bîstan komkujiyeke wiha dirinde nedîtibû.
Ew hûrkirina bikom bi pêşekiyeke xofdartir gihîştibû vir çimkî mehek berê, Helebce, bajarê Elî Arifî bi gaza kîmyayî qir kiribûn. Di encamê de zêdetirî 5 hezar kes şehîd ketibûn û bi hezaran jî derbeder bûn.
Elî yek ji wan bû ku di 17 saliya xwe de bi hinek bandorên jehra xardel û siyanîdê re li gel malbata xwe sirgûnî vê çola berfireh kiribûn.
Kurdên ku li pey hestiyên xizmên xwe ne
Dilşad Ehmed xelkê gundê Qurî Çayê ye li nêzîkî Kelarê. 56 kes ji xizmên wî hatine enfalkirin û xeyn ji Xwedê kes nizane ka em gorên wan ên bikom li pey xwe dihêlin yan ew hîn li pêşiya me ne.
Dilşad rabû ser pêyan û berê xwe da hevalên xwe yên rêwîtiyê, "Hefteyek berê belaya Ecac ji stûyê vî dilê me yê daxdar bû, lê min nebihîst ku yek mamosteyê olî di xutbeya nimêja îniyê de ji xelkê re zelal bike ka çi qewimiye!"
Dilşad dixwaze wekî Kurdekî baş bimîne û ji dil evîndarê çîroka xwe ya Kurdbûnê ye. Loma daxwaz ji xelkê kir ku di geştên bê de wekî wî zarokên xwe bi xwe re bînin da ku nifşên nû li ser rehên xwe şîn bibin.
Paşê bi nermî got, "Hûn dizanin li vir cîranê me Mam Heme Elî çawa canê xwe ji dest da?" Bi dilekî şikestî perdeya cama otomobîlê da aliyekî û wiha got: "Yek ji keçên wî di dema Enfalê de winda bû û her tim li vê Nuqreselmanê jî li benda dîtina wê bû. Agirek di hundirê wî de pêketî bû. Rojekê bi kul û keser pirsî, 'Gelo niha milê wê di destê kîjan Erebî de ye?'. Bi wê hesretê şevekê li Nuqreselmanê canê xwe ji dest da. Min dît ku kefiya Mam Heme Elî li ber kûçikekî ketibû!"
Nîv demjimêr berî Nuqreselmanê, otomobîlan bi rêyeke xakî berê xwe da "Tel Şêx"ê. Ew der beşek e ji wê çola bêdawî û hejmarek gorên bikom lê hene; çi yên ku hatine vekirin û çi jî yên ku hîn li benda deriyekî dewleta Îraqê ya xemsar in.
Rêya dûr û dirêj a Tel Şêxê, rêya dawî ya jiyana bi hezaran Kurd bû ku bi zorê xistibûn nav Zîlên serbazî. Ew ji gundên wan ber bi çalên mirinê ve hatin birin.
Amaje wisa nîşan didin ku ev xortên ciwan ên Kurd in ku her di rê de piştî cihêkirinê hatine gulebarankirin û di bin axê de hatine veşartin.
Ji xala dawî ya sînorê Başûrê Kurdistanê ve heta çola Tel Şêxê ya li parêzgeha Semawayê ku herî zêde gorên bikom ên Enfalê lê hene, 715 kîlometre ye. Bi dirêjahiya rê ji asîman û xîza çolê pêve tiştekî din xuya nake.
Bêrîkirin û maçkirina axa çolê
Girî û nalîna Suad Farisê deşteke vala û asîmanê sayî girtiye. Kî dikare li kulma wê ya tijî ax binêre û dilê wî neêşe? Ez ji xwe dipirsim, gelo çima ev jin bi her navî re kulm axa nû ji çala birînê bilindî rûyê xwe dike.
15 nav û 15 kulmên axê. Ew xwişk û xwarzêyên wê bûn. Hemûyan bê ser û şop mane. Ev ax herî zêde rastî maçên lêvên dayîk û bavên Kurd hatiye! Hûn dizanin çima? Çimkî ew li gorên winda digerin û ji bo peydakirina qatrek rihetiyê neçar in her cihî maç bikin.
Bi dirêjahiya dîrokê ti carî Kurd ew qas ji zêdê xwe dûr neketiye! Ew gora bikom a ku jineke din xwe li ser tewandiye, 17 metreyan dirêj û 5 metreyan fireh e, bi qasî metreyekê jî bi şofelê hatiye kolan.
30 metreyî wêdetir goreke din heye ku sala 2019an hat vekirin û 172 rûfatên jin û zarokên enfalkirî jê hatin derxistin.
Lê Bextiyar Reûf ji min re got ku nêzîkî 80 gorên din ên bikom li wir hene. Sala borî gorek hat vekirin û 154 û nîv term tê de bûn!
Ez bi matmayî dipirsim: "Nîv!?" Ew dibêje çend hestî bûn û nîvê din nehat dîtin. "Ew ji wê demê ve li pizişkiya dadî ya Bexdayê ne û çarenivîsa wan ji bo zelalkirinê nayê yekalîkirin. Berpirsên Bexdayê jî dibêjin, 'Heta ew neyên zelalkirin em gorên din venakin, çimkî cihê me ji bo hilanîna hestî û kilox (hestiyê serî) din nîne'."
Bextiyar bi xwe xelkê gundê Tîlekoya Biçûk e li navçeya Kelarê ya parêzgeha Silêmaniyê (Di bingeh de girêdayî parêzgeha Kerkûkê bûye, lê ji bo Erebkirina Kerkûkê rejîma Beasê ew xistiye ser Silêmaniyê).
28 kes ji xizmên nêzîk ên Bextiyar Reûf hatine enfalkirin. Wî got, "Divê ev gor bên vekirin û vegerin ser axa xwe. Axir, ew tehemûla xerîbiya vê çolê nakin."
Heger hûn li nexşeya dabeşbûna cografîk a gorên bikom ên Kurdan li Îraqê binêrin, hûn dê baştir ji dirindetiya Beasê ya li hemberî Kurdan tê bigihin.
Heta niha di çolên Semawa, Necef, Selahedîn û hwd. de hestî di nav gorên bikom de hatine dîtin. Vêca bifikirin ku qurbaniyên Kurd divê her tim li pey rehên xwe yên qutkirî di nav axa hişk û strî a Îraqê de bigerin.
Keleha mirinê û gorhilkolê çolê
Gava ku dîmenê bêtam ê keleha mirinê derket pêş, min xwest zû xwe bigihînim wî cihê ku Ehmed Heme Salihê 73 salî roja 6ê Nîsana 2012an ji min re behs kiribû. Ew zilamê ku mirinê rê neda wî ku rûyê çilmisî û tirsiyayî yê Ecac bibîne.
Min di çîroka xwe de navê wî kiribû "Gorhilkolê Çolê", çimkî wî bi destên xwe termên 50 zarokên ku ji birçîbûn û tîbûnê miribûn ji çavên kûçikan veşartibûn.
Tê bîra min ka di dema axaftinê de çawa tebata wî nema, ji hêrsan rûyê wî sor bûbû. Cixareyek ji pakêta xwe derxist û bi serikekî kibrîtê pêxist û got:
"Em ji bo sînema û meymûnbaziyê birin. Jinek derdixistin û digotin, 'De haydê, hembêz bike wî zilamî û wî bide pişta xwe.' Paşê zilamek dianîn û digotin, 'Wê jinê bide pişta xwe.' Ey Xwedê tu bi xwe agahdar î ka wan çi bi wî xelkî kir. Kî ku qebûl nekira, bi dilê xwe li wan dixistin."
Nuqreselman kargehek bû ku mirovên Kurd tê de dihatin helandin, wekî kampên Naziyan ên ji bo Cihûyan. Di nav holên wê yên mezin de, ez qêrîna dîroka nêzîk a neteweyekê bêdewlet û bêkes dibihîzim.
Ez xişmexişma rûxîna mirovan dibihîzim dema ku tiştek ji destê wan nedihat daku namûsa xwe ji bêrûmetiya kesên bêwijdan di wê çolê de biparêzin.
Ez Elî Mihemed dibînim ku cihê qamçîkirina bavê xwe nîşanî min dide. Rizgar Şemzîn li pêşiya min e û min dibe wî cihê ku Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî keçên nazik û zerîf ên Kurd lê hildibijartin. Ez li pey kê diçim, ew min dibe ser bîranîneke janê, şikestinê, termekî genîbûyî û mirinekê.
Lê ya ku min li cem Amîne Mihemed Ehmedê dît êşek bû ku mirov bi tu awayî nikare bi asanî guh bide wê. Jina belengaz li bin stûneke yek ji holên Nuqreselmanê li xwe dixist û bi keç û kurê xwe yê zarok re diaxivî ku 38 sal berê li wî cihî ji birçîna miribûn.
Wê got, "Wey ji te re lava dikim kurê min, bi Xwedê wî Ecacê kûçik bi qamçiyê li vî destê min xist û şikand, nehişt ez bi termên we re bêm. Ji te re lava dikim, bi Xwedê kezeba min ji bo wê mirina we ya reben û kulek dişewite."
Nuqreselman û qawîşa Helebceyiyan
Ev roja qiyametê ye. Ez li çîroka her kuncikê dinêrim, girî û hewarê di sînga dayîkên bêçare de radike! Di wê kêliyê de Elî Arif bi lez hat cem min û got, "Were ez te bibim qawîşa Helebceyiyan."
Hûn dizanin Beasiyan li ser dîwarê qawîşa sereke ya Helebceyiyan çi nivîsîbû? Bi xetekê ku ji devê kêrê tûjtir e hatibû nivîsandin: "Hemû ji Serok hez dikin." Paşê hinekî wêdetir hatibû nivîsandin: "Beas dibistana nifşan e."
Wê dema ku ronahiya jiyana birayê Eliyî veditemirî û serê xwe danîbû ser hembêza dayîka xwe, dirûşm bi mirina wan hezkiriyan dikenin. Xaleke wan hemûyan a hevpar hebû: Wan hemûyan ji "Serok" nefret dikir!
Qanûnên bikar ên nav Nuqreselmanê her tişt dibirin ber bi mirinê ve. Wan her trûska di nava bêhêvîtiyê de qaw dida. "Rojekê li vî cihî 17 term li ser hev hatibûn danîn û kes nebû wan bibe û bixe bin axê; nîvê wan Helebceyî bûn û nîvê din jî Germiyanî."
Gava ku Elî cihê kombûna terman nîşanî min dida, Teklîf Kamil, Qeymeqamê Qezaya Selmanê bala min kişand ku li pey Fezîle Mihemed digeriya. Tiştê ku Fezîleyê li wê kelehê ceribandiye, nayê pênasekirin.
+ Xwarin û vexwarina we çawa bû?
- Rojê semûneke hişk, qedehek ava pîs.
+ Lê miameleya wan a bi we re çawa bû ku pileya wan a serbazî ji ya Ecac kêmtir bû?
- Hinek ji wan ên kêm baş bûn, lê piraniya wan wekî wî tevdigeriyan.
+ Min bihîst ku tu li pey Kazim û Casim digeriyî (ku du efserên dirinde yên di bin destê Ecac de bûn)? Tiştek kete destê te?
- Nasekî me li Selmanê ji min re got ku Kazim û Casim bi nexweşiyeke pir pîs mirine.
Paşê Qeymeqamê Selmanê ji Fezîleyê re got ku peyameke wî ji bo xelkê Kurdistanê û hikûmetên Îraq û Kurdistanê heye û wiha pê de çû:
"Pêwîst e xwendekarên zanîngeh û peymangehan werin vir û li vir dersekê derbarê Beas û Îraqa Sedam Huseyîn de bi pratîkî bixwînin. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî vê bike, çimkî ev qela mamosteyekî pir baş e."
Geşt roja 22yê Gulana 2026an e û în e. Yek ji mamosteyan xutbeya îniyê pêşkêşî amadebûyan kir û bi kurtî anî bîra wan ku di dawiyê de hemû zilm diçin ber dadperweriya Xwedê. Ew nimêja bikom a li wir hat kirin, ne tenê şikiriyek bû ji bo têkçûna Ecac, belkî bersivek bû ji bo hilbijartina navê projeyê jî ku navê sûretekê ye di Qurana Pîroz de.
Min Salih Fatih û du xortên Germiyanî dîtin ku ji cihê gorên li derveyî kelehê vedigeriyan û kîsekî naylonî di destê wan de bû. Heta min xwe neghande ber wan ez nesekinîm û pirsî:
"Gelo ez dikarim bizanim hûn du demjimêran li wir bi çi ve mijûl bûn?" Salih ji yek ji xortan re got devê kîs veke û nîşanî min bide. "Min cil û bergên zilamekî cîranê me li cihê gora wî dîtin."
+ Te çawa zanî gora wî li ku ye?
- Min bi destên xwe ew veşartibû.
+ Lê ew fîstan e!
- Belê, roja ku ew anîn Nuqreselmanê, fîstanek li ber bû. Zilamekî pîr bû, her bi wî fîstanî mir.
+ Bi çi mir?
- Ecac. Ecac sê caran çok li zikê wî xist û ew mir.
Qelayek ku karwanan ber bi xwe ve dikişîne
Dema xatirxwestinê ye. Bi têra dehan geştên din çîrok mane. Xuya ye êdî ev çola xofdar û hişk ku zêdetirî 800 kîlometreyan ji taxa Baxê Mîr a Elî Arif û 715 kîlometreyan ji gundê dilmirî yê Hesen dûr e, tu bixwazî yan nexwazî, wekî asindizkê dê karwanên bê jî ber bi xwe ve bikişîne.
Ew karwanên ku hemû hinceta xwîndar a dîroka wan a dûr û nêzîk tenê biwêjek e: "Ji ber ku Kurd bûn."
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)