Çima li Îraqê daneyên wezaretên petrol û darayiyê ji hev cuda ne?
Çima daneyên Wezareta Petrolê û Wezareta Darayiyê yên Îraql di dahata mehane ya petrolê de ji hev cuda ne?
Ji bo vê gelek sedem hatine destnîşankirin wekî; şertên firotina petrolê, dema vegera dahatên petrolê, desthilata Banka Yedeg a Federal a New Yorkê ya li ser dahatên petrola Îraqê, pêvajoya venêrîn, kontrol û pêdaçûna dahatên petrola Îraqê.
Her çend ev hemû beşeka mijarê bin jî lê belê sedema sereke ew e ku cudahî di rêbazên hejmarkirinê de heye.
Wezareta Petrolê, dahatê di wê kêlîkê de tomar dike yan radigihîne ku petrol tê firotin û li keştiyên petrolê tê barkirin, lê belê Wezareta Darayiyê dahatê tenê wê demê tomar dike ku pere wekî diravî digihe hejmarên fermî.
Di vê rewşa duyem de, dahat bi qasî du mehan li paş xerciyan e; wate di navbera tiştê ku Wezareta Petrolê radigihîne û tiştê ku bi rastî digihe destê Wezareta Darayiyê, cudahiyeke pêkhateyî ya du heta sê mehan heye.
Her ev yek bû ku di du mehên borî de Îraq ji şokeke mezin a darayî rizgar kir û rastî kêmasiyeke mezin nehat û derfet da hikûmetê ku pêdaçûnê di xerciyan de bike û wan kêm bike.
Di rojên borî de, bi belavbûna rapora darayî ya çaryeka yekem a Îraqê ya ji bo sala 2026an, amareke cuda ji bo dahata petrolê ya heman mehên sala 2026an derket holê.
Wekî mînak, dahata Adara 2026an ku ji aliyê Wezareta Darayiyê ve hatiye tomarkirin, sê qatî amarên fermî yên Wezareta Petrolê bûye!
Ev cudahî, pirsên cidî li ser sîstema darayî ya Îraqê çêdikin, di navbera tiştê ku Wezareta Petrolê rapor dike û tiştê ku Wezareta Darayiyê werdigire.
Ev yek jî dihêle mirov li ser vê derengketina dahata petrolê bifikire, bi taybetî di rewşa Îraqê de ku petrol ji sedî 90ê budceya salane û mehane û ji sedî 99ê hinardekirina wî welatî pêk tîne. Gelo ev sîstem bikêrhatî ye an jî ziyandar e?
Rast e, vê rêbazê wisa kir ku encamên şerê Amerîka û Îsraîlê li gel Îranê û daxistina Tengava Hurmizê li pêşberî hinardekirina petrola Îraqê zû dernekevin holê.
Lê belê niha zengila metirsiyê bi dengekî bilind lê dide û bandorên rasteqîn ên wan dê vê mehê û meha bê derkevin holê, dema ku hikûmet neçar bimîne bi dahateke kêm xerciyeke zêde bike.
Bingeha cudahiya sîstemên hejmartina darayî
Wezareta Darayiyê ya Îraqê, li şûna ku "Sîstema Bingeha Şayisteyî" bi kar bîne, pabendî "Sîstema Bingeha Diravî" ye ji bo dahat û xerciyan - her çend Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) daxwazê ji hikûmetan bike ku ber bi sîstema şayisteyî ve pêngavan biavêjin. Cudahiya di navbera van her du sîstemên aborî de bi vî awayî ye:
Sîstema Diravî (Cash Basis): Tenê wan xercî û dahatan tomar dike ku bi awayekî diravî li ber destê wezaretê ne (çi dahata zêde be, yan jî ew deynên ku ji bo tijîkirina kêmasiyan hatine wergirtin). Her wiha pere wê demê wekî dahat tomar dike ku bi rastî digihêje nav hejmarên bankan yên hikûmetê, wekî di Banka Navendî ya Îraqê (CBI) de.
Sîstema Şayisteyî (Accrual Basis): Dahat û xercî wekî hejmar di defteran de tên tomarkirin, gava ku bi dest dikevin yan jî biryara xercikirinê tê dayîn; ne şert e ku di wê kêliyê de pere bi awayekî diravî an bi çeka bankê hatibe wergirtin an dayîn. Loma dikare wekî sîstemeke aloz were pênasekirin.
Gava Wezareta Petrolê ya Îraqê rêjeya hinardekirî ya petrolê û dahata mehane belav dike bi vî awayî ye: Di wê kêliyî de ku petrol tê firotin û barkirin, Wezareta Petrolê nirxê firotinê wekî dahat tomar dike, bêyî ku guh bide wê yekê gelo pere wekî dirav gihîştiye nav hejmarê yan na.
Ji xeynî wê, ji ber şertên firotina petrolê, rêkarên bankê û navneteweyî, pêvajoya firotina petrolê ta vegera tam a dahatê ji bo Îraqê, dikare di navbera 30 û 90 rojan de bidome.
Kompanyaya SOMOyê (Kompanyaya Niştimanî ya Kirîn û Firotina Petrola Îraqê) maweyekî ji 1 heta 60 rojî ji dema firotinê diyar dike, da ku kiriyar pereyan bixe nav hejmara Wezareta Darayiyê di Banka Yedeg a Federal a New Yorkê (FRBNY) de.
Ji ber vê yekê, ew dahata ku Wezareta Petrolê di meha nîsanê de tomar dike û belav dike, dibe ku tenê di meha Hezîranê de wekî dirav bi awayekî rasteqîn ji aliyê Wezareta Darayiyê ve were tomarkirin û belavkirin.
Xerciya îro dahata du meh beriya niha ye
Li gorî rapora çaryeka yekem a 2026an a Wezareta Darayiyê ya Îraqê, di dahata mehane ya petrolê de neyeksaniyek heye.
Mînak, di meha Adarê de Wezareta Darayiyê dahata petrolê 8 trîlyon dînaran tomar kiriye, lê belê Wezareta Petrolê rapor kiriye ku 1,96 milyar dolar e, ango bi nirxê fermî dike 2,5 trîlyon dînaran.
Di heman demê de, heger em dahata Adara 2026an a Wezareta Darayiyê bi dahata meha Kanûna Paşîn a 2026an a Wezareta Petrolê re bidin ber hev, em dê bibînin ku hema hema yek in (nêzîkî 6,48 milyar dolar yan jî 8,3 trîlyon dînaran).
Ev yek jî piştrast dike ku dahata petrola Îraqê bi qasî du mehan dereng dikeve; bi gotineke din, dahata tomarkirî du mehan beriya xerciyan e.
Ev guherîn nezelaliyeke mezin di sîstema darayî ya Îraqê de derdixe holê, tevî ku welat li ser bingeha budceya salane kar dike jî, lê belê datayên Wezareta Darayiyê ti caran bi texmînên budceyê yên ku ji aliyê parlamentoyê ve tên derxistin re li hev nakin.
Wekî mînak, rapora çaryeka yekem a 2026an û (amarên dawiya sala 2025an) li gorî xerciyan neyeksaniyeke mehane û salane nîşan didin, bi vî rengî: Dahata meha Adarê ya Wezareta Darayiyê di rastiyê de pereyê meha Kanûna Paşîn e. Dahata meha Sibatê pereyê meha Kanûna Pêşîn a 2025an e. Dahata meha Kanûna Paşîn a 2026an pereyên meha Çiriya Paşîn a 2025an e.
Aliyên erênî û neyînî yên vê sîstema darayî
Ji nêrîneke teknîkî ve, birêvebirina sîstema bingeha diravî hêsantir e ji sîstema şayisteyî. Piraniya aboriyên mezin ên cîhanê û kompanyayan, sîstema hejmarkirina şayisteyî bi kar tînin, ji ber ku ew rewşa darayî ya rasteqîn a dezgehekê bi rengekî hûrtir nîşan dide, bi awayekî ku pabendbûnên rawestandî û dahatên bidestxistî yên ku hêj bi awayekî diravî nehatine yekalîkirin, dabeş dike.
Lê belê sîstema bingeha diravî sûdek giring di qeyrana niha de pêşkêş kir: Bi awayekî ne rasterast Îraq ji şokeke diravî ya bilez parast, ev yek dikare were gotin ku rê da hikûmetê ku wan dahatan xerc bike yên ku du-sê meh berê hatine komkirin, bi vî rengî wext ji bo bersivdana kêmbûna dahata petrolê qezenc kir.
Lê belê girîng e ku were gotin guhertina sîstemê ber bi hejmarkirina şayisteyî ve wextê praktîkî yê dayîna pereyan (Cash Flow) naguherîne.
Dahata petrola Îraqê hîn jî du-sê mehan piştî firotinê digihîje û yekser nagihîje, lê belê ev çaksazî dikare wêneyeke baştir li ser dahat û xerciyan bide, ku asta kêmasî an serzêdeyî bi zelalî diyar bibe û bikaribe planeke guncaw ji bo guhertina di rastiya diravî (Cash Flow) de çêbike.
Qeyrana niha ya berdewamiya nezelaliyên hatûçûna keştiyan li Tengava Hurmizê û kêmbûna dahata petrola Îraqê ev mijar bi awayekî eşkere diyar kiriye.
Digel ku xerciya mehane bi qasî 7 milyar dolaran e û dahata rasteqîn a gihîştî jî derdora 2 milyar dolaran e, hikûmet neçar maye ku serî li deynên navxweyî û lezgîn bide tenê ji bo bicihanîna erkên xwe yên îdarî, wek mûçe, alîkarî û xanenişîniyê.
Deynkrin ji bo dabînkirina lêçûnên berdewam li şûna veberhênanê, tu bipêşveçûna aborî çênake û di paşerojê de barê vegerandina deynan giran dike.
Ji ber vê yekê, heya meha Nîsanê ya 2026an, deynê navxweyî gihiştiye 96 trîlyon dînaran, lê deynê derve li ser asta 13 trîlyon dînaran rawestiyaye, ji ber ku aliyên derve ji bo xerciyên bikaranînê deyn nadin.
Herwiha dahatên petrola meha Nîsanê ya 2026an li gor meha adarê kêmtir bûn û her du mehan kêmtirî nîvê dahata meheke asayî tomar kirine
Heger ev rewş bidome, dê Îraq demeke herî kurt rûbirûyî gera kêmbûna dahatê û zêdebûna deynan bibe.
Dawî
Barê li ser milê hikûmeta nû ya bi serokatiya Serokwezîr Elî Falih Zeydî gelekî giran e. Dahatên Îraqê bi tevahî girêdayî petrolê ne, lê xerciyên wê li ser mûçe, alîkarî, xanenişînî, xizmetên deynan û binesaziyê dabeş bûne.
Ev yek aramiya darayî ya welêt dike dîlê nirxên petrola cîhanî û jeopolîtîka herêmê, bi taybetî rewşa têkiliyên navbera Tehran û Washingtonê (çi şer be, çi jî peyman be).
Her wiha eger Serokwezîr bikaribe maweyê çar salan ê serdema xwe wekî çar dehsalên temenê xwe ji bo çeşîtdarkirina jêderên dahatê, kêmkirina deynên Îraqê û zêdekirina dahat û bilindkirina yedegan bi kar bîne, li şûna ku qeyrana darayî ya Îraqê ragire û birêve bibe, em ê bersiva wê di sala 2030î de tevî hemû guhertinan bizanibin.
Di dawiyê de, pirsgirêka sereke ne tenê neyeksaniyeke hejmarkirinê ye, belkî neyeksaniyeke pêkhateyî ye di navbera du salnameyên darayî de, gera dahata Wezareta Petrolê û Wezareta Darayiyê.
Ev tê wê wateyê ku budceya salane bi awayekî rûtînî li ser hejmarên dahatekê tê avakirin ku li gel heman maweyê ku tê de xercî tê de tên kirin, nagunce.
Çareserî zelal û asan e: Li aliyekî divê hemahengiya navbera salnameya dahat û xerciyan bê kirin û li aliyê din divê guhertinek di sîstema darayî ya hikûmetê de bê kirin.
Dibe ku daneyên dahata petrolê yên du mehên destpêkê ku beriya bidawîbûna budceyê li ber dest in, wekî bingeheke bihêz ji bo plansaziyeke darayî ya hûrtir, rêkûpêktir û guncawtir ji bo sala 2027 û salên paşê werin bikaranîn.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)