Qeyrana mûçeyan, Bexda û Hewlêr û lîstika reva ber bi paş ve

Xidir Domelî 

Wisa diyar e ku zimanê diyalog û gotûbêjê yê ku di encamê de rêkeftinek di navbera Hikûmeta Federal a Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan û birêvebirina çavkaniyan û neftê anîbû holê, bi awayekî rast bi rê ve neçûye. Lewra zû helwestên nû derketin holê ku raya giştî û bi taybetî raya Kurdistaniyan, derbarê wergirtina mûçeyên sê mehên borî de bêhêvî kirin.

Divê Hikûmeta Federal wekî çavdêra fermî li gorî destûrê ji bo vê mijarê - ango dabînkirina mûçeyên karmend û fermanberan - çareseriyên hîmdar bibîne.

Ev yek jî pêk nayê heta ku berjewendiyên hemû aliyan li ber çavan neyên girtin û berjewendiya welatiyan, nexasim dabînkirina mûçeyan ku Dadgeha Federal û destûrê pesend kirine, nekeve pêşiya hemû berjewendiyên din.

Tu carî li welatekî çênebûye ku hikûmet ji ber nakokiyên siyasî yên navxweyî şerê debara gelê xwe bike.

Em di çi serdemê de dijîn ku hikûmet li dijî fermanberan şer radigihîne û nikare di diyalog û danûstandinan de berdewam be û ber bi paş ve direve da ku siberoja zarokên xwe bi wekhevî û dadmendî misoger neke. Ev gotin ne tenê aliyekî diyar lê hemû aliyên li xwe digire.

Tişta xofdar, hejmara şîroveyên rûxîner û bijartî ye ku nîşan didin ka nakokiyên siyasî çawa dibin sedema gotarên kîn û nefretê yên metirsîdar û zererê didin pêwendiya di navbera zarokên heman gelî de.

Her wiha gelek platformên medyayê berpirsiyariyên xwe yên di aramkirina rewşê de bi cih nayînin.

Ne tenê wisa, belkî gelek kes nûçeyên derewîn û raporên sexte diweşînin, ne ji bo tiştekî, tenê ji bo ku dîmena giştî ya piraniyê di navbera pêkhateyên cuda yên gelê Îraqê de biherimînin.

Li vir berpirsiyarî û erkê dezgehên medyayê yên avaker derdikeve holê ku li pirên pêwendiyê bigerin û wan xurt bikin, li hevpariyan bigerin û wan bi pêş bixin û li dijî vê pêla nûçe û zanyariyên sexte û çêkirî bisekinin da ku welatî derfetekê ji bo bêhnvedaneke zihnî ya dûrî mezinkirin û reşkirinê bibîne.

Pêwîst e hemû Îraqî, ji başûrê herî dûr heta bakurê herî dûr bizanibin ku xurtkirina pêwendî û têkiliyên hevkariyê di navbera Bexda û Hewlêrê de di berjewendiya hemû Îraqiyan bi xwe de ye.

Divê ew nêrîna ku hin aliyên siyasî di hişê takekesê Îraqî de çandine ku ev alî yan ew alî dijminê Îraqê, gelê wê û saziyên dewletê ye, kuta bibe.

Ev lîstika ku hinek ji bo bidestxistina berjewendiyên nerasteqîn dikin, xizmeta proseya avakirina saziyên aram nake û dê zirarê bide tevahiya Îraqê.

Her wiha, şîroveyên êrişkar ên ku Herêma Kurdistanê dikin armanc, piraniya wan ne li ser bingeha rastiyan in û bersivên hin nivîskarên li Herêma Kurdistanê jî ji rastiyê dûr in.

Hîn jî hemû Îraqî û paşeroja wan di eynî keştiyê de ne û divê kaptanê keştiyê bi çavekî wekhev li hemûyan binêre.

Krîz dê bi çareseriyê bi dawî were û alî dê bi hev re rûnin. Em bixwazin nexwazin dê li ser çareserkirina mijaran li hev bikin.

Divê hemû alî dev ji reva ber bi paş ve berdin û li paşerojê binêrin û wan kesên ku li aramiyê dixin û tevliheviyê belav dikin, ji hev cuda bikin.

Divê ew kes bizanibin ku krîz dê çareser bibe, krîz dê berdewam neke ji ber ku hemû alî hîn bi hev re kar dikin û bi hev re di pêwendiyê de ne.

Wê demê dê helwesta wan çi be? - Belavkerên kaosê, zanyariyên şaş, raporên sexte û çêkirî û nûçeyên derewîn - Dê dîtina wan ji bo paşerojê çawa be? Û ew ê çawa li rûyê xwe di neynikê de bimeyzînin?

Di dawiyê de, divê diyalogeke avaker û înteraktîf hebe. Pêwîst e saziyên fermî yên hikûmetê yên pêwendîdar li Bexda û Hewlêrê bikevin tevgerê da ku vê mezinkirina medyayî ya ku rastiyan û pêwendiya di navbera Bexda û Hewlêrê de berovajî dike û bandorên psîkolojîk ên wêranker di derûna welatiyên Herêma Kurdistanê de bi giştî û bi taybetî jî li ser karmend û fermanberan çêdike, rawestînin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)