Aboriya sîber; berhemeke din a gendeliyê li Kurdistanê
Goran Şêx Mistefa
Roja 29ê Îlona îsal (2021), Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, reşnivîsa projeya stratejî ya niştimanî ya rûbirûbûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê pejirand. Ez hêvîdar im ku amaje û agahiyên pêwîst di nav vê projeyê de hebin ji bo kêmkirina qebareya aboriya sîber, wek beşek ji gendeliyê li Herêma Kurdistanê.
Heya niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyê nade cûre û çalakiyên aborî ku li derveyî aboriya fermî ne. Her kes û komek ji xwe re hewl dide zêdetirîn dahatan bidest bixe. Ev rewş dîrokeke nêzîk a aborî li cîhanê dubare dike, ku aborîzanan giringî nedidan çalakiyên aborî yên li derveyî aboriya fermî. Lê tenê civaknas û antropologan giringî didan çalakiyên bi vî rengî.
Di dawiya salên pêncî û destpêka salên şêstî yên sedsala borî de, têgeha aboriya nefermî (yan aboriya sîber) ji bo cara yekem di vekolînekê de hat bikaranîn li ser welatên cîhana sêyem. Ango peydabûna çalakiyên bi vî rengî û derketina wan wek diyardeyeke aborî ya naskirî, li welatên cîhana sêyem derket û dû re li welatên Sovyeta Berê, herwisa li welatên nû pêşketî û welatên qonaxa veguhêz bi kar hat.
Nasandina vê têgehê wisa kir ku ew çalakî werin naskirin ku berê di hejmartina geşbûna aborî û dahata welêt de dihatin piştguhxistin. Bi zêdebûna geşbûna aborî re, çalakî û têgehên ku wan derdibirin jî geş bûn. Wek mînak, fena aboriya jêrzemînan, aboriya sîber, aboriya veşartî, aboriya duyem an aboriya malbatî bi kar hatiye. Lê merem ji vê têgehê ji pêşî û heya niha, xwedûrgirtina ji yasa û zagonên dewletê û dana bacê ye.
Sê pîvanên sereke hene ku bi temamî di çarçoveyeke siyasî de ne ji bo aboriya sîber, wek: Yekem: Nebûna yasa û zagonên pêwîst ji hikûmetê. Du: Çalakiyên neyasayî. Sê: Çewtiyên mezin di encamdana hejmarkirina dahata niştimanî de. Qebareya vê aboriyê wek rêjeyekê ji berhema niştimanî tê hejmartin. Li ser asta cîhanê û li 145 welatan di sala 2015an de, ev rêje gihişte ji %33.7ê tomeriya berhema niştimanî.
Aboriya sîber li Herêma Kurdistanê wan çalakiyên aborî li xwe digire ku bi yasayê nehatine rêkxistin an yasaya wan heye lê hatine piştguhxistin. Ev çalakî hemî yekîneyên aborî yên cuda li xwe digire. Bi erebane û boyaxçiyên li ser kolanan dest pê dike, heya digihe misatehe û beşek ji hilberîn û bazirganiya kargeh û şirketên mezin. Bi sedema girêdana wê bi jiyan û dahata xelkê ve, em dikarin bêjin ku diyardeyeke aborî, civakî û siyasî ye jî.
Bi giştî li cîhanê du li ser sêyê dahata ku ji aboriya sîber bi dest dikeve, di aboriya fermî de tê xerckirin. Lê arîşe ew e ku li Herêma Kurdistanê ev dahat li wan çalakiyan tê xerckirin ku beşeke mezin ji gendelî û aboriya sîber in. Heya niha hikûmeta Herêma Kurdistanê ti yasayek nedaniye ji bo awayê reftara bi aboriya wiha re û bi sedema sûdmendiya beşeke zêde ji berpirsên siyasî, her diçe qebareya aboriya sîber mezintir dibe.
Lêkolîn di vî warî de nîşan didin ku gendelî, awayê dewletdariyê, kalîteya dezgehên dewletê û bêkarî sedemên sereke yên geşbûna aboriya nefermî ne. Xasma jî, hatiye tekezkirin ku asta bilind a gendeliyê û lawaziya dezgehên dewletê sedemên sereke yên belavbûn û geşbûna aboriya sîber in.
Di 30 salên borî de, li Herêma Kurdistanê û heya niha jî çalakiyên aborî yên neyasayî bi berdewamî hebûn. Xasma çalakiyên bazara kar, xwevedizîn û nedana bacê, bazirganî û veguhasyina tranzit, van dawiyan jî veguherîna diravan û hewalekirin, hilberîn û bazara xanî û eqaran, tew nexweşxane û kafeterya jî.
Hêj detayeke dirust nîne ji dema hikûmeta Herêma Kurdistanê li hebûna gendeliyê mikur hatiye, bi çi astekê û çilo û çawa kêm bûye. Heya niha xeyal û terkîza hikûmetê bo nehîştina gendeliyê li ser kerta giştî tenê ye. Lê qebareya gendeliya girêdayî kerta taybet bi dehan car zêdetir e, xasma sektorên ku hikûmet destekê dide wan an berjewendiyên partiyan de di wan de hene, wek mînak kerta hilberînê û di nav de jî xanî û eqar, nexweşxane û cihên derbaskirina demê.
Amarên qebareya aboriya sîber li Iraqê, Herêma Kurdistanê jî di nav de, nîşan didin ku rêjeyeke pir biçûk ne tê de, heke na tomeriya kerta taybet li jêr aboriya sîber tê birêvebirin. Li gor amarên banka cîhanî di sala 2012an de, ji %99.1ê kerta taybet di çarçoveya aboriya sîber de kar dike.
Piştî sala 2012an, rewşa dezgehvanî li Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi sedema şer, krîza darayî, bêkarî, aloziyên piştî şerê DAIŞê, daketina nirxê petrolê û vîrûsa koronayê xerabtir bûye. Lewra heke ev rêje zêde nebûbe, naxuye kêmtir bûbe.
Di aliyê teorî û pratîk de, piraniya nêrînan li hev dikin ku bi awayekî giştî dakişana aborî û bêbazarî yek ji sedemên seretayî yên geşbûna aboriya nefermî yan sîber e. Bi awayekî giştî pêkan e ku sedemên handana geşbûna aboriya nefermî, aborî û neaborî bin jî. Sedemên aborî têkildarî derfetên kar, neguncaviya bazara kar û kêmbûna asta qazancê û bilindbûna lêçûna berhemanînê di aboriya fermî de ne.
Sedemên aborî, guncaviya vî awayê aboriyê ye ji bo karkirinê û asta rizamendiya kesên tê de kar dikin. Herwisa derfeta zêdetir a dem derbaskirinê, lê sedemeke sereke di handana beşdariya di aboriya nefermî de bi awayekî giştî, rola dewletê di aboriyê de ye.
Li Herêma Kurdistanê ji bilî van sedeman, hokarên siyasî, neguncavî, xerabî û carinan jî pirbûna yasayan û hin hokarên din hene ku wiha dikin qebareya aboriya sîber her mezin û mezintir bibe. Hokarên ku alîkariya geşbûna qebareya aboriya nefermî li Herêma Kurdistanê dikin ev in:
- Zû geşbûna hêza kar. Hikûmet bi xwe nikare derfetên kar peyda bike. Çavê xwe ji her çalakiyeke aborî digire ku hevwelatiyên wê dikin.
- Handan û lezkirina proseya bajarîbûnê. Aboriya nefermî di vê kertê de qazanceke bilez û xeyalî ya mezin daye rêveberên vê aboriyê ku piraniya wan karakterên siyasî û dewletî ne.
- Kêmbûn an nemana derfetên kar di kerta giştî de. Salên dirêj in bi sedema pirbûna hejmara karmendan, şiyana kerta giştî ya wergirtina karmendên nû tune ye.
- Arîşe û kelemên zêde di damezrandina biznisa nû de. Dîsa ji ber çend warên xas ku bi rêya aboriya nefermî, qazanceke zêde dide rêveberên xwe, gelek kelem li ber damezrandina biznisa nû hene. Tew di hin waran de divê bertîl û şirîkatî pêşkêşî berpirsên siyasî û dewletî were kirin.
- Beşeke mezin a kesên serkirdatiya vê aboriyê dikin, berpirsên bilind ên partiyan û şirîkên wan in. Yan kesên ku li bal sîbera şirketên partiyê, bazirganî û hilberîna neyasayî dikin.
- Nebûna yasa û qanûnên lazim ji bo rêkxistina vê aboriyê û kêmkirina qebareya wê.
- Lawaziya dezgehên dewletî û piştguhxistina forma dewletî di aboriyê de bi hênceta sûka azad.
- Raçavnekirin û nezanîna cîbicîkirina siyasetên aborî li gor bazneya aborî. Wek mînak, hikûmetê di dema dakişana aborî, bêbazarî û bêkariyê de, rêje û asta bacê zêde kir.
- Herêma Kurdistanê di salên destpêka geşbûna xwe ya aborî de, serkeftî bû di kişandina hilberîna biyanî de, bi hebûna yasayeke balkêş a hilberînê, lê zû ev yasa bû serê genî yê aboriya Herêma Kurdistanê û bi saya vê yasayê aboriya nefermî bilez geş bû.
Di rastiyê de, ev asta bilind a aboriya nefermî bûye pirsgirêk û kelem bo jîngeha biznis û şirket û karsazên ku karên xwe bi fermî encam didin. Em dikarin bêjin kelemeke bihêz li pêşber geşbûna aborî û jîngeha kar û biznisê li Kurdistanê, aboriya sîber e. lêçû û arîşeya pirbûna qanûnan beşdariya di biznisê de qels dike.
Seba çareserkirin an biçûkkirina qebareya vî awayê aboriyê, pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşî bo bihêzkirina dezgehên dewletî kar bike, ku ev şertê sereke ye di bihêzkirina aboriya wê de. Herwisa guherîna tomeriya mekanîzma hilberînê bi hemî sektorên wê yên cuda. Ev sektor hokareke sereke ya bilez geşbûna qebareya aboriya nefermî ye.
Rêkxistina mekanîzma alûgor û çûnûhatina pereyan di navbera karsaz, kiryar û firoşkaran de, alîkareke çalak e di kêmkirina vî awayê aboriyê de. Xaleke din a erênî handan û berdestkirina derfetên kar di kertên fermî de ye, da ku bi vî awayî qebareya aboriya sîber ku girêdayî bazara kar e, biçûktir bibe.