Sê herêm, du rêveberî û hin tiştên din!
Li Iraqa bi nav welat û li Herêma Kurdistanê jî, kaos û tevlîheviya siyasî û îdarî bi awayekî geş bûye ku kêlî bi kêlî li şûna em nêzîkî çareserî û felatê bibin, em rastî kelem û dîwarên girtî tên.
Li Kerkûkê, piştî 13 salan, ne destûr û ne madeya 140 û ne vegera vê parêzgehê li ser Herêma Kurdistanê û ne çespandina wê bi navendê ve jî, tu yek ji van bijarteyên cuda nebûye rastî û rewşa Kerkûkê çareser nekiriye û ne diyar e jî yek ji van bîrokeyan bikare zora ya din bibe û rewşa Kerkûkê yekalî bike.
Lewra vêga Kerkûk li derveyî wan bijarteyan dixwaze bi xwe rewşa xwe yekalî bike û bijarteyeke din derxe holê ku parêzgeha Kerkûkê bibe herêm.
Eger bijarteyên din û sîstemên pêrewkirî yên herêm û Bexdayê nikarin rewşa parêzgehê yekalî bikin, êdî ji ber çi ji me re ecêb tê ku parêzgeh bi xwe rewşa xwe yekalî bike?
Mafê Kerkûkiyan heye ku realîteya Iraq û Herêma Kurdistanê red bikin û ew bi xwe realîteyekê dirust bikin ku jê razî bin, çimkî nexşerêyek ji bo Kerkûkê ne li ba herêmê û ne li ba Bexdayê nîne.
Li Herêma Kurdistanê jî ne tifaq û ne peymana stratejî, ne piranî û hindikahî, ne parlamento û sazî û dezgehên qanûnî, nikarîbûn herêmê bi awayekî cihgirtî û zelal birêve bibin. Lewma hê jî bijarteya du îdareyan bijarteyeke zindî ye.
Dema ne bi riya demokrasiyê û ne jî bi riya zordestiyê tu nikaribî herêmekê di çarçoveyekê de birêk bixî, tê maneya ku hemû eger li pêşber wê herêmê vekirî ne.
Peymana stratejî di navbera du hêzên mezin ên Kurdistanê de nikarîbû bibe sîstema birêvebirineke cihgirtî û herdemî ji bo Herêma Kurdistanê û bûyerên siyasî ew peyman li paş xwe hiştin.
Ezmûna partiya desthilatdar û partiya opozisyonê neçû serî û ezmûna hikûmeta piralî jî nikarîbû aramî û rêgeha birêvebirina welêt diyar bike. Baştirîn belge ji bo vê yekê ji karketina parlamento û komîteya nivîsandina destûrê ye.
Tiştê ku niha heye kaoseke siyasî û qanûnîn ya berçav e. Niha guherînên ku li navçeyê diqewimin, bandorê ne tenê li ser welatê bi nav Iraqê dikin, lê ne dûr e karîgeriyên wê bigihin Başûrê Kurdistanê jî. Necmedîn Kerîm û pêkhateyên Kerkûkê yekem manîfestoya van guherînan bi awayekî eşkere eyan kirin.
Li Herêma Kurdistanê jî serkirdên siyasî yên karîger bi pratîkî doza hilweşandina şêweya desthilatdariyê dikin û naxuye bi vê şêweya niha û rabirdû birêvebirina herêmê qabilî berdewamiyê be.
Yanî naxuye çareseriya Herêma Kurdistanê di vegera bo berî bûyerên 23ê hezîranê yan 19ê tebaxê yan her dîrokeke kevintir de be. Lê diyar e çareserî di derbaskirina wan hemû zemîn û zemanan û dirustkirina zemîn û zemanên nû û birêvebirineke nû de ye.
Ew şêweya birêvebirinê ya nû du îdareyî ye, yan dewleta Kurdistana federal e? Birêvebirineke takcemserî ya seranserî ye yan her realîteyeke nû ya din ya li berçav negirtî ye? Ez nizanim, lê ez dizanim ku ev şêweya birêvebirinê ya niha û berê, bidawî hatiye û êdî têra çareserkirin û pînekirinê nake, ji xwe behsa wê yekê neke em bixwazin projeyên mezintir li ser ava bikin!