Li Garê çi çû ava û li Enqerê çi hiltê

Heta ku meriv zanibe li wî çiyayê mezin çi qewimî, divê piçek hayîdarî hebe bê ka li Enqere, Îmrali û Qendîlê çi bû. Beriya ku ew xilêpota ku têra wê dike da hikumeta Tirkiye jî leq bide, li korîdor û jûrên gewr ên Enqere çi plan hate kirin û li gorî wêneyê ku ji gelek eliyan ve xwe dide der, encameke çawa hatibû hêvîkirin.

Li aliyê din Kurd li siyaseta Enqere û ew paradîgmaya 'Komara Demokratiîk' çawa têne dûrxistin û ji bo hilbijartinên bê stratejiyeke çawa hate honandin û Ocelan di vê qonaxê de dê roleke çawa li xwe bigirta. Helbet hewce nîn e ku serê meriv bi dîroka sed salên komara Tirkiye û kurdan biêşê. Lê stratejiya ku li ser Garê hatibû kirin dê nîşaneya sed salên pêş ên Komara Tirkiye be. Çima?

Bersiva pirsa 'çima' di nava pirsa, 'êsîrên di destê PKKê de kê kuştin?' de ye. Tu ji kîjan alî ve lê dinêrî binêre encame ne zelal û hezar alî di nava vê mijarê de heye. Ji bo wê mijara Garê bersiva çawayiya dîroka Tirkiyêye jî.

Em ji Enqêrê ve destpê bikin. Li gorî nîşaneyên qonaxa heyî, desthilata Tirkiye, ango serweriya Erdogan yan jî şîrikatiya Ergenekon, misilman, nijadperest li lûtkeyeke gelekî bilind û xeternak e. Ew lûtkeya ku heye dikare mazûvaniya gelek komkujî û bûyerên tarî ên ku di salên 90î de jî nebûne. Ji ber ku li lutkeya şîrikatiya kûr û tarî rikiberiyeke wisa hessas û xetere heye ku ji bo hersê aliyên vê şîrikatiyê jî mesele man û neman e. Erdogan bi qebiliyeta xwe ya siyasî tekane kes e ku dikare vê şîrikatiyê koordîne bike bêguman. Lê hesabên ku li jêrzemînên tarî têne kirin dikarin bibin sedema têkçûna Erdogan bixwe jî. Bêguman mijara Garê jî mînakeke ji vê kêmtir nîn e jî. Helbet ew nayê wateya ku Erdogan hayîdar nîne ji operasyonê. Erdogan bîlakis çirke bi çirke hayîdar e û di nav de ye. Tişta ku ew pê qanih e û li hêviyê ye wiha ye:

Operasyoneke ku bi beşdariya 41 balefirên şerî, cebilxane û qeweteke ewqasî mezin birêve biçe, nabe operasyona rizgarkirina êsîran. Bêguman ew dibe operasyoneke kontrolkirinê. Tirkiye demeke dirêj e dixwaze ala xwe li Qendîlê daliqîne. Garê jî him yek ji deriyên di navbera Bakûr û Başûr de ye û him jî qadeke lixwegirtina lîgistîk a gelekî muhîme bo PKK.

Li gorî rêûrêbazên stratejiyên leşkerî jî li gorî operasyonên wiha jî tu caran bi hêzeke wisa êsîr rizgar nabin. Helbet tirk jî weke herkesî vê yekê dizanin. Tevî vê yekê bo çi ew operasyon hat kirin?

Yek; di encama vê operasyonê de Arteşa Tirikye li Garê bi cî dibû. Ew der kontrol dikir û beriya ku li Qendîlê ala tirkan bê daçikandin sengera herî muhîm ji dest PKK diçû.

Didû; Serkirdeyekî PKK dîl dihate girtin û ew herdû ji bo desthalat Tirkiye dibûn têra qanihkirina dengdêran û hemû xelkê tirk da sed salî jî serweriya heyî berdewam bike. Erdogan beriya operasyonê bi çend rojan gotibû hayîdarbin ji axaftina min a roja çarşemê û ezê mizgîniyekê bidim we. Li gor wêneyê ku ji agahiyên çend çavkaniyan derdikeve holê, agahî bo Erdogan hatiye dan ku Mûrat Karayilan li Garê ye û ew kesê ku dîl tê girtin jî ew e. Wezîrê Navxeyî Suleyman Soylû ji badilhewa ve piştî operasyonê nabêje, “Eger em Mûrat Karayilan negirin û perçe perçe nekin bila ew şehîd tifî rûyê mekin..” Ji ber ku ew agahî rasterast ji hêla Soylû ve bo Erdogan hatiye dan.

Sê; Encama operasyonê çi dibe bila bibe, hemû fatura ji HDPê re tê birîn. Him propagandaya serkeftina li Garê tê gurkirin, him ji CHPê re tenane rê tê hiştin ku heta ji dest tê dûrî HDP bikeve.

Li gor encama derdora 200 rapirsiyên ku di nava salûnîvekê de hatine kirin, şerê sindiqan di navbera sekûler û oldaran de bi beşdarbûna kurdan encam dide.

Li gor hin agahiyên çavkaniyên balkêş, desthilat digel Ocelanî jî li ser vê meselê li ser xet in û tişta ku ji wî tê xwestin ew e da di hilbijartina bê de kurd bi her awayî biryara boykotê bidin.

Dema ku CHP jî hema HDP weke gunehkar qebûlkir û jê dûr ket, ji xwe desthilat naguhêre û kurd jî piştî tecrûbeya Îmamoglû û hilbijartinên çûyî vê carê belaş reqsê nakin.

Wexta ku li Enqere ew plan dihate kirin li Qendîlê jî helbet ew wêne dihate dîtin û wan jî amadekariyeke wisa kirin, encam çi dibe bila bibe wê tohmeta operasyonê di stûyê desthilat û Erdogan de bimîne. Dema tu hemû perçeyan li çarçoveyekê yek dikî jî eşkere ye ku stratejiya wan bi serketiye. Sedem çi dibe bila bibe Qendîl ji vî şerê stratejiyan serkeftî bûye. Ji ber ku Garê di destê wan de ma. Operasyon demildest hate rawestandin. Li nava Tirkiye ew yek wisa lê hat ku Erdogan nikariye temamê alîgirên xwe jî qanih bike li ser encama ku derketiye. Pê re jî opozisyonê dîmen û gotarên wî yên bi ken û kêfxweşî gelekî opsiyonel bikaranîn û sîstemê derûniya Erdogan têk birin.

Di dawiya dawîn de desthilat dibêje êsîr ji hêla PKKê ve bi guleyekê hatine kuştin. PKK dibêje ew ketine şikeftê, pêşî gaz bikaranîne û pişt re êsîr arteşa tirkan kuştine. Herdû aliyan jî heta niha nikarîne sedî sed bi îspat û delîlên bêalî vê tometê li ser xwe biavêjin. Dewletê dikarî heyeteke ji her aliyên civakê, ji pisporên bêalî ava bike û li ser terman pişkînîn û lêkolînan bike vê yekê îspat bike û nîşanî raya giştî bide. PKK jî dikarî heman tiştî bike bi rêûrêbazên cûda. Lê herdû alî jî tenê hev tometbar dikin, bi dîmenên ku şarezatiya zanistî nehatine girtin nîşan didin. Dîmenên HSM nîşan dide raste têra wê yekê dike ku operasyoneke mezinahiya çawa hatiye meşandin. Lê dîmen têra wê yekê nakin ku delîleke balîstîk li xwe bigirin. Ew karê dîmenan nîn e. Karî pişkînînên laboratûvarî ye.

Li hêla din serkeftina ku li lênûska PKK hat nivîsîn kir kû welatên mezin wek Amerîka jî daxuyaniyên balkêş bidin. Bûyera Garê ji hêla Amerîka ve hat reşkirin bes bi têbiniya ku, 'eger piştrast be PKK ew kar kiriye'. Ew tê wateya ku argumentên dewletekê li ber çavên cîhanê têra rastiye nekirine. Di vê navê de kes li wê yekê nanêre bê ka Ergenekon a ku dewlet rapêç kiriye û ergenekona ku di nava PKKê de hîna jî li ser kar e bi hevkarî çi dikin. Meriv Ergenekona dinava dewletê de ji her alî ve dibîne. Lê ya di nava PKKê de tenê li ser medya û torên civakî nîşan dide. Bo mînak ergenekona di nava dewletê de digot ku Pêşmergeyên PDK jî bi cilên Arteşa Tirkan (AT) beşdarî li operasyona Garê kirine. Ergenekona di nava PKK de jî ew li ser medya û torên civakî weke propagandayeke li hemberî PDK bikar anî. Lê piştî ku Mûrat Karayilan rabû û got ew gotin hewla wê yekê ye ku di nava kurd û kurdan de alozî çêbibin e, Ergenekona di nava PKK de bêdeng ma.

Li aliyekî vê tabloyî ve jî ragirtina wan êsîran li Garê ku hinek ji wan 6 sal in 'mêvanên' PKKê ne gelek tiştan nîşan dide. Bêguman ku PKK hayîdarbû ji plana arteşa tirkan û stratejiya Enqere. Ji bo PKK eger ew êsîr bimirin jî bimînin jî ferq nake. Ji hêla kê ve çawa têne kuştin bila bêne kuştin ew tiştekî li wan kêm nake. Lê ji ber ku arteş jî dizane ew êsîr li wir in çawa ku dizanîn Karayilan jî li wir e.

Niha, tevî ku ew stratejiya ku li Enqere hatibû kirin têk çûye jî, li qada siyasetê hîna jî ew stratejî tê meşandin. Nivîskarê Hurriyetê Abdulkadîr Selvî ji badilhewa nabêje ku xefikek li Erdogan tê vegirtin. Ergenekona di nava dewletê de ku hin wezîr jî di nav de ne serê Erdogan ne tenê li Garê lê li Libya, Suriye û Kafkasan jî di belayên mezin re dike. Di vê mijarê de bêyî PKKê aliyê ku ji operasyona Garê bihêz û bikar derketiye Ergenekon e.

Tevî ku stûna herî mezin ya stratejiya mezin li Garê xitimî ye jî beşa wê ya siyasetê li hemberî HDP berdewam dike. Lê di vir de jî xefika li pêşiya Erdogan karîger û berdewam e. Herkes dizane ku hêza HDP ya heyî ji hemû ew tabloya ku heta niha li siyaseta kurdên Bakur hatiye kirin tê. Girtina her partiyeke kurdan û nûnerekî wan hêza kurdan zêde kir. Niha jî dibe ku HDP ji siyasetê bi temamî bê şikandin. Plana girtina wê partiyê ji bo Ak Partiyê kirêt nîn e. Ew jî vê yekê dizanin. Lê ergenekon û Bahçelî bi vê bi israr in. Him ji bo ku girtin nebe û him jî ji bo ku devê Bahçelî û Ergenekonê bê girtin, plana Ak Partî ya dewletî jî dûrxistina ji parlemenê ye bo hejmarek zêde ya HDPyîyan. Yan jî hemuyan. Li hêla din hemû ew statejî niha dike ku CHP û HDP bêhtir nêzî hev bibin, İYİ Partî û CHP bêhtir nakok bibin û hikumet propagandaya xwe ya di vê mijarê de berz bibe. Herwiha li gor hemû rapirsiyan jî HDP dengên xwe diparêze. Bêyî van hemû xalan zimanê nijadperest ê siyasetê jî dike ku kurdên di nava Ak Partiyê de dilsar, xemsar û stûxwar bimînin.

Dibe ku di dawiya dawîn de İYİ Partî ji CHP bê qutkirin, CHP û HDP têra bidestxistina desthilatê neke û Erdogan li cihê xwe jî bimîne. Lê tişta ku ji binî ve dixile ew e ku siyaset li nava Tirkiye 'genî' dibe.

Erdogan û tifaqa desthilatî ji bo ku xwe bigihînin piştî 2023yan hemû amûr û kertikan bikartînin lê tundbûna li jêrzemînên Enqere û di nava civaka tirkan de hêlên kûr lêdixin ku kêlgirtina wan pêkan nîn e. Qeyrana aborî, gendelî, malbatperestî, dizî û genîbûna birêvebirinê her ku diçe kendalê li pêşiya desthilata heyî berztir dike. Erdogan ku ji bo FETO gotibû 'wan em xapandin' hîna jî beredwam e ku ji hêla herkesî ve bê xapandin. Erdoganê ku ji gotarên xwe yên dema proseya çareseriya pirsa kurd hatiye van gotinên dijminane, cihêkar, gef, sixêf û çêrkirin mezintir karîzmaya  siyasî ye li Tirkiye û mezintirîn xapînokê dîroka Tirkiye ye jî.

Dema ku ew tabloyê weke rêzfîlmên emerîkî berdewam dike, siyaseta kurdan jî li nava Tirkiye û Bakur tenê li cihê xwe dimîne ji bo vekirina qada destkeftiyan. Siba hilbijartin bibin dibe ku careke din kurd hemû ew têkçûyiyên xwe dabîn bike. Lê di warê hebûna kurdan di zemînê Tirkiye de, zimên de, polîtîk û civakî de tu kêrhatineke siyaseta kurdên Bakûr hîna jî nîn e. Çawa ku piştî birêvebirina zêdetirî 15 salan li piraniya Bakur, ne di warî kulturî û şaristanî de, ne di warî siyasî û civakî de tu pêşketinek li holê nema ye.

Baş e lê bo sibêrojî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çi dibe. Wa ye ew jî henekek e. Ji hemû ew qerebelixa ku olan dide tişta dimîne ditirsim ewbe ku li Tirkiye Ergenekona di nava dewletê de li Bakur jî Ergenekona di nava PKKê de serefraz bibin.

Ev ramanên nivîskar bixwe ne û berpirsyariya nêrînên di nivîsê de nakeve ser Rûdawê.