Çend aliyên pirsa kurd

24-05-2018
Selahedîn Çelîk
A+ A-

Bi boneya Filistînê, Rêxistina Hevkariya Îslamî, li Stenbolê civiya. Biryarên têzanîn dan. Hemû tê fêmkirin, lê ev? Rêxistin, 1969ê hatiye damezrandin. 56 dewlet, endamên wê ne. Her sal dicive. Carekî jî qala Kurdan nekiriye, di nîjadkujiya Helepçê de jî.

 

Tevî ku êşa Kurdan pirsa mezintirîn a erdnîgariya Îslamê ye jî, çima Îslam ji Kurdan dûr dimîne? Ji ber ku dewletên serdestên kurdan, dewletên îslamî ne. Ji ber ku Îslama enternasyonal tineye, tenê Îslama neteweyîkirî heye.

 

Pirsgirêka me Kurdan, ev e: Me berjewendiya netewî daye dûv olê. Ol bûye çeka serdestên biyanî. Wan, ol kirine jehr û ji mejî didin me. Em rebenên êsîrê hişsivikiya xwe, hê di xewa kûr de ne. Heya kengê?

 

"Aştiya civakî"

 

Ew, dirûşmeya serdest a bangeşeya hilbijartinê ye. Bi rastî Kurd an Tirk, oldar an xwedênenas, kevneperest an sekuler, pêdiviya civakê bi wê têgehê heye. Lê ma li ser neheqiyê ew dibe?

 

Dirûşme, bêhtirî ji refên CHPê tê. Di HDPê de jî deng dide. Ez ji CHPê ne bawer im. Çima? Ez, însan im û Kurd im. Ez, ne Tirk im. Dîroka tirk, ne dîroka min e. Zimanê tirk, ne zimanê min e. Ala tirk, ne ala min e. Dewleta tirk, ne dewleta min e. Bav û kalên tirkan, ne yên min in. Çanda tirk, ne çanda min e.

 

Ez li dîrok, ziman û çanda xwe digerim. Ew mafên mirovî, mafên xwezayî ne. Dewleta tirk, ew maf xesp kirine. Kurd mafê xwe dixwaze, dewlet wî dikuje. Pirsa kurd, ev e.

 

Kê ew pirs çêkir? Mustafa Kemal bixwe. Kurd hene, lê bi fermî tinene. Ev 15 in, Erdogan li ser kar e. Lê ji 1920ê heya 2002yê 82 sal Kemalîst desthilat bûn.

 

Bêdadiya sîstema dadmendiya AKPê, eşkere ye. Lê heya Bûyera Şemzînanê (2005), dadmendiya Kemalîst li ser kar bû. Ma ew, ne hiqûqa JITEMê bû? Ji kuştina kurdan, yek polîs û leşkerê girtî hebû?

 

Muharrem Înce an yekî din, kî bibe serokkomar jî, heya ew bingeha neheq neguhere, wê ew dîsa Kurdan bikuje. Ji ber ku Kurd dev ji mafên xwe bernadin.

 

Li vir pirsgirêk ne Kurd in, lê tirkên artêşperest, nîjadperest in bingeha pirsgirêkan. Divê hûn biguherin. Divê hûn, bîrdozî û siyaseta şoven a dewletê biguherinin, nexwe daxwaza "aştiya civakî" dê derew be.

 

Muqteda Sedr

 

Nişkegaviya hilbijartina Iraqê, serketina Muqteda Sedr e. Ew, li dijî DYAyê. Bi salan li Îranê mabû. Zilamê Tehranê dihat hesibandin. Dibe zilamên Îranê hewqas zêde bûne, ji hinekan re ji dûrketinê pê ve ti re nemaye.

 

Di gera înternetê de vê dabeşkirinê haya min kişand: "Sedr 24 saet dabû Qasim Sileyman, da ku ew Bexdayê biterkîne". Xwediyê gotegotê, malpera "zernews" kiribû çavkanî. Min kola, lê ez negihiştim encameke.

 

Di baweriya min de, Sedr tiştekî wisa nabêje û nikare bêje, ji ber ku ew hê zilamê Tehranê ye. Û divê em ji bîr nekin; di Cotmeha 2017ê de di nav hêzen ereb ên hatî Kerkûkê de, (dibe) yekîneyên Sedr jî hebûn. Ji bo wî jî, Kerkûk û derên din xaka ereban e.

 

 

Dîsa jî; Washington, Tehran kiriye pisîk. Wê Tehran, biçûkxistinê daqurçîne? Heke ne, wê qadeke nakokiyê Îraq be. Va pêşeroja Îraqê. Wê Sedr çi bike? De werin govendê!

 

Çima min ev mijara şîlo hilbijart? Sedr ew gotin gotin an negotin, ew bû mehne ku ez qelsiyeke me bikolim. Qasim Sileyman hima berî referandûma par, bi kurê Celal Talabanî re çû serdana herdu rêvebirên Hewlêrê. Me berê jî wêneyên kujerekî Qassimlo, bi serokên kurdan re dîtibûn. Wêneyê maçkirina Seddam, ji ber çav naçe. Em nikarin bêjin "na". Heya em nikaribin wê gotinê bêjin, serkeftin tineye.

 

 

 

Di hilbijartina Tirkiyê de pirsa kurd

 

 

 

Li Bakur jî derûniya bindestiyê wisa ye. Heke ne wisa bûya, gotina "agirbestê" wisa bêwate nedihat bikaranîn. Di neyartiya kurdan de desthilata tirk gihiştiye asteke wisa, êdî ew tirban dirûxîne. Di vê rewşê de jî Erdogan gotinekê nerm bêje, gellek bêhiş bi mehneya "agirbestê", wê xwe bavêjin delinga wî. Ka rûmet? Ma pirsa kurd, ne pirsa rûmetê ye jî.

 

Ezê di hilbijartinan de pirsa kurd çawa binxêz bikim? Min serê xwe pê êşand. Mînak hate piyê min. Vê nûçeyê haya min kişand ser xwe: "Çapemendiya Gun", ji bo zarokên dibistana seretayî bi navê "Zimanê kurdî" pirtûkek çap kiriye. Ev bûye "propaganda û piştgiriya terorê". Xebatkarên çapxaneyê hatine girtin. Hemû hewqas? Na.

 

Kurdî hînkirina zarokên kurd, bûyê "mejî-şûştin". Navê zimanê kurdî, bûye "xwedêgiravî zimanê kurdî". Di zagona jenosîtê de, "Bi zimanekî biyanî bi darê zorê perwerde kirina zarokan û pişaftin, sûcê nîjadkujiyê ye". Bi gotina kurt; bi tirkî fêrkirina zarokên kurd, tawana nîjadkujiyê ye. Dewleta tirk, dadgeha tirk, ew zagona navdewletî berevajî kiriye. Ya bi êştir; êdî tawanê nîjadkujiyê jî, weke tiştekî asayî bertek dibîne.

 

Em di şanoya otokrat de ne. Ew, xwe bi darê zorê bi me dide hilbijartin. Gelo em çiqas têgihiştiyê rastiya xwe ne?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst