Gelo nûnerên Kurd li Bexdayê çi dikin?

Iraq welatekî ecêb û sosret e. Lê dibe ku bi dirêjahiya temenê avabûna dewleta Iraqê ev hewldana yekem a bi vî rengî be. Wek ku di çend rojên borî de, di medyaya Iraq û Kurdistanê de hat weşandin ku hinek parlamenteran daxwaznameyek dan hikûmetê ji bo ku Bexda daxwazê ji Erebistana Siûdî bike ku qubeyan li ser gorên şîeyan li bajarê Medîneyê ava bike!...

Welatekî ku gêrî nav bi dehan kirîz û qeyranan bûye. Kerta wê ya perwerde û saxlemiyê mîna du stûnên bingehdar ên xizmetguzariyên seretayî di xopanbûnê de ne. Li gor rapora Wezareta Plandanînê, rêjeya hejariyê gihiştiye ji %25ê. Rêjeya bêkariyê roj bi roj zêdetir dibe. Hejmara jinebiyan gihaştiye milyonan û şeş milyon zarokên bêkes hene…

Ava paqij a vexwarinê ya beşeka zêde ya rûniştiyên welatê her du çeman (Iraq) nîne û metirsiya biyabanbûnê gefê li pişka zêde ya erdnîgariya wî dixwe, gendelî û nebûna dadmendiyê dikin jiyana wî bifetisînin û bêhnê lê biçikînin…

Nakokiyên konevanî û qeyrana pêkneanîna hikûmetê, vegeşbûna grubên cihê cihê yên mafyayî û komikên çekdar bûne nasnameya Iraqê, lêbelê parlamenterên Iraqê xema avakirina merqedan ji bo gorên şîeyan li Erebistana Siûdî dixwin!

A ji vê ecêbtir jî ew e, wek hat weşandin, navê çend parlamenterên ku nûnertiya Kurdan li Bexdayê dikin di lîstê de cih digire. Bi dehan pirsgirêkên Kurdistanê jî bi Bexdayê re hene. Bi dehan bend û madeyên destûrî ku têkildarî mafên gelê Kurd in hatine piştguhxistin. Zulm, stem, dagirkirin, siyaseta erebkirinê û qirkirina nijadî ya Kurdan ji Mendelî heta Şingalê tê meşandin…lê nûnerên Kurd xema wê yekê dixwin ka ji ber çi qube ji gorên şîeyên Medîneyê re nayên çêkirin!

Mijara nûnertiya Kurdan û şandên Kurdistanî jî bi dirêjahiya temenê şoreşên gelê Kurd cihê pirs û li ber sekinînê bû. Li astekê ku bûye gotineke berbelav û dost û neyarên Kurdan jî dibêjin (Tişta ku Kurd bi şer bi dest dixin, nûnerên wan li ser maseya diyalogê winda dikin). Lê ev jî tu carî bi qasî vêga û van çend salên borî ne cihê lomekirinê bû.

Di gerên borî yên parlamentoyê de, me gelek helwest, daxuyanî û reftarên nûnerên Kurd dîtin ku berevajî armancên gelê Kurdistanê bûn.

Di nivîsîna destûrê de tiştên ku wek maf û şayiste ji bo pêşmergeyan hatin bicihkirin, nehatin cîbicîkirin. Nûnerên Kurd bûne rêberên derxistina yasayê ji bo dayina şayisteyên darayî û îmtiyazan ji bo Heşda Şeibî û çekdarkirina wan. Lê tew bi dev jî ji wan binpêkirinên mafên pêşmergeyan dilgiran nebûn!

Niha jî guhê me li gelek daxuyaniyên wan dibe ku avê dixin aşê lawazkirina statû û giraniya miletê xwe. Di demekê de ku erkê wan nûnertîkirina Kurdan li Bexdayê bû ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê û tiştên bidestxistî û şerê wergirtina mafên me yên zeftkirî. Lê cihê li ber sekinînê ye gava şandek ji bo daxwaziyên Kurdistanê diçû Bexdayê, hindek kesan ji xwe re doza post û îmtiyazan dikir.

Ewên ku nûnerên hilbijartî bûn jî ne tenê şerê wergirtina mafên zeftkirî nekirin, çi bigire hemû tiştên ku berê di Destûra Iraqê de, wek mafên Kurdan bi ked û hewldaneke mezin hatibûn bicihkirin, li pêş çavên wan dihat binpêkirin û tew tu karvedaneke wan nebû!

Li van demên dawî jî, bi sedema nakokiyên PDK û YNKê û ji bo şikandina hev, çend parlamenterên van her du partiyan, gilîname li ser berbijêrên partiya rikeber, li Dadgeha Federal tomar kir. Lê cihê pûnijînê ye ku tu yek ji wan nefikirî heke her ji bo (muzayede û xapandinê be jî) gilînameyekê li ser wan binpêkariyên destûrî tomar bike ku wek stem li hember gelê Kurdistanê tê kirin.

Cihê pûnijînê ye ku parlamenterên berê û niha derbarê biryara Dadgeha Federal li ser petrola Kurdistanê, her roj tirs û dilgiraniyê diweşînin ku hikûmeta Iraqê pabendî cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal e û dê bi hêza leşkerî êrişî Kurdistanê bike. Lê nabînin çawa biryarên din ên dadgehê diavêjin selika gilêşê, çimkî ew biryar li berjewendiya Kurdistanê bûn û Bexda wan cîbicî nake.

Her wek mînak Kerkûk ku di dema borî de navenda meseleya Kurd li Iraqê bû, tişta wek rêkara çareseriya pirsgirêkê di Madeya 140ê ya destûrê de hatibû tespîtkirin, çend sal e tu pabendiyeke Iraqê bi wê rêkara destûrî nemaye, tew Dadgeha Federal sala 2019an biryar da ku divê ew rêkarên destûrî werin cîbicîkirin, tu yek ji kabîneyên hikûmeta Iraqê pabendî wê biryara Dadgeha Federal nebûn, tu parlamenter û nûnerekê Kurd jî, ne tenê gilîname tomar nekirin, tew bi daxuyanî jî nerazîtîyek nîşan nedan, lê beşek ji wan wek berdevkên Dadgeha Federal li wan hatiye ji bo cîbicîkirina wan biryarên din ên Dadgeha Federal ku li dijî Herêma Kurdistanê hatine wergirtin.

Gelo hêj tê bîra we gava li ser pêşniyara waliyê Kerkûkê, Lîsta Birayetiyê li encûmena parêzgehê biryar da ala Kurdistanê li kêleka ala Iraqê li ser dezgehên Kerkûkê were hildan, wê çaxê tirkmen û ereban gilîname bir dadgehê li wê Bexdayê û dadgehê biryar da tişta hatiye kirin ne li dijî destûrê ye.

Ma hûn niha rewşa Kerkûkê dibînin? Baş e, nexwe hûn çima hikûmeta Iraqê naxin jêr berpirsiyariya wê biryara dadgehê ku ala Kurdistanê li ser sazî û dezgehên Kerkûkê were hildan.

Her roj Dadgeha Federal bi rengekê li dijî Herêma Kurdistanê tê sorkirin û gijkirin, dosyeyek yekalî nabe, çend parlamenter dosyeyeke din li ser Kurdistanê dibin dadgehê. Ez nizanim çima tu yekî ji van nûnerên Kurd vekirina dergehê dadgehê bi kar neanî, ne ku ji ber berjewendiyên Kurdan, qet nebe ji bo berjewendiyên teng ên partiyên xwe, ka çima li wê dadgehê gilîname li ser hikûmeta Iraqê tomar nakin ku li gor Destûra Iraqê xwendin li navçeyên Germesêrê heta Kerkûkê û heta Deşta Neynewayê ji bo zarokên Kurd bi zimanê Kurdî ye, lê Bexdayê di 19 salên borî de mûçeya mamostayekê tikîtenê jî xerc nekir.

15 hezar mamosta û karmendên Kurd ji hemû mafên xwe hatine bêparkirin û tu parlamenterek û tu yek ji nûnerên Kurd ne ku dozek venekir, tew dilgiranî jî nîşan nedan. Di demekê de ku ev erkeke destûrî ya hikûmeta Iraqê ye ku pêdiviyên xwendinê ji zarokên Kurd re misoger bike.

Bi dehan gundên Kurdan li deverên Xaneqînê hatine valakirin. Ji Xurmatû heta Kerkûk û Dûbizê gef li dijî cotkar û gundnişînên Kurd tên xwarin ji bo ku dev ji erd û zeviyên xwe berdin û ereb tên anîn û li ser cîwarên Kurdan têne akincîkirin. Karmendên Kurd ji ser karên xwe tên dûrxistin.

Ew navçe bi roj artêşa Iraqê û grubên çekdar lê ne. Bi şev ciwan û gencên Kurd ên gundnişîn tên revandin û kuştin, paşê tê gotin qaşo DAIŞê êrişî wan kiriye. Gelo çi karvedaneke van nûnerên Kurd li Bexdayê hebû?

Ji Nugreselman heta Topzawayê, tu her bostekê ji axa Iraqê bikolî, hestî û bermahiyên jin û zarokên gorên bikom ên enfalkirî yên Kurd in. Ez nizanim ev nûnerên Kurd berê û niha çima doza cîbicîkirina wan bend û madeyên yasayî nakin ji bo vekirina gorên bikom û testa DNAyê ji bo xizm û nasên wan û vegerandina bermahiyên terman ji bo Kurdistanê, lê di xema şîeyan de ne ku xwediyên wan pir in. Erê bi rastî jî ev ne cihê pirsê ye gelo?