Piyaseya hestan di destên kê de ye?

1 demjimêr berê
Behîce Ferîde Demîr
Nîşan Keziyên Jinebî Gulîzer Hest Rojev
A+ A-

Trump çû Çîn û Maçînê. Komîteya Tenduristiyê ya Cîhanê hişyariya hantavîrûsê dide. Enflasyon, bêkarî, nijadperestî û xizanî her diçe zêde dibin. Mem Ararat telîfa berhemên xwe dixwaze û ez jî pirtûka Gulîzerê ya bi navê Keziyên Jinebî dixwînim.

Pirtûk di sala 2006an de ji Weşanên Avestayê derketiye lê ez di Gulana 2026an de dikarim bixwînim. Xem nîne; helbest wekî şerabê ne, çi qasî bimînin, ew qasî tama xwe digirin. Helbet ev ji bo hemî helbest û helbestkaran derbasdar nîne. Dîsa jî zeman nikare bibe astengê hinek gotin û berheman. Thomas Mann di pirtûka xwe ya Dr. Faustus de behsa muzîkê dike û dibêje: “Tişta ku em dibêjin muzîk, bi tena serê xwe temamî enerjî ye. Tenê ne enerjî ye, him fikrî ye him jî wekî rastiyekê enerjî ye.” Bi ya min ne tenê muzîk, enerjiya peyvan û helbestan jî heye. Gava vê yekê difikirim, pirtûka Gulîzerê li ser masê ye.

“Keziyên Jinebî……”

Çi navekî fundamental û ferîdî! Keziyên ku di malên Kurdan de xwedî resm û rewacê ne, di helbestên jineke Kurd de bûne tewr û teselî. Gulîzera hevsala min, rojên ezebiya me wek zerfeke diavêjê pêşiya me. Gava vê pirtûkê dixwînim hestkûriya wê dibinim û ji xwe dipirsim: Gelo li Kurdistanê piyaseya hestan di destê kê de ye? Yan jî îskinka C.G. Jung hilê, “bîra kolektîv” bi însiyatîva kê bi pêş dikeve?  Heger Jung jinên Kurd ên bestekar, stranbêj û şair binasiya, dê di derbarê qanûna rezonansê de çi bigota? Sê rojan li pey hev Keziyên Jinebî dixwînim. 55 helbestên vê pirtûkê ji xwe re dikime xelat. Lewma dibêjim: helbest dema xwe dizanin.

Îsal şaîra min Gulîzer e.

Navê pirtûkê wekî kişikên ser text bi mexsed hatiye danîn. Heger ecemî bi sira te difire, pispor bî jî tu hesûdiyan dikî. Di risteyên Gulîzerê de; can, mal, xweza û dil dibin helbestkarên hevdû. Her helbest ji ber sifetên jinên Kurdan hatine wergirtin: ên ku kubar, bi xwe bawer, bermalî, xebatkar, xwende û xeyalperest in. Qet şopa xwe biçûkkirinê yan ji tirsê bi van 55 helbestan nakeve. Dikarim bêjim helbestên serî netewandî jî. Ne li ber evînê, ne li pey evîndariyê, tenêbûn û pîrbûnê. Heta car caran pîrbûn serxwebûna xwe jî îlan dike. Bi ya min Gulîzer helbestkara piştî salên pênciyî ye. Lewra jiyan fatureya eslî pîştî pêncî saliya me derdixe.

Ji  polemîkên partiyên Fransî û amadekariyên kemalîzma post-modern, ji daxûyaniyên Trump û Cinping dûr dikevim vê hefteyê. Tenê Helbestên Gulîzerê dixwinim.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst