Nebûna yasayeke neftê bûye sedema krîzeke herdemî

Şoreş Hesen

Valahiya qanûnî û çarenebûna destûrî ya mijara rêveberirina gaz û petrolê, yek ji mijarên herî aloz û tevlihev ên Îraqê ye. Her ku krîzeke nû di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de derdikeve holê, ev gengeşeya berdewam jî serê xwe dertîne.

Gengeşeyek e ku belkî herî zêde bûye sedem ku karmend û fermanberên Herêma Kurdistanê bedeleke ku heq nedikirin bidin.

Tevî ku çav li ser dayîna mûçeyan bûn, çarenivîsa wê hîn jî girêdayî rêkeftinên ku hewl didin rêyekê ji çareseriyê re bibînin, derbarê ka dê çawa nefta Herêma Kurdistanê bi rêya kompanyaya taybet bi firotina nefta Îraqê (SOMO), were hinartin.

Nêzîkî du sal in nefta Herêmê li cîhanê nayê firotin û vê yekê bandorên aborî li ser aboriya Îraqê bi giştî û li ser rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê bi taybetî hiştiye, xasma ku Herêm êdî nikare mûçeyên fermanberan fînanse bike, tevî ku biryarên Dadgeha Federal tekez kiribûn ku mûçeyên fermanberan bi pirsgirêkên siyasî yên navbera navend û herêmê ve neyên girêdan.

Eyan e ku Hikûmeta Federal xwe ji cîbicîkirina wê biryarê vedizî, bi hinceta ku biryar xwe dispêre xerckirinên rasteqîn ên ku mafê herêmê ne û mûçe jî di nav de ne.

Nebûna çarekirina destûrî

Tevî ku zêdetirî bîst salan di ser rewşa nû ya Îraqê re derbas bûne, heta niha nekariye qanûneke ku vê dosyaya girîng birêkûpêk bike derxe ku vê yekê pêwendiya di navbera her du aliyan de di bin destê şîroveyên dijberî destûrê û di nav nakokiyeke neçarebûyî ya li ser desthilatan de hiştiye, her wiha hiştiye ku pêwendî her dem di navbera her du aliyan de aloz bimîne.

Ev valahiya qanûnî ku tevî metirsîdariya xwe nehatiye çareserkirin, tenê dikare wekî girêkeke kevnar di binyada dewleta Îraqê de were binavkirin.

Dema ku destûra Îraqê sala 2005an  hate pesendkirin, diviyabû biba çarçoveyeke referansê ku gengeşeya li ser desthilatan di navbera navend û herêmê de bi dawî bike lê li şûna wê, deriyekî berfireh ji şîrovekirin û raveyên cihêreng re di navbera aliyên cuda de vekir û desthilata şîrovekirinê ji Dadgeha Federal re hişt ku wê jî di piraniya beşan de biryara nedestûrîbûnê da, nemaze di warê desthilata Herêmê ya ji bo girêdana peymanan.

Bêencammana hewldanên derxistina qanûneke federal

Ji sala 2007an ve, Îraqê gelek hewldan ji bo pesendkirina qanûneke federal a gaz û petrolê dîtin, lê hemû jî bêencam man.

Hewldana yekem bi piştgiriya Amerîkayê bû û pêşnûmaya qanûnê wê demê bi hevkariya navend û Herêma Kurdistanê hatibû amadekirin lê ji ber nakokiyên navxweyî ji bo parlamentoyê nehat pêşkêşkirin.

Di salên paşê de, varyantên cuda yên qanûnê derketin holê, di navbera 2011 û 2021an de lê yek ji wan jî negihîşt qonaxa dengdanê, ji ber ku di qada siyasî de kêmtirîn asta lihevkirina niştimanî nebû.

Peymanên petrolê li Kurdistanê bê çareseriyeke dawî

Di bin siya nebûna qanûna federal de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo birêvebirin û pêşxistina zeviyên xwe yên neftê peyman bi kompanyayên mezin ên navdewletî re girêdan. Bexdayê ev peyman wekî nedestûrî bi nav kirin, heta gihişt wê astê ku li pêşberî Dadgeha Federal îtîraz li wan kir.

Ji aliyê din ve, Hewlêr xwe dispêre şîroveya xwe ya destûrê û dibîne ku desthilatên herêmê girêdana peymanan jî di nav xwe de dihewîne, heta ku qanûneke federal a ku vî warî birêkûpêk bike tune be.

Vê rewşa aloz rê li ber gelek pirsgirêkan vekir, yên herî berbiçav ev in: Nakokiyên berdewam li ser para Herêma Kurdistanê di bûdceya giştî de, biryarên dadwerî yên ku zererê didin rewatiya peymanan û belkî ya dawî jî biryara Dadgeha Federal a li ser nedestûrîbûna hinardekirina neftê ji aliyê Herêmê ve bêyî vegera li Bexdayê bû, ku bû sedema rawestandina tevahî ya hinardekirina petrola Herêmê û ziyaneke mezin gihand Îraq û Herêmê di heman demê de.

Li gel vê, helwesta guherbar a kompanyayên biyanî ku xwe di qadeke gewr a qanûnî de dîtin û divê bi her du aliyan re, ango navend û Herêma Kurdistanê re, di heman demê de, li ser peymanên ku bi Herêma Kurdistanê re girêdane, danûstandinan bikin.

Pêwîstiya derxistina yasaya federal

Tevî ku ev rêkeftinên lawaz dibe ku çareseriyên demkî ji bo vê mijarê bibînin, lê bêyî derxistina qanûneke federal a neft û gazê li gorî felsefeya yasadanînê ya ku destûra herdemî derbarê rêveberiya hevbeş de aniye, ne mimkûn e mirov di vî warî de aramiyê bibîne.

Berî her tiştî pêwîstiya vê yekê bi afirandina nêrîneke nû heye ku li gorî dewleta federal û rêveberiya çavkaniyên wê be, ne ku di destê felsefeya dewleta navendî de dîl bimîne.

Heta ku ew qanûn were derxistin, divê mekanîzmayên guncaw werin danîn ku pabendiyên qanûnî yên ku ji encama girêdana peymanan bi Herêma Kurdistanê re derketine holê, çareser bikin, di nav de heqdestên kompanyayên neftê ku li pêşiya her pêşketineke ku her du alî ji bo çarekirina vê dosyeyê bi dest dixin, kelemeke mezin e.

Di dawiyê de, divê were gotin ku nebûna çareseriyeke dawî ji bo wê tê wê wateyê ku her guherîneke siyasî li Bexdayê yan her zexteke navdewletî dibe ku yekser bandorê li ser aramiya sektora petrolê li Kurdistanê bike.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)