Çûna Bakur: Dema dilekî û du çavan têra min nekir!
Carinan mirov pê dihese ku du çav têra wî nakin û dîbeje “Axx xwezî çar çavên min hebûya.” Hinek rêwîtî hene ku ne bi piyan, bi dil û hestan tên kirin; ne bi çavan, bi can û dil tên dîtin.
Rêwîtiya min a ber bi Bakurê Kurdistanê ve, yek ji wan rêwîtiyan bû. Na na! Belkî jî ne rêwîtî bû, belkî jî pêkhatina wan xeyalan bû ku di xewnan de jî efsûnî bûn.
Ne rêwîtiyek bû, vegereke derengmayî bû, lixwevegereke biderengîketîbû. Derengmayîneke ji dema bav û kalan, dê û dapîran bû.
Çûyîna ber bi wî warê ji dil û hinavên xwe veqetandî bû, navê bav û kalên min di her bosta axa wî de, di siya her dara wî de û di xuşîna her çemê wî de veşartî mabû, belkî jî qedexe mabû.
Ez xwe nas dikim, dilê min nola dilê zarokekî ye, di qefesa sînga min de li ber xwe nedida. Min baş dizanîbû... Min bi hemû hebûna xwe dizanîbû ku dilekî tenê nikare barê hesreta bi salan, hesreta bi nifşan, hesreta ji dilan û bi dilan hilgire û du çavên bi girî nikarin rûyê welatekî ku bi hêsir û nalînên kal û bavan hatibû hûnandin têra xwe bibînin.
Ew hesta ku di dil û hinavên min de radibû, ne kelecana rêwiyekî bû ku li bedewiya cîhanê digere. Na! Ew qîrîna bêdeng, lerza giyanê wî zarokî bû ku piştî heyamekî sêwîtiyê, ji nişka ve bêhna dayîka xwe ya windabûyî ji bayê welêt distand û nizanibû bikene yan bigirî.
Ez matmayî mabûm, min çavên xwe digirtin û vedikirin û ji Xwedê dipirsî: "Ma ev rastî ye, Xwedayê min? An jî ev ew xewna şêrîn e ku min tevahiya jiyana xwe lava dikir ku ez tenê kêliyekê tê de bijîm, heta ku mirin were û min di hembêza wê de veşêre?"
Cizîra Botan: Birîn û sermestiya di hembêza dîrokê de
Şev nîvê şevê ye, dema ku bajar di xeweke kûr de bû û Çemê Dicleyê li ser evîna Memo û Zînê distira ez giham Cizîra Botan. Ew ne tenê bajarek bû, Cizîr dergûşa çîrok, evîn û berxwedanê bû.
Sibehê bi şikestina şûşeyekê re birîneke kûr di dest û lingên min de vebû. Xwîn diherikî lê ecêb bû ku ez nediêşandim. Dilxweşiyê, şahiya dil serdestî li birînê dikir.
Ma kes ji birîna xwe hez dike? Min ji wê birînê hez kir!
Ma dema ku Medreseya Sor, gora Melayê Cizîrî, Birca Belek a ku bi hezaran siran vedişêre û çîroka evîna bêdawî ya Mem û Zînê li benda min bûn, ez ê çawa êşa birînekê bihesiyama?
Ma mirov birçîbûna xwe ji bîr dike? Min li wir xwarin ji bîr kir! Min herî kêm dixwar. Xwarin pir xweş bû lê nizanim rewşa ku ez tê wer bûbûm û kelecana ku ez girtibûm, xwarin ji bîra min biribû.
Min bi zikê vala û birîna nûjen a li ser dest û lingên xwe, xwe avêt nav kolanên Cizîrê. Min xwe di nav şêniyên Cizîrê de xerîb hîs nekir. Dema dengê wan li ber guhê min diket, carna min digot qey ez li Dêrika Hemko me. Zimanê me yek bû, ez bi kî re bi Kurdî diaxivîm, wan jî bi Kurdî li min vedigerand. Her wiha kesên pir alîkar û dilpak bûn. Min pirsa çi cihî ji wan dikir, bi hûrgilî ji min re digotin û rêya rast nîşanî min didan.
Hewa payîzî hinekî germ bû lê ew germahî ne ji tavê ji coşa dilê min dihat. Mîna sermestekî ku di nav baxên evînê de digere, min pî û pêtî xwe berda nav xezîneyên Botanê.
Gora Mem û Zînê ne bi tenê bû, gora Bekoyê Ewan jî li wir bû, nîşan dida ku striyê her gulê jî heye. Di her evînê de kelemek heye, qencî û xirabî li kêleka hev dijîn û dimirin.
Birca Belek ez şaşomaşo kirim. Birca Belek li peravê Dîcleyê, ew çemê ku weke damareke zîvî di laşê Mezopotamyayê de diherike û bîranînên hezar salan ber bi deryayê ve dibe ne tenê weke kelehekê radiweste, weke xwedawendeke textbilind şahidiya her kêliya Botanê jî dike.
Ew û Dîcle du evîndarên kevnar in, yek bi kevirên xwe yên reş û bêdeng, a din jî bi xuşîna ava xwe ya bêdawî, bi hezar salan e ku sirên vî welatî ji hev re dibêjin.
Birc ne avahiyeke ji keviran bû, şahideke serbilind bû. Şahida jiyanekê, şahida şaristaniyeke Kurdan a wilo resen ku her kevirê wê bi keda mîr û hostayên Botanê hatibû neqişandin. Gava ez li ber heybeta wê sekinîm, min hest kir ku ez ne li avahiyekê, li rûyê dîrokê bi xwe dinêrim.
Gelo ew kevirên reş û biheybet, tenê kevir in? An pirtûkên bêdeng in ku çîroka neteweyekê di bêdengiya xwe de vedişêrin?
Hingê û pişt re jî min gelek caran, tewra carinan bi dengekî bilind jî got: Ev şaristaniya mezin a Kurdan bi kû ve çû? Çawa Kurd bûn bindest? Gelê xwediyê vê dîroka kevnar, vî zimanê berxwedêr û vê şaristaniya rûmetdar çawa têkeve jêr destê xelkê, çawa di nîrê wan de dîl bimîne!
Lê Birca Belek ne tenê keleha şer û desthilatê ye. Ew berî her tiştî, perestgeha eşqê ye. Hêlîna evîna herî mezin a vê axê ye. Li vir, di bin van dîwarên ku bêhna Dîcleyê li wan dixe, eşqa Mem û Zînê weke kulîlkeke nemir şîn bû. Min çavên xwe girtin û min hest kir ku ez ne di sedsala bîst û yekê de me. Min hest kir ku heger ez guhê xwe bidim ser kevirên wê yên sar, ez ê lêdana dilê Mem bibihîsim, heger ez li ber bayê wê yê hînik bisekinim, ez ê pistepista Zînê ya tijî hesret hîs bikim.
Nisêbîn: Dilê min li wir pekiya
Berê me ji Cizîrê dikeve Nisêbînê. Em li ser wê Rêya Hevrîşim a dîrokî diçûn, rêya ku bi hezaran salan bû şahida karwan, çand û şaristaniyan. Gava ku çavên min bi wê rêyê ket, hestên bi salan di kûrahiya dilê min de veşartî, weke volkanekê teqiyan.
Bi salan, min ji aliyê Binxetê ve, ji Qamişloka evînê, li vê rêyê temaşe kiribû û min di dilê xwe de digot, "Gelo rojekê ez ê jî karibim lingên xwe deynim ser vê axê?" Erê “vê axê” ne “wê axê.”
Ew “sînorê” jehrî, ew xencera ku di dilê welêt de hatibû çikandin, her dem weke dîwarekî hesinî di navbera min û xewnên min de bû.
Îro her çi qasî ew dîwar hîn li cihê xwe bû jî dema min ji Nisêbînê li Qamişloka xwe nihêrî, dilê min weke çûkekî ji qefesê firiya, pekiya û zora hemû têl û sînoran bir û çû li ser banên bajarê min danî. Wê gavê min zanî ku tu sînor nikare li hemberî hêza hezkirin û hesretê raweste û dilê min ji min re got ku ew têlên dirikî û ew sînorê bêyom pîr bûye û zêde nemaye ku can bide!
Mêrdîn: Bûka serbixêlî
"Mêrdînê, xweş Mêrdînê..." Belê, weke di stranê de tê gotin, Mêrdînê kelehek ji dilê min ji xwe re ava kir. Bû navenda mana me û bû stêrka geş a rêwîtiya me. Mêrdîn ne bajarekî ji kevir û heriyê bû, bûkeke serbixêlî bû ku xemla xwe ji dîrokê, ji çandê û ji mozaîka gelên xwe girtibû. Li wir, xasma li Mêrdîna kevin, Kurd, Ereb, Tirk, Mihelmî û Suryan wekî têlên tembûreke ezmanî, bi ahengeke bêhempa bi hev re dijiyan.
Aboriya wir di rewşeke dijwar de bû lê jiyan li kolanên Mêrdînê bi coş û xiroş diherikî. Dîmenê wê yê ji dûr ve, keleha wê ya bilind û roniyên wê yên ku di şevê de weke stêrkên li erdê diberiqîn, mirov heyirî û matmayî dihiştin. Ez li hemberî bedewiya Mêrdînê lal bûm û min xwe dîsa avêt bext û tora pênûsa xwe.
Jiyan li Mêrdînê ahengeke pîroz e ku diherike nav kuçeyên wê yên teng û kevirî. Tu dimeşî û di yek kêlîkê de, çavên te bi keçeke bi pora xwe ya berdayî dikeve ku li ba jineke bi laçik re derbas dibe; komek xort bi qîr û coş pêkenokên xwe dikin, ne dûrî wan malbatek bi zarokên xwe re bi Erebî diaxive. Dikandarek bi rûkenî, ji yekî re bi Kurdî dibêje "Li ser seran, li ser çavan" bi yê din re bi Tirkî dikeve bazarê û rê nîşanî geştyarekî Ereb dide.
Ev hemû reng, ev hemû deng, di nav bêhna sabûna kizwanan a navdar û gulava xweş de ji dikanên etaran belav dibe, tevlihev dibin û bêhnxweşiyeke taybet a Mêrdînê çêdikin. Ev ne mozaîkeke bi zorê li cem hev danî ye, ev nefesa bajêr bi xwe ye, lêdana dilê wî yê kevnar e ku bi rîtma îro re di ahengekê de ye.
Di nava vê coşê de, stargeheke rihê min hebû: Leylan Cafe. Ew ne tenê kafeyek bû, ew quncikeke aramiyê bû ku min piraniya dema xwe ya li Mêrdînê lê derbas dikir; pirtûkxaneya wê pir balkêş bû û bi hezaran pirtûkên bi Kurdî û yên bi zimanên din lê hebûn. Min gelek heval û dostên dilpak li wir nas kirin û bi naskirina wan dilxweş bûm. Li wir bi rasthatinî min du wergêrên Kurd ên genc û jêhatî dîtin: Aydin Ekîn û Botan Ozbek ku wergerên wan di kovara Lewwergerê de weşiyane. Aydin gîtarvanekî jîr e û bi hunermendê mezin Mehmet Atli re jî gîtarê dijene. Botan jî xortekî dilpaqij û devliken e. Wedatê Omerî ku li wir kar dikir pir ruhsivik bû. Xwediyê wê qehwexane û pirtûkxaneyê kek Enes bû. Kesekî camêr û mêvandost bû.
Ji xwe Mistefa û xanima wî Xasê barê min rakirin û piraniya man û gera min a li wir bi rêya wan û bi saya wan bû. Kurd dibêjin, ji cil û kincan ên nû, ji dost û hevalan ên kevn. Mistefa Serhed jî dostekî kevn e. Dildarekî peyva Kurdî ye, bi xwe jî çîrokan dinivîse. Wekî dibêjin du misilman di siya hezkirina Xwedê de digihîjin hev, ez û Mistefa jî di siya hezkirina zimanê Kurdî de gihane hev, loma dostaniya me wiha xurt e, berdewam dike.
Şevbuhêrkên Leylan Cafeyê... Ax, ew şevbuhêrk! Di bin ronahiya zer a nerm de, awazên Kurdî û Tirkî yên bijarte tevlî bêhna qehwê û dîmenê Mêrdînê yê efsûnî dibûn lê şeveke ji wan şevan hebû -şeva dawî bû- ku di kûrahiya bîra min de şax veda.
Dema ku awazên nemir ên Xelîl Xemgîn bilind bûn û gotinên Cegerxwînê mezin "Tu hatî, navşirîna min..." di nav dîwarên kevirî de olan da, tiştekî efsûnî qewimî. Bêyî ku em li hev binêrin, dengên me hemûyan bûn yek, dilên me bi heman rîtmê lêdan û me ew stran bi hev re weke sirûdeke hezkirinê stra.
Li hemberî deryaya roniyên Mêrdîna bûk, me di bin sîwana wan awazan de ne tenê li bajêr, li kûrahiya giyanê xwe temaşe dikir. Ew sermestiyeke wisa bû ku ne bi meyê, bi hestan, bi hunerê û bi hevdîtinê dihat pê.
Me li derdora Mêrdînê jî berê xwe da Dêra Zaferanê ku hîn bêhna keşîş û sirên Suryaniyan jê dihat. Me xwe gihand bajarê dîrokî yê Darayê û em di zîndana wî ya sosret de, di nav rûpelên dîrokê de winda bûn. Zindana Darayê hê jî mirov ditirsand û ew aliyê biheybet lê xofdar ê mirovahiyê şênber dikir: Zindan yek ji dahênanên mirov ên herî kevn e!
Batman: Nalenala bîranînan û lêdana dilekî bêsebr
Me piştî Mêrdînê berê xwe da Heskîf û Batmanê. Nêzîkbûna ji Batmanê, ji bo min ne nêzîkbûna ji bajarekî, nêzîkbûna ji çîroka malbata min bû. Ew warê bav û kalan bû.
Gava ez nêzîk bûm, ez di kûrahiya fikir û xeyalan de noq bûm. Ez li wan rojan fikirîm; ew rojên dijwar ên piştî têkçûna Şoreşa Şêx Seîd a sala 1925an. Min zehmetî û êşên ku bav û kalên min ji ber beşdarbûna xwe ya wê şoreşê kişandibûn û neçariya ku ew binxet kiribûn, di her mûyê laşê xwe de hîs kir.
Gava em ketin ber deriyê Êlih-Batmanê, dilê min ji sînga min pengizî, li pêşiya min gêr bû û gupegup pê ket. Ew hest bi gotinan nayê zimên. Ew tevlîheviya şadî, xemgînî, serbilindî û hesretê bû. Mixabin, ji ber kurtbûna demê, min nikarîbû biçim gundên me yên li derdora Batmanê lê min ew hesret weke emanetekê hişt ji bo careke din, ji bo vegera li koka kokê.
Amed: Paytexta dilan
Ma dibe ku mirov here Bakurê Kurdistanê û seriyekî nede Amedê? Amed ne kevir e, Amed nasname ye. Sûr û heybet e. Me li ber heybeta Pira Dehderî çok da, me li ser Sûra dîrokî li kûrahiya demê nêrî, me li Mizgefta Mezin nimêja evînê kir û me li stûna ecêb a Minareya Çarling temaşe kir. Em di bin lingên wê yên pîroz de çûn û me dua kir. Qetilkirina Tahir Elçî hat bîra min û dilê min hat guvaştin. Apê Mûsa ji nişkê ve “birîneke reş” anî bîra min.
Lê van bircan çok nedaniye...
Paşê Xana Hesen Paşa bi çîrokên xwe em pêşwazî kirin. Amed ji min re bajarekî nûjen û rêkûpêk xuya bû lê ya ku herî zêde dilê min şa kir, ew nivîsên bi zimanê zikmakî bûn.
Li ser her stûnekê, hevokek, malikek an gotineke pêşiyan bi Kurmancî û Kirmanckî hatibû nivîsandin. Ew ne tenê nivîs bûn, ew îsbata zindîbûna ruhekî û parastina mîratekê bûn.
Van tabletan pir kêfa min anî. Her wiha nivîsên bi Kurdî yên li piraniya bajarên ku çûme wan dilê min xweş kirin. Eger qala ziman bikim, kil û kêmasî pir in, zimanê bazarê bi gelemperî Tirkî ye,lê xala baş ew e ku hema hema Kurdên me yên wir hemû bi zimanê xwe dizanin. Li gorî hevalên me yên wir jî digotin, niha rewş bi giştî guheriye, tundiya berê ya li hemberî zimanê Kurdî û Kurdan hinekî kêmtir bûye. Ji xwe wêje ziman e, dema ziman karibe bêhna xwe bide û bistîne, wêje jî geştir dibe, werar dibe. Ango, dikarim bêjim rewşa zimên ne li gorî daxwaza dilê mirov be jî hîn jî zindî ye û heye, divê xwediyên wî nehêlin ji holê rabe, lê xwedî derkevin, ji ber ku şerm ne ew e tu bi zimanê xwe bipeyivî lê rûreşiya mezin ew e mirovek ji axaftina bi zimanê xwe şerm bike! Çi qasî baş e mirov bi zimanê Erebî, Tirkî û Farisî zanibe lê divê ji Kurdekî re zimanê yekem û sereke Kurdî be.
Me dixwest em biçin Rihayê jî lê nebû qismet. Riha em deyndarê te ne...Heta careke din, bi hêviya careke din û dîtina dost û hevalên li wir.
Dem dema vegerê ye, vegera ji welêt ber bi welêt ve. Vegera ji axê ber bi xakê ve. Vegera ji Amedê ber bi Hewlêrê ve. Ez nizanim ji kîjanê re bêjim paytext!
Ez nabêjim ku ez çûme bûhiştê û her tişt bê kêmasî bû. Weke her cihî, li wir jî zehmetiyên jiyanê hebûn lê belkî ji ber ku ev rêwîtî ji bo min xewneke bi salan bû, min tenê xweşî û bedewî dîtin.
Ez kor bûbûm, koratiyeke şêrîn. Ne ez bûm yê ku digeriya, bayê xewneke kevnar ez dabûm ber xwe û ez digerandim. Bûbûm tifalekî ku vedigere malzaroka ku lê ji dayik nebûye. Heke wêne û dîmen nebûna belkî min bawer nekira ku ez li wir bûm…
Mîna xewnekê dest pê kir û mîna xewnekê jî... Na, bi dawî nabe. Hinek xewn bêdawî ne...
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)