Nanpêj, paqijîkerê qedemgehê û kuftefiroş
Bûyera îro, ez birim weke salên 1970an. Yekî nanpêj, li Stenbolê yarika xwe serjê, term parî parî kiribû û her yekê avetibû sergoyekî. Pariyê mezin avêtibû avdestxaneyekê. Paqijîker kîsê naylon, ranê qelew dibîne. Rêya kuftefiroş digre. Ran dibe goştê hûrkirî. Birinc û biharatan lê dikin. Xwedê zane, ka çend kesan ji wan kufteyan xwaribûn.
Salên 1970an, salên dijwar. Xisletê lûtke kiribû, bêxisletiyê jî li binî dabû. Kedxwariya xwîndar û berxwedanên karker û xwendekaran; zordarî, sensûr û azadiya her cûre, bi hev re dijiyan. Û di ser de jî gola xwînê. Xwendekar, karker, mamosta, rojnamevan û parlementer, bêhtirî yên demokrat û çepgir, rastî êrîşên kuştinê dihatin.
Lê çîroka serjêkirina jina reben û kufteyên rana wê, dabû ser hemûyan. Nanpêj, paqijîker û kuftefiroş, 'lehengên' erjengiyê bûn. Figuran jî, ew rebênên kufte xwarî bûn. Çi deynî ber wan, wan ew dixwarin. Ma îro jî, ne wisa ye?
Mînaka hevşibiyê, di cih de ye
Ez bi mînakê, bûyerê Cemal Xaşiqcî şîlo nakim. Di navbera herdû erjengiyan de 40 sal hene. Di herduyan de jî qurbanî, bûye malê bazirganiyê. Ka bêjin; ji nanpêj, paqijîker û kuftefiroşên berê û yên îro, kîjan xeteretir in?
Sîxuriya Xaşiqcî û helwesta wî ya siyasî, ne xema min e. Da ku dilê axayê Enqerê xweş bike, li dijî Kurdan gotinên wî jî, li aliyekî. Jiyan çiqas erzan e? Bêxislet, çawa bedkarî li termê mirî dikin?
Bertek tinebe, dibe bazirganiya terman bide pêşiya ya destbiseran. Ev, li ser dijberî, azadiya raman û gerê, têkilî û hevalbendiya civakî, gef û xetereya mezin e. Divê derfeta rêlibergirtinê hebe.
Sê hêzên rêlibergirtinê
Komela dewletan, dezgehên navneteweyî û berteka rayagiştî ya navneteweyî. Di rewşa îro de, li himberî van kuştinan şensê înîsiyatîfa hevpar ya dewletan gellek kêm e. Heya ku YN bixwe jî, bêbandor e.
YE hê ferhenga demokratîk bi kar tîne, lê bertek bi gotinê tenê dimîne. Di kêşeya destbiseran de helwesta wan, ne baş bû. Di lihevhatina dawî ya Berlîn û Enqere de qedera dijberan, ciyê pirs û tirsê ye.
Hestyarî û berteka navneteweyî, peyameke girîng e. Çapemenî, dezgehên mafên mirovan û yên demokrasiyê, bertek nîşan didin. Hêvîdar im, ew qurm bigre, da ku kuştinên di tariyê de eşkere bibin, da ku rê li ber kuştinên din bê girtin. Lê em zanin ku gellek dezgehên navdewletî, bandor û rêzdariya xwe winda dikin.
Serokê rêxistina navdewletî ya polîsan, Interpolê, li Çînê bi sûcdariyê gendeliyê hat girtin. Ev Interpol, li ser daxwaza otokratan, dijberên mirovhez û demokrat digre û radestî wan dike. Ez vê niheqiyê, ji Kurdên derdora xwe baş zanim. Dibe îdîaya hikûmeta Çînê rast be. Interpola di serî de yekî gendel, Interpola fermanberê otokratan, ma bawerî dide ti kesî?
Dimîne hestyarî û berteka rayagiştî. Dewlet her astengiyê çêdikin. Bila be. Mezin an biçûk, ew zîzî û bertek, pêwîst e û ji hemûyan bibandortir e. Dinya me biçûk bûye, em nikarin ji êşên birevin.
Aktorên bûyerê
Riyad û Enqere, aktorên sereke ne, Waşîngton jî tevlî wan bû. Ew, li ser term di bazarê de, di bazara pariyên mezin de ne. Şîrovekarên tirk, pêdiviya dolaran didin pêş. Yên strana "plangeriya li dijî Tirkiyê" dibêjin hene, wê dikin "qurbanî", wê weke "dewleta di dûv dadmendiyê de" nîşan didin.
Enqere bi plan tevdigere. Qirijiyên xwe dişo. Rojevê diguherîne. Em ji tiştên didin çapemeniyê zanin; Tirk, konsolosxaneya Siûdiyê guhdar dikin. Ji 28ê Îlonê, ji 4-5 roj berê ve, kuştin plan kirine. Komên mezin, diçin û tên. Dîsa jî haya sîxuriya tirk jê nabe(?) Kaşikçi, zilamê Enqerê ye. Yê ji jê berpirsiyar, ji şelaftiya Cemaata Gulen tê, vêga zilamê desthilatê ye. Dîn û îmana plangeran tineye. Weke ku wan, nanpêj xistibin xefikê!
Rojeva Enqerê ya daxwazan tijî ye û di serî de Kurd, Kurdên Rojavayê. Têkiliya Siûdî û Kurdan? Tineye. Bi nîjadî, polîtîk, civakî û xisletî, mirov nikare qala girêdanî an nêzîkbûnekê bike. Lê diyardeya DYAyê? Enqere dibêje Riyad, qest Waşîngton e. Kurd xwedî ezmûn in. Têra xwe sedemên hişyariyê hene. Mijar êdî ev e: Enqere çiqas dixwaze? Dadmendî ne xema ti kesî ye.
Wekî mijar kuştina dijberan e, bi Riyad, Enqere û Waşîngtonê sinordarkirin, xelet e, ji ber ku Tehran û Moskova û yên din jî, ji van kuştinan ne dûr in. Ji dîroka nêzîk; Ma bi kuştina Ebdurrahman Qasimlo (13.07.1989), ne Tehranê dest pê kiribû? Hingê hikûmetên Ewropayê, rola DYAya îro leyistin. Em çi bêjin? Nanpêş hebe, paqijîker û kuftefiroş gellek in.
Têbînî: Naveroka nivîsên kesayetên ku li malpera Rûdawê tên belavkirin, bîr û hizra nivîskarên wan nivîsan e û Tora Medyayî ya Rûdawê ji naveroka wan neberpirsyar e.