Îslama Siyasî ber bi kû ve diçe?
Herçiqasî dostên me di nav partiyên îslamî de ji bikaranîna têgeha Îslama Siyasî aciz in jî, lê bikaranîna vê têgehê neçariyeke akademî ye ji bo destnîşankirina çarçoveya babeta ku em derbarê wê diaxivin.
Îslama Siyasî têgeheke taybet e û ji bo wan partî û aliyên siyasî tê bikaranîn ku paşgira îslamî hildigirin û di çarçoveya bangewaz, siyaset û hizbatiyê de hewl didin desthilatê bidest bixin.
Berê ev pênase eşkeretir dihat kirin û Îslama Siyasî ji wan partî û hêzan re dihat gotin ku hewl didan hertiştî bikin îslamî. Lê ji ber wê guherîna rêjeyî ku di 10 salên borî de bi ser stratejî û hizrîna wan partiyên siyasî de hat– wek qebûlkirina demokrasiyê – pêkan e ku ev pênase heta radeyekê bûbe pênaseyeke klasîk.
Niha pirs ev e gelo di dema niha de û bi têbînîkirina siberojê û li berçavgirtina rabirdûya dûr û nêzîk, çarenûsa siyasî ya van hêzan dê bigihe kû û dikarin çi bikin? Gelo siberoja Îslama Siyasî heye?
Ez dikarim rê bidim xwe û temenê Îslama Siyasî vegerînim derketina bizava Îxwan Muslimîn li Misr û cîhanê û Cemaeta Îslamî ya Ebûl Ala Maududi li Pakistanê.
Ev bizav rasterast piştî ketina xelafetê yan Împeratoriya Osmanî peyda dibe. Lewra bêhtir taybetmendiya siyasî û dewletî li ser vê bizavê diyar e. Çimkî wek karvedanekê li hember hilweşîna Împeratoriya Osmanî hat ku wek nûnera Îslamê li cîhanê heta sala 1922an payedar û berqerar bû.
Eger em destpêka Îslama Siyasî vegerînin wê çaxê, tê wateya ku temenê vê bizavê dora sedsalekê dibe. Wek piraniya bizav û tevgerên din ên fikrî û siyasî, ev tevger jî di hinek deman de bi tevahî geş bûye û di hinek deman de jî bi tevahî sist û lawaz bûye.
Balkêş e ku, di nava sedsalekê de, ezmûna Îslama Siyasî ya nerm nikarîbû careke tenê jî li qadekê ji qadan bigihe lûtkeya desthilatê û desthilata tevahî û fermî li destê xwe bipêçe, ji bilî beşekî Filistînê ango li Kerta Xezayê.
Eger di dema sed salên borî de Îslama Siyasî ji ber gelek sedemên navxweyî û babetî nikarîbe ti ezmûneke hukmdariyê biceribîne, gelo rewşa niha û guherînên piştî Bihara Erebî ti derfetê didin ji bo ceribandina ezmûneke bi vî rengî? Yanî cî ji rabêj û siyaseta komên Îslama Siyasî re maye?
Sedemê sereke yê kêmbûna derfetan li pêşiya Îslama Siyasî ew e ku Îslama Siyasî li ser du aliyên sereke kar dikir û niha ew herdu alî ji aliyê hêzên din ve hatine dagîrkirin.
Aliyê yekem: Nerazîbûna xelkê ji hukm û desthilatên gendel ên cîhana îslamî û erebî ku niha piştî Bihara Erebî, rewşa dijberîkirina van desthilatan bi awayekî rastî guherînê hatiye ku, Îslama Siyasî ya nerm wek neyarê pile yek nayê dîtin, lê çend hêz û komên din peyda bûne ku dijberiya desthilatên gendel dikin, bêyî ku ol û siyasetê tevlî hev bikin.
Bihara Erebî derfet da Îslama Siyasî û piştre jê stand, ji ber rewşa ne demokratîk a civakên Bihara Erebî û herwiha xwerist û pêkhateya partiyên îslamî. Tiştê ku li Misrê hate serê Îxwan Muslimînan, ezmûneke mezin bû bi ser metoda karkirina partiyên îslamî de hat.
Duyem: Aliyekî din ku Îslama Siyasî kar li ser dikir, nûnertîkirina ol û mezhebên gelên misilman bû li hember yên din, lê niha guhertinên rewşa navdewletî û tundbûna hevrikiyên herêmî û navdewletî bi awayekî ne ku, dewlet û hukmranî bi xwe vê rolê pêk tînin û nûnertiya ol, kultûr, mezheb û tradisyonên wê navçeyê jî dikin ku wê hukm dikin.
Sistbûna rola opozisyonê ya partiyên îslamî vedigere wê yekê ku di dema niha de dewlet bi xwe di şerekî mezhebî û olî de ne û partiyên îslamî neçar in piştgiriya dewletên xwe bikin, yan bi kêmanî di vê qonaxê de dijberiya wan nekin. Lê ev yek bandorê li ser giraniya wan a cemawerî dike.
Ango çi rol ji Îslama Siyasî re maye ji bilî ku partiyên wê wek hemû partiyên siyasî yên din xebata sivîl û siyasî bikin? Çi valahiyek di dewletê de maye ku ew tije bikin ji bilî ku beşdariyeke sembolîk di piştgirî û bihêzkirina dewletên xwe de bikin?