Birînên kûr ên tundûtûjiyê: Ruhê civakê
Jan Îlhan Kizilhan*
Li Kurdistanê kî nîne ku serhildana Şêx Seîd, Komara Mehabadê, Enfal û Helebce, Şingal, Rojava û trajediyên din nebihîstibe? Ev ne tenê bûyerên dîrokî ne lê birînên zindî ne ku hişmendiya giştî şikil didin. Civakek çawa dikare sedsalan tundûtûjiyê bikişîne? Bandora wê li ser siyaset, aborî, çand û têkiliyên navbera kesan çi ye?
Tundûtûjî ne tenê diyardeyeke fîzîkî ye ku bi mirin û şînê bi dawî dibe. Birînên wê yên kûr ji vê zêdetir in. Kesên ku jiyana xwe ji dest nedane divê li gel encamên wê di nav nifşan de têbikoşin - zimanê wan, ramanên wan û saziyên civakî şikil dide. Tundûtîjiya sîstematîk ne tenê li ser laşan, her wiha li ser mejî jî birînan çêdike. Ji bo çareserkirina van travmayan, têgihiştineke kûr a çavkaniyên wan û rêyên dermankirina wan pêwîst e.
Barê nediyar ê tundûtûjiyê
Civakên ku tundûtûjiya berdewam derbas dikin, stratejiyên taybetî yên jiyanê bi pêş dixin. Baweriya kêm di navbera kesan de, ewlehiya kêm li hemberî failên tundûtûjiyê û dûrketina hestî encamên berbiçav in. Hestkirina bi qurbanîbûnê -hesta bêçaretiyê û gilî û gazinên berdewam- ne xwezayî ye lê helwesteke hînbûyî ye ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe.
Çima em li şûna ku em xwe bi hêz bikin pesnê zordarên xwe didin? Çima êşa me tê înkarkirin lê "dijmin" tê pesindan? Ev mekanîzmayên civakeke travmatîze ne ku hewl dide xwe biparêze.
Travmaya kolektîv di valahiyê de dernakeve holê. Di nav çarçoveyên siyasî, aborî û çandî de bi kûrahî cih girtiye. Bandorên wê ji nexweşiyên derûnî yên wekî depresyon û anksiyeteyê heta îzolasyona civakî û windakirina nasnameya çandî dirêj dibin. Li Tirkiyeyê, zêdetirî nîvê nifûsa Kurd hindik an jî qet bi Kurdî napeyivin. Zêdetirî ji sedî 30î bi tevahî nasnameya xwe înkar dikin -trajediyeke ku bandorên berfireh ên zordariya sîstematîk nîşan dide-. Dema civakek dest bi pesindana zordarên xwe dike çi bi serê wê tê?
Mînakeke berbiçav travmaya Êzidiyan e, ku sala 2014an rastî tundûtûjiyeke dijwar hatin. Êşa wan ji êrîşên fîzîkî wêdetir e. Koçberiya bizorê, têkçûna aborî û jinavçûna çandî bi heman dereceyê wêranker in. Birînên derûnî bê deng dimînin lê di nav nifşan de deng vedidin. Ger guherînên kûr pêk neyên, ne diyar e ka civaka Êzidî dê di çar an pênc nifşên pêş de xwe biparêze an na. Ev çarenivîsa gelek kêmaran e ku bêyî piştgiriya dirêjdem a piraniyê, têdikoşin ku hebûna xwe biparêzin. Herî kêm, ew hewceyî têgihiştin û rêzgirtina ji bo zerar û êşa xwe ne.
Travma bi hêsanî ji holê ranabe. Ew di nav hişmendiya civakekê de bi kûrahî cih digire, raman, hest û tevgerê şikil dide. Gelek kesên bandorbûyî hay jê nînin ka çawa rabirdû bandorê li ser niha dike. Ev rewş dibe sedema dînamîkekê ku tê de qurbanî û fail bi hestî bi hev ve girêdayî dimînin, carinan bi tirs, carinan bi naskirina bêhişî.
Civak bi tevahî vî barî hildigirin. Bêîstiqrariya siyasî, perçebûna civakî û hesta ewlehiya kêm berdewam dibe. Civakên ku şer û paqijiya etnîkî derbas kirine, di demên krîzê de van şêweyan dubare dikin.
Rêyên dermankirinê: Perwerde û mafê çarenivîsê
Çawa ev çerx dikare bê şikandin? Hişyarî, xwereflektor û xurtkirina nasnameyê girîng in. Dermanê derûnî û piştgiriya psîkososyal dikare alîkariya kesan bike lê dermankirina civakeke bi tevahî pêngavên kûrtir dixwaze. Perwerde, medya û rêberên siyasî û olî roleke girîng dilîzin. Divê civakek hînî rêzgirtina ji xwe re bibe û bawerî bi hêza xwe bîne.
Dermankirina dirêjdem tenê bi rêya perwerde û guherîna civakî pêk tê. Têgihiştina dîroka xwe, pejirandina neheqiyên rabirdû û avakirina saziyên ku dad û wekheviyê bi pêş dixin pêwîst in. Tenê dema civakek amade be ku bi rabirdûya xwe re rû bi rû bibe, dikare xwe ji travmayên xwe rizgar bike. Bi rewşeke din, siyên tundûtûjiyê dê berdewam bin û paşeroja nifşên bê şikil bidin.
Hembêzkirina nasnameya xwe, rêzgirtina ji dîrokê re û bipêşxistina guherînê di nav xwe û derdora xwe de mumkin e. Ne hewce ye ku travma û negatîvî bibin çarenivîsa mirov.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
________________________________________
*Dr. Jan Ilhan Kizilhan pisporê derûnnasiyê, nivîskar û lêkoler e, pispor e di warê psîkotravmatolojî, travma, teror û şer, psîkiyatriya transkulturî, terapiya derûnî û koçberiyê de.