Di dirêjahiya şer de aboriya Îsraîlê: Her hefte 3 milyar dolar zerer
Sibêha sêşemê ya dawiya Sibata 2024an, dema ku pêla yekem a êrişên balafirên şer ên Îsraîlê gihîşt asmanê Îranê, li seranserê Tel Evîvê zengilên hişyariyê lê dan.
Heta dema rojavabûnê, berpirsên Wezareta Darayiyê ya Îsraîlê li ser maseyên xwe mijûlî hesabekî gelekî cuda bûn; wan ne li ser mezinahiya êrişan an jî rêjeya pûçkirina mûşekan, belkî li ser qeyda xisareke mezin a aborî dikolî.
Bersiva wan a ku 4ê Adarê hat weşandin 9,4 milyar şikel bû, ku ev yek wekhevî 3 milyar dolarî ye ji bo her heft rojên ku Îsraîl di asta herî bilind a amadebaşiya navxweyî de bimîne; ev xisar ne ji bo her mehekê, belkî ji bo her hefteyekê bû.
Ev cure amarek e ku mirov dixe nav hizreke kûr. Wezareta Darayiyê rasterast nameyek ji bo Fermandariya Eniya Navxwe nivîsî û xwest ku rêkarên sivîl bên kêmkirin. Di nameyê de hatibû diyarkirin ku nabe aboriya welêt ji bo demeke nediyar ji nav penagehên li dijî bombeyan bi rê ve biçe.
Dîroka krîzê û destpêka şer
Ji bo têgihiştina wateya rasteqîn a wan sê milyar dolarên heftane, divê mirov vegere paş û di nav çîrokeke pir dirêjtir û bihatir de bixwîne; çîrokek ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan dest pê dike, di nav wêraniyên Xezeyê de derbas dibe, Hezîrana borî digihe lûtkeyeke tund a 12 rojî ya şerê asmanî yê li gel Îranê û niha di beşa xwe ya herî nû de vedibe bêyî ku ti demek ji bo bidawîhatina wê diyar be.
Dema ku Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan êriş kir, koma berhemên navxweyî (GDP) ya Îsraîlê di wî çarêkê de bi rêjeya ji sedî 21,7 daxist, ku ev yek bipaşveçûna herî tûn a çarêkî ye di dîroka nû ya Îsraîlê de. Helbet ew qasî wext negirt ku aboriya Îsraîlê xwe sererast bike; çarêka piştî wê, yanî çarêka yekem a sala 2024an, aboriya Îsraîlê beşeke mezin a daketinên xwe qerebû kir û bi rêjeya ji sedî 14,1 bipêş ket.
Sedema wê vejînê, bazdana ji sedî 26an a qebareya xerckirinê ji aliyê sektora taybet ve û her wiha bilindbûna veberhênanê bi rêjeya ji sedî 49an di wî maweyî de bû. Ev mawe di aboriya Îsraîlê de wekî tevgera "mîna sîpringê" hat binavkirin ku rûbirûyî paşveçûneke bilez bûye û ber bi rabyayîneke bilez ve çûye.
Mesrefên veşartî û leşkerên yedek
Rast e bipêşketina aborî vegeriya, lê amara giştî xapînok in. Li binê wê, bariya giran a darayî ya şerê Xezeyê mijûlî helmijîna çavkaniyên darayî yên Îsraîlê bû. Budceya parastinê ji 19,23 milyar dolarî di sala 2023yan de, ji bo 31,74 milyar dolarî di sala 2024an de bilind bû, yanî tenê di salekê de ji sedî 87 zêde bû.
Budceya parastinê ya Îsraîlê di sala 2025an de hîn zêdetir bilind bû û gihîşt 37,83 milyar dolarî. Tenê di sala yekem de 300,000 leşkerên yedek hatin bangkirin ku lêçûna her yekî ji wan mehane nêzîkî 16 hezar dolarî bû.
Karkerên Filistînî ku yek li ser sêya pîşesaziya avahîsaziya Îsraîlê pêk dianîn, di yek şevê de li cihên karên xwe winda bûn. Wezareta Darayiyê paşê hesab kir ku tenê lêçûna heftane ya leşkerên yedek gihîştiye 211 milyon dolarî.
Heta dema gihîştina bi agirbesta Xezeyê ya di Çiriya Pêşîn a 2025an de, ziyanên komkirî matmayî bûn. Rapora salanî ya Banka Navendî ya Îsraîlê, ku tenê berî du rojan 23ê Adarê hat weşandin, bi eşkerayî eşkere kir ku bipêşketina aborî bi rêjeya ji sedî 8,6 daketiye li hevberî bipêşketina aborî ya berî destpêkirina şer. Yanî kurtebiriyeke (deficit) nêzîkî 47 milyar dolarî.
Koma lêçûna şer, bi operasyonên leşkerî, meaşê leşkerên yedek û qerebûya welatiyên ziyanlîketî ve gihîştiye 68 milyar dolarî. Kurtebirîya budceyê ku berî şer tenê ji sedî 0,6 bû, di sala 2024an de gihîşt ji sedî 6,8ê koma berhemên navxweyî.
Deynê giştî ji sedî 60ê koma berhemên navxweyî ve ber bi ji sedî 68,5an ve di dawiya 2025an de bilind bû. Her sê ajansên polênkirina pêbaweriya darayî; Fitch, Moody's û S&P, nirxandina xwe ya li ser pêbaweriya bi qerzên hikûmeta Îsraîlê daxist.
Ti yek ji van Îsraîl nerûxand. Polîtîkaya aborî ya Îsraîlê di maweyê du dehyan de pêkhateyeke darayî ya biêz û xweragir ava kiribû. Li gorî projeya "Lêçûna Şer" ku lêkolîneke Zanîngeha Brownê ye, derxistina qewaleyên (bond) darayî yên hewarçûnê ku di 2024an de 75 milyar dolar derbas kir, komkirina baca ji sedî 15an a ji nişka ve li ser qezanca bankan, kêmkirina xerciyên veberhênanê û 21,7 milyar dolar alîkariya leşkerî ya Amerîkayê di navbera Çiriya Pêşîn a 2023yan û Îlona 2025an de, stûnên sereke yên wê pêkhateya darayî ya biêz bûn.
Operasyona li dijî Îranê û rawestîna demkî
13ê Hezîrana 2025an, Îsraîlê operasyona "Şêrê Bilind" dest pê kir ku êrişeke berfireh bû ji bo ser binesaziya nukleerî û leşkerî ya Îranê. Îranê bi zêdetirî 590 mûşekên balîstîk û zêdetirî 1,000 dronan bersiv da. 12 roj paşê agirbest hat ragihandin. Lêçûna wê nêzîkî 6,5 milyar dolar xerciya leşkerî ya rasterast bû, yanî 542 milyon dolar ji bo her rojekê. Ev yek jî pênc qatî têkra şerê Xezeyê bû.
Peymangeha Lêkolînên Ewlehiya Niştimanî (INSS) ragihand ku tenê di du rojên yekem de, lêçûnên ewlehiyê yên rasterast ku wextên firînê, cebilxane û yedekên bangkirî dihewand, gihîşt 1,76 milyar dolarî. Banka JPMorganê şerê 12 rojî wekî "hêdîbûneke demkî" di aboriya Îsraîlê de binav kir.
Bankê rast digot; berî ku bandorên neyînî yên tund li ser aboriya Îsraîlê derkevin, agirbest hat ragihandin. Di çarêka duyem a sala 2025an de bipêşketina aboriya Îsraîlê nêzîkî ji sedî 1 kêm bû, lê aboriya Îsraîlê ducare rabiwestiya û bipêşketina salanî ya aborî di 2025an de ji bo ji sedî 2,9an bilind bû.
Nasim Abdulkerîm, profesorê aboriyê li Zanîngeha Amerîkî wê demê hişyarî da û got: "Tiştê ku Îsraîl di du salan de li Xezeyê winda kir, heke şer zêdetirî 12 rojan bikişanda, dê di du mehan de winda bikira." Li gorî wê yekê, şerê 12 rojî zêdetirî ku serkeftin be, ji bo Îsraîlê ceribandinek bû ji bo berxwedanê.
Sibata 2026an: Şerekî cuda û mezintir
28ê Sibata 2026an; şerê sala 2026an ê Îranê bi kuştina Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Ayetulah Elî Xameneyî dest pê kir û li pey wê kampanyayeke bersivdanê ya seranserî ya Îranê hat ku Tengava Hurmizê wekî çekekî aborî kişand nav şer. Şerê vê carê, ne şerê 12 rojî ye. Tew ne şerê Xezeyê ye jî, tiştekî temam cuda ye.
Tenê qebareya operasyonan li ber çavan bigirin. Rojnameya Jerusalem Postê eşkere kiriye ku hêzên Îsraîlê rojane nêzîkî 1,000 keresteyên cengê bi kar tînin û nêzîkî 150 balafir di asmanê Îranê de difirin. Artêşa Îsraîlê texmîn kiriye ku hêzên parastinê tenê di 15 rojên yekem de nêzîkî 6,41 milyar dolar xerc kirine ku ev yek wekhevî koma lêçûna şerê 12 rojî ye. Budceya parastinê ya hikûmetê ji 35,9 milyar dolarî derket 56,7 milyar dolarî, yanî zêdetirî 20 milyar dolarî zêde bûye.
Welatiyên Îsraîlê yekser ew bariya giran a darayî hîs kir. Sînordarkirina geşt û tevgera welatiyan, girtina dibistanan û beşeke mezin a çalakiyên bazirganî, li gorî Wezareta Darayiyê ya Îsraîlê, bi xisara heftane ya 3 milyar dolarî li aboriyê daye.
Şoka makroaborî û metirsiya paşerojê
Şoka aborî ya mezin (Macroeconomic) matmayî ye. Di Kanûna Paşîn a 2026an de, Banka Îsraîlê pêşbîniya bipêşketina salanî ya ji sedî 5,2 kir ku vejîneke çaverêkirî bû piştî du salên şer. Sindoqa Navneteweyî ya Diravan (IMF) pêşbîniya ji sedî 4,8 dikir. Şirketa Allianz Tradeyê ji sedî 3,5 û JPMorganê bipêşketina ji sedî 5an ji bo çarêka yekem a îsal pêşbînî kiribû lê di destpêka Adarê de, JPMorganê pêşbîniya çarêka yekem ji bo ji sedî 1ê kêm kir. Cudahiya navbera wan her du amaran, lêçûna hefteyên yekem ên şer e.
Wezîrê Darayiyê yê Îsraîlê BezalelSmotrich bi eşkereyî piştrast kir ku şer di qonaxa destpêkê de 2,86 milyar dolar lêçûna wê hebûye. Şiroveyên serbixwe yên rojnameyên Calcalist û Jerusalem Postê amaje bi wê dikin ku koma lêçûna şer dikare bigihe 16 milyar dolarî li gorî wê wexta ku dibe bikişîne. Li gorî leza niha, dibe ku ev texmîn pir kêm be.
indoqa Navneteweyî ya Dirav berî ku yek bombe di vî şerê nû de were avêtin, hişyarî dabû ku "bêyî çaksaziya zêdetir, qerzê giştî dê bi berdewamî ber bi bilindbûnê ve biçe." Gotinên Yaron, Parêzgarê Banka Navendî ya Îsraîlê di 23ê Adarê de nîşaneyek in ji bo hestyarîbûna bariya darayî ya Îsraîlê heke şer zêdetir bikişîne.
Amarek heye ku di ti yek ji nirxandinên lêçûna heftane ya Wezareta Darayiyê an jî pêşbîniyên Banka Navendî ya Îsraîlê de dernakeve, lê bi berdewamî ew sazî wê bi bîra xwe dixin. Di sala 1973yan de, piştî şerê Yom Kippurê, Îsraîl ket nav 10 salan ji sistiya aborî, enflasyona gelekî bilind, rawestîna bipêşketinê û nêzîkbûna ji hilweşîna asta jiyanê. Ew encam berhema aboriyekê bû ku kêmter curbecur bû û zêdetir di metirsiyê de bû li hevberî rewşa aborî ya îro ya Îsraîlê. Ev ew encam e ku hemû pisporên aboriyê wekî senaryoya herî xerab li ber çavan digirin.
Krîza enerjiyê û Tengava Hurmizê
68 milyar dolar lêçûna şerê Xezeyê bû; duqatbûna budceya parastinê û vekişîna 300,000 leşkerên yedek ji bazara kar nebibû sedem ku Îsraîl tûşî krîza darayî bibe. Bazara bendên darayî jî hîn mişteriyên wê yên zêde hene. Şikel, diravê niştimanî yê Îsraîlê di sala 2025an de ji sedî 15 biêz bûye. Pileya pêbaweriya darayî piştî sê caran daketinê, hîn jî cîgir e. Lê nirxandina Sibata 2026an a Sindoqa Navneteweyî ya Dirav eşkere ye: Deynê giştî dê bi berdewamî ber bi bilindbûnê ve biçe eger çaksaziya darayî neyê kirin.
Parêzgarê Banka Navendî ya Îsraîlê berî du rojan peyva hestyar ji bo rewşa darayî bi kar anî. Şirketa şêwirmendiyê Capital Economics di 9ê Adarê de hişyarî da ku şerekî dirêjdem dikare bihayê nefta Brent ji bo 150 dolarî ji bo her bermîlekê bilind bike, ku ev xalek e ziyanê digihîne hemû aboriya cîhanê û di nav de Îsraîlê jî.
Şerê sala 2026an ê Îranê bi hebûna xisara heftane ya 3 milyar dolarî, mehane 12 heta 13 milyar dolar lêçûnê dixe ser milê hikûmetê û di egera domandina wê ya ji bo maweyê 3 mehan bi wî pîwerî, lêçûna wê ji koma lêçûna yek salî ya şerê Xezeyê zêdetir dibe.
Berevajî şerê Xezeyê ku ziyanên şer duyalî û sînordar bûn, şerê 2026an bûye sedema şokeke mezin di bazara enerjiya cîhanê de. Girtina Tengava Hurmizê û îhtimala bilindbûna enflasyonê, şiyana bankî ya Îsraîlê sînordar dike ji bo kêmkirina rêjeya faîzê û parastina aboriya navxwe; tiştek ku aboriya Îsraîlê pir pêdiviya wê pê heye û bi dirêjbûna şer nikare wê bike.
Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê