Dewrkirina desthilatê
Yek ji mêvanên min ku berpirsekî yekeyeke îdarî bû, gelek gilî-gazin ji nebûna desthilata xwe li yekeya xwe ya îdarî dikir.
Min jê re got, "Gazina te çi ye?" Got, "Ew tiştê ku behsa wê tê kirin derbarê dewrkirina desthilatê ji bo yekeyên îdarî li Herêma Kurdistanê, hîn jî negihîştiye me. Carekê, karmendekî me yê bipeyman di yekî ji baxçeyan de temenmezin bû û êdî kar jê nedihat, dev ji karê xwe berda. Ji bo ku em cihê wî dagirin, me nivîseke fermî şand da ku kesekî din ê bipeyman ji bo me tayîn bikin. Vê nivîsê ew qas dem xwar heta gihîşt Encumena Wezîran, dema fermana tayînkirin kesekî din vegeriya, baxçe hişk bibû."
Ji bo bernameya xwe (Roja Hîwa Cemal), ez car caran diçim bajarên Herêma Kurdistanê. Ji dûr ve mirov kêmtir hest bi pirsgirêk û kil û kêmasiyan dike lê belê bi saya nêzîkbûn û gotûbêja rasterast a bi xelk û berpirsên yekeyên îdarî re, mirov kil û kêmasiyan hûrbîntir û ji nêz ve dibîne.
Belkî mînaka herî dawî, gotina birêvebirê Geştûguzara Germiyanê be ku got, "Ji bo fermangeha wan pêdiviya wan bi 7 sarkeran hebûye da ku ji germa sotîner a Germiyanê rizgar bibin, ji ber ku sarkerên wan bi xwe ji kar ketibûn lê piştî nivîsaran û meşandina rêkarên îdarî, demeke gelekî dirêj derbas bûbû lê dîsa jî pere ji wan re nehatibûn terxankirin ku bikirin. Diyar e ku ji bo vê yekê îmzeya Wezareta Darayî û erêkirina wê pêwîst bûye. Êdî bêhêvî bûbûn, lewma berê xwe dabûn xêrxwazan da ku ji wan re bikirin."
Her çi qasî di Yasaya Parêzgehan a Herêma Kurdistanê-Îraqê, hejmara 3yan a sala 2009an a sererastkirî de, behsa komek desthilatan ji bo birêvebirên nahiyeyan, qeymeqam û parêzgaran hatibe kirin jî ew qas rêkarên zêde û girêk tê de hene ku kar û bar girantir kirine.
Bi taybetî hinek desthilat bi Yasaya Budceyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine girêdan ku ev çend sal in ev yasa nîne û bi vê yekê jî ew desthilat bi awayekî jixweber hatiye sekinandin. Ji ber ku li gorî Yasaya Parêzgehan, divê daxwazî û tayînkirin di yasaya budceyê de hatibin diyarkirin.
Li gel vê yekê, li gorî lêkolîneke Saziya (Vîzyon ji bo Lêkolînên Stratejîk) ku ji aliyê lêkoler Aram Cemal, Çoman Mihemed, Ehmed Elî û Karwan Kazim ve hatiye amadekirin, piştgiriyeke destûrî ya taybet ji bo bicihkirina nenavendîtiya îdarî li Herêma Kurdistanê nîne.
Li Herêma Kurdistanê, li şûna yasayên bi nenavendîtiya îdarî ve girêdayî, zêdetir kar bi biryar, ferman û rênimayên desthilata bicihhêner tê kirin; ev jî asta herî lawaz a bicihanîna nenavendîtiyê ye.
Wekî di lêkolînê de jî hatiye diyarkirin, ew yasayên ku pêkhate û kar û barên wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêk dixin, bi hişmendiyeke navendî hatine dariştin.
Piraniya biryar, ferman û rênimayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi yasayên têkildarî nenavendîtiya îdarî re li hev nakin.
Belkî her kesê ku rêya wî bikeve fermangehekê, bi hêsanî ji vê yekê fêm bike, ji ber ku dema dixwaze yek ji karên xwe sergihayî bike, bi dehan mohr û îmze li rûpela daxwaznameya wî tên xistin.
Min rewşeke din jî dît ku cihê pirseke cidî ye, ew jî elektronîkirina hinek kar û baran e, xasma yên ku bi rêya e-mailê tên bicihanîn.
Van rojan ez bi welatiyekî re diaxivîm ku miameleyeke wî hebû; karên xwe li Silêmaniyê bi cih anîbûn, diviyabû beşa mayî li wezaretê li Hewlêrê temam bikira û ji Bexdayê re bihata şandin.
Wî kesî bi xwe miameleya xwe hilgirtibû û dibir Hewlêrê. Min jê pirsî, "Tu çima vî karî dikî? Niha kar bi awayekî elektronîk û bi emailê dimeşin."
Got, "Bi vî awayî zûtir xilas dibe, ji ber ku tenê çend roj di destê min de mane. Eger bi emailê ji min re bişînin, dê mehekê bikişîne, loma neçar im bi destan bigihînim."
Dema min mijar lêkolîn kir, sedem ev bû ku karmendê ku emailan dişîne, di rojekê de tenê hejmareke kêm a emailan dişîne.
Vêga ji ber derengketina mûçeyan ku her meh ji 50 rojan zêdetir dereng dikeve, rewşeke din jî derketiye holê; karkirin li fermangehan bûye nobedarî. Li jûreke ku berê 3 karmendan lê kar dikir niha tenê 1 karmend dixebite.
Ev yek jî bûye sedema biderengîketineke mezin a kar û baran. Ev rewş bi taybetî li wan fermangehên ku karê wan zêde ye yên wekî şaredarî, perwerde û hatûçûnê, zêdetir xuya dike.
Belkî çareserkirina vê yekê hêsan be, eger nenavendîtî bi awayekî rastî were bicihanîn û desthilat werin dewrkirin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)