Lêveger an saziya Sîstanî?

Di dema xwepêşandanên vê dawiyê yên parêzgehên şîenişîn ên Iraqê de, nexasim piştî nameya dest ji karkişandina Adil Ebdilmehdî ku amaje dabû xwesteka lêvegerê ji vekişîna wî, merema min bû ez di gotarekê de çend pirsan di derbarê Sîstanî de tev bidim.

Lê ji ber pêşhatên cihêreng û pêwîstiya rawestana li ser hinek mijarên din, min ew piştguh kir. Van çend rojên borî bi ûştê belavbûna nûçeya encamdana neştergerî û derbirîna kêfxweşiya her yek ji Îran û Amerîka û berpirsên iraqî bi serketina neştergeriya Sîstanî, bala min çû ser vê mijarê û min dît pêwîst e ku ez li ser vê babetê bisekinim.

Gelo rola ku Sîstanî dilîze bi rastî di wê de kurt dibe ku kesayetiyeke olî ye û rola lêvegerê pê hatiye dayîn? An jî Sîstanî ji saziyeke stratejî ya şiî pêk tê ji bo ku li pişt birêvebirina dûgelê, xizmeta stratejiya şîekirinê li deverê bike? Gelo pîvanên zanistî bo şiyana fizîkî û hişmendî ya însan ta çi asteke emr wê yekê îzbat dikin ku kalemêrekî 90 salî li pişt biryarên stratejî yên birêvebirina welatekî be?

Bi taybetî jî bo welatekî wek Iraqa tije alozî û pirsgirêk. Gelo çi lojîkek îzbat dike ku rêya dirust ew e di pirsên herî hestyar û pirsgirêkên herî aloz de, hemû saziyên destûrî û aqilmendên vî welatî teslîmî nîşe û gotinên pîrekî jihevdeketî wek Sîstanî bibin?

Şîeyan bi awayekî pîrozî dane rola lêveger ku tevdana hin pirsên bi vî rengî dikeve qalibê kafirî û gawiriyê. Lê ji xwe em Kurd û erebên sunî yên Iraqê ti pabendîtiyek me bi wê pîrozweriyê ve girê nade ta em newêrin pirsan di derbarê wê de bikin.

Her bi rastî gelo zanist li ser çalakî û şiyana mirov rê dide ku aqil û hizirîn û dinyadîtina kesekî 90 salî di ser hiş û aqilê kesekî 50 salî re bê girtin?

Rast e ezmûn giring e. Kesên xwedî ezmûn şarezatiya wan zêdetir e ji hin kesên ku bi hukmê emr negihiştine wê asta ku ezmûna wan komîserhev bûbe, lê ev jî ta asteke taybet e. Sûdwergirtina ji ezmûna şarezayan jî nayê maneya girêdan û teslîmbûna bi raya kesên xwedî ezmûn. Nemaze di kar û barên birêvebirina welêt û jiyana xelkê de.

Tiştê li Iraqê tê dîtin wergirtina fermanan ji lêvegerê ye. Ta astekê heke ev ji bo kar û barên dînî û yekalîkirina hinek mijarên mezhebî û şeriî be, mumkin e wek barêşeke normal bê temaşekirin. Lê di pirsa birêvebirina kar û barên welêt û arîşe û pirsgirêkên konevanî de, bi rastî karesateke mezin e li ser Iraqê.

Vêga emrê Sîstanî bûye 90 sal. Gelo kîjan berpirsên iraqî amade ne ji bo kar û barên jiyana xwe ya şexsî û birêkxistina navmal û lixwekirina cil û bergan, pirs û şêwirê bi dê û bavê xwe bikin? Her bi rastî kîjan ji wan amade ye li malê aqilê xwe teslîmî aqilê dê yan bavê xwe bike heke temenê wê yan wî gihabe ne 90 lê 80 salan?

Kê ji me li malê qerf û kenê xwe bi aqilê pîr û jihevdeketiyekî xwe nake û kê ji me nabêje dema însan pîr dibe aqilê wî dibe mîna yê zarokan. Nexwe xêr e di pirsên herî giring û hestyar ên vê wêranistana bi navê Iraqê de, divê em hemûşk çavlirê bin da bizanin ka wê nûnerê Sîstanî di gotara nivêja înê de çi bibêje û çi bibilîne?

Paşê hemû saziyên destûrî û şeriî yên Iraqê pabendiya xwe bi xwestek û doza lêvegerê ve nîşan didin û tên ku birêvebirin û dewletdariyê li Iraqê bikin pêkenok û tirane.

Gelo kê ev rol daye Sîstanî ku bi vî tehrî û ta vê ast û radeyê desttêwerdanê di birêvebirina kar û barên Iraqê de bike? Gel xwepêşandanan dike, îcar divê em bipên da em bizanin ka gelo helwesta lêvegerê li hemberî daxwaziyên wan çi ye.

Proje yasayek diçe parlamentoyê divê em çavlirê bin da bizanin ka nûnerê Sîstanî derbarê wê proje yasayê çi kerem dike û çi dibilîne. Navê namzetekî tê hildan ji bo her postekê be, divê bê sekinandin ta bê zanîn ka gelo lêveger çi di barê wî de dibêje û dibilîne.

Serokê hikûmetê li ser daxwaza lêvegerê dest ji kar dikişîne û dîsa li ser daxwaza lêvegerê wek karbirêker dest bi kar dike. Her bi rastî, erê niha karê destûr û yasa û zagon û saziyên destûrî li vî welatî çi ye?

Gumana min heye ku ew rol pêk bê ji tena wê kesayetiya olî ku îro Sîstanî ye û piştî 6 heyvên din ew dimire û dispêrin kesekî din. Ew navenda olî saziyeke stratejî ya şiî ye û li gor qonaxên geşbûna şîekirinê pêngav bi pêngav saziyên dûgelê araste dike û li pişt birêvebirina vî welatî ye.

Karekî hêsan nabe ku Şîe barêşekê ava bikin ku Kurd û Sunî bi wê çendê qayîl û razî bibin ku navendeke stratejî ya şiî bi tena serê xwe Iraqê birêve bibe.

Lê bi misogerkirina wê keşa giştî ku li Iraqê ji bo lêveger û rola lêveger hatine peydakirin, vêga hemû iraqî teslîmî wê vînê bûne û kes nikare vajî hizirîn û dînyadîtina lêvegerê be. Tew heke biryar û fetwayên wî li dijî berjewendiyên Iraqê û aştî û aramiya welêt jî bin.

Bi kêmanî bi hêncet û bihaneya ku Sîstanî nesax e û emrê wî gihiştiye 90 salî, pêwîst e helwest li ser rola ku bi wî hatiye dayîn bê kirin. Divê perleman, serokatiya komarê û civata wezîran vê pirsa mûhîm miracie bikin. Di çarçoveya pirsên şeriî û civakî de, rêzê li her pîroziyeke olî ya her pêkhateyeke Iraqê bigirin.

Berpirsiyariyeke mezin di stûyê serkirdên konevanî û berpirsên saziyên destûrî yên Iraqê de ye ku pirsa birêvebirina welêt û destûr û yasa vegerînin bo dezgeh û saziyên dûgelê. Heke mêraniya wan nebe û tixûbekî bo rola lêvegerê nedeynin ku roj li pey rojê rola wî zêdetir dibe, di çend salên bê de ti nirxek bo hilbijartin û saziyên şeriî û destûrî yên Iraqê û tew bo hizbên konevanî jî namîne.