Spas Bavê Şêro


Di salên tarî yên me di jêrî desthilata Hafiz Esed, û piştî wê Rêjima kurê wî Beşar El-Esed jiyanek zor dibûrand, yek ji tiştên li ser lîsteya qedexekirinê bû, rojname û kovarên biyanî yên Rêjîma Bais ew dijî “berjewendiyên welatê” didîntin, û mînak li ser wê yekê rojnama Hayat ya Lindinî, ku li bajarê min Amûdê serkftineke mezin bû ku hejmarek wê rojnamê peyda biba.

 

Tê bîra min, dema min bîr bir,û ta beriya çend salan, her hefte hejmarek wê rojnamê digihişt Amûdê û bi taybet li cem hevaleke min bi nave Ehmed Husên bavê Şêro li Amûdê tevî tê nasîn, ez û çend xortên bajêr her roj em diçûn  dikana wî ta em jê bipirsin ma “hat yan nehat” ta ku em karîbin bixwînin, nexasim ku her hejmar gotar an rapor derberê rewşa kurdan tê de belav dibû.

 

Nih piştî şoreşa Sûriyê dest pê kir, rojname û telfezyon û malper pir bûn, û pirsa kurd bû nûçeyeke serke di çi alavên ragihandinê de çi yên xwecih çi yên biyanî, lê ev alavên ragihandinê ne her dem pirsa Kurd li gorî dilê hemî hêzên kurd pêşkêş dike.

 

Herweh, alavên ragihandinê yên kurd jî her yek danûstandinê bi Kurdan û arîşeya wan re bi rengê ew dixwaze li gor şêweyên karê dezgehê, rengîniya nerîna û cudabûna wan nîşana pêşketina civaka kurd e, lê mixabin, dema ku hin kesên gihiştine cihin bilind di desthelata deverê de nerînê wan teng bin, û nikarî bin  ji vê rengîniyê sûdê bigirin, wê demê ev yek dibe weke “lanetekê”û ragihandin ji xêza xwe ya serke derdikeve, û dibin tenê destekên hêzên siyasî û rastî di nav van û wan de winda dibe.

 

Beriya demekê alozî li Herêma kurdisana Îraqê derketin, piştî xwepêşandan li hin bajaran derketin, di wê demê de Rêveberiya ragihandinê neçar bû ku daxuyaniyekê belav bike, ta ku alavên ragihandinê bibin alîkar di rawestandina aloziyan û nebin sedem bo gûrbûna aloziyan.

 

Ev gava destaya ragihandinê bû cihê kêfxweşiya xelkê û çalakvanan,  çimkî xwe ne kir aliyek di nakokiyan de.

 

tevî vê yekê hêzên partiyan hin kenal di deverê jêrî kontirola xwe de qedexe kirin, û hin alîgirên partiyan êrîşî navendê  dezgehê ragihandinê jî kirin.

 

Niha li rojavayê Kurdistanê jî “Xweseriya demoqratîk”biryar li kantona Cizîrê û  Kobanî biryara qedexekirina her du kenalên (Rûdaw û Orient) da, û li gorî wêneyê biryarê yê li ser malperan belav bûye, ku qedexeya danûstandina çalakvanan bi van her du kenalan re jî di deqa biryarê de hatiye.

 

Ya tekez ku ev yek nabe rêgir li himber karê her du kenalan û herweha jî nabe rêgir li himber xelkên rojava ta bermnameyê her du kenalan bişopînin.

 

Lê her ev yek dikeve nav têbînî û rexneyên li saziyên Xweseriya Demoqratîk dibin, di dema ji saziyên xweseriya tê xwestin, ku bibin alîkarê vê desthelatê bo ku himber êrîşên medayayî rawestin, di demeke pir nazik di dîroka rojavayê Kurdistanê û Sûriya giştî, nexasim niha Hêzên sûriya demoqratîk yên girêdayê Xweseriyê hatine nasîn di cîhanê de ku ew hêza herî xuyaye di şerê terorê de û bi tayebet rêxistina DAIŞê.

 

Divê derê de ez careke din, Bavê şêro û rojnama “Hayat”bibîra xwe tînim, bê tevî hemî hewldanên Rêjîma Sûriyê  ta çavê millet ji wan dezgehên dijî fikir û ramana wê dixebtin, an ne li gorî dilê wê mijar û nûçeyan belav dikin, nikarî bû rê li ber me bigire, û me ji her derfertê sûd digirt ta em bibînin çi li cîhanê çê dibe.

  

Bavê Şêro ta niha li Amûdê dijî, û li hemî kenalan temaşe dike, û çi hejmara Hayat digihêje destê wî dixwîne, ti kes nikare çavê wî bigire,  û ez şagirteke wî  me, ji ber vê yekê spas Bavê Şêro.