Şerê navbera hêzên rikeber li Yemenê liser desthelatê, ev welat xistye nav aloziya herî dijwar di van salên dawiyê de.
Herçend ku Yemen welatekî hejar e , lê hevrikî yên liser desthelatê , ji ber pêgeha wê ya sitratjîk, pêşhatên girîng bo navçê û ewlehiya rojava bidûv xwe tîne.
Ev şerê navbera kîjan aliyan e?
Yemen di van mehên dawiyê da, şehidê şer û pevçûnên grupên curbecur bihev re bûye ku ligor gotina nûnerê taybetê Neteweyên Hevgirtî, ew welat xistiye nav şerê navxweyî.
Serokomarê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî, piştî ku neçar ma Senaya paytexta wî welatî bicî bihêle, berev navenda hêza xwe li başûr, yanî bajarê Edenê reviya . Ew ku ji aliyê artêş û hêzên serbazî yên bi wefayên xwe û milîsên ku di bin navê (yekîneyên berevaniya gel ) xebat dikin , tê piştigrî kirin , hewil dide pêşiya pêşdaçûna serhilderên şîeyên husî û hêzên piştigrên wan bigire.
Hûsiyan meha Îlonê karîn bi piştgirya hinek ji aliyên ewlehiyê Senaya paytext kontrol kirin û ji wê demê pê de, kontrola xwe li ser hinek deverên curbecurên wî welatî zêde kirin.
Di vê navberê da baskê navçeyî yê El Qaidê, li nîvçe girava Erebistanê ji aliyekî bi Hûsiyan re şer dike û ji aliyekî din ve bi Ebid Rebe Mensûr Hadî re. Navenda vê komê li başûr û başûra rojhelata Yemenê ye û kariye ji wir ve êrişên xûnavî pêk bîne.
Derketina baskê Yemenê ya koma dewleta îslamî jî, li dawiya sala 2014ê, rewş aloztir kir, ev kom jî dixwaze bi belavkirina kopyeke tundtirê El Qaidê li nîvçe grava Erebistanê ji xwe re esas bigire .DAIŞê di meha dawiyê ya payîzê berpirsyaretiya êrişa ser du mizgeftan li Saneyê girte stûyê xwe ku têde 140 kes hatin kuştin.
Çima ev bûyer bo cîhanê girîng e?
Bûyerên Yemenê dikare alozî yên navçeyî xurttir bike, rojava ditirse ku bê seruberiya zêde ya vî welatî, dikare wî welatî bike navendekê bo encamdana zêde ya êrişan li derveyî wî welatî.
Li cem rêxxistinên îstixbaratî yên rojavayî, asta şiyana teknîkî û hêza derveyî navçeyî ya El Qaidê li nîvçe girava Erebistanê, vê komê dike metirisîdartirîn baskê Elqaîdê. Amerîka jî demeke bi hevkariya Ebid Rebe Mensûr Hadî, li dijî vê komê li Yemenê operasyonên serbazî encam dide, lê nemana Mensûr Hadî dikare kar dijwartir bike.
Di heman demê da şerê navbera Hûsiyan û hikûmeta hilbjartî, parek ji şerê desthelata navçeyî ya navbera Îran û Erebistanê ye.
Îrana şîe, pişta Hûsiyan digire, herçend ku diyar nîne ku ev piştigirî di çi astekê daye û Erebistan jî ku bi Yemenê re hevsînore û welatên din ên derdora kendavê bi xurtî alîgirên Mensûr Hadî ne. Pêgeha Yemenê ji ber hevsînor bûna wê bi gewriya "Bab Elmendeb" ku ave rêyeke zirav di navbera Derya Sor û Kendava Edenê de ye, zêde sitratjîk e û piraniya nefta cîhanê bi rêka vê averê ra tê veguheztin. Tirsa Erebistan û Misrê ev e ku kontrola giştî ya Hûsiyan liser Yemenê, gehîştina azad bi vê avê rê, ji wan re zehmet bike.
Bi kê re husî dibêjin?
Bi endamên komek serhildayî re ku bi navê Ensarola jî tê naskrin, husî dibêjin, wan ji tayfekî mezheba şîe binavê zêdiye peyrew dikin û bo dema hezar salan bi awayê îmametekê, heya sala 1962ê hukimranên yemena bakûrî bûn.
Hûsiyan navê xwe ji Hisên Bedredîn Elhusî wergirtine, wî serokatiya komekê di bûyera yekemîn serhildanê li sala 1994ê de dikir, daxwaza wan jî otonomî û xwe birêveberike zêde bo navenda serekeya xwe li parêzgeha Sede û parastina çandî û mezheba zêde li hember nifûza îslamî yên sûne bû.
Piştî kuştina Elhusî ji aliyê Artêşa Yemenê ve, li dawiya sala 2004ê, malbata wî berdewam bûn liser rêka wî û 5 serhildanên din jî, heya îmze kirina rêketinekê agirbesê bi dewletê re, li sala 2010ê rêberî kirin. Sala 2011, husî jî tevlî xwenîşandanên li dijî Eelî Ebdula Salih bûn û bi bikar girtina valatiya destihlatê hêza xwe liser herdu parêzgehên Sede û Umran zêde kirin.
Ewan tevlî konferansa gotubêjên milî bûn, Hadî di dawiya konferansê de sala 2014ê ragihand ku biryar e Yemen li gorî programê bibe 6 deverên federal. Lê Hûsiyan digotin ev program, wan lawaz dik û li dijî cîbicîbûna wê derketin.
Yemen, di salên sedsala 20ê de ji du welatên cuda ji hev pêk dihat, komara erebî ya Yemenê li bakûr û komara demokratîka gelê Yemenê li başûr. Van du welatan sala 1990ê biryar dan, hev bigirin û welatê komara Yemenê damezrînin. Lê zêde dereng neket ku başûrî li dijî siyasî û aboriya hikûmeta Senayê derketin û di encama şerê navixweyî ya sala 1994ê daxwaza ji nav birina yekîtîyê kirin lê şikestin.
Bê seroberî û veguhezbêna nifûsê li rex lawaziya hikûmetê, gendelî, kêmiya çavkaniyan û nebûna jêrxana temam sedemên pêş neketina hejartîn welatê rojhelata navîne. welatek ku 10 milyon kes tê de, ji ber bêkariyê, giraniya maddên xwarinê û xizmetguzariya civakî ya sînordar, ji nebûna ewlehiya xwarek dinalin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse