Şerê Yemenê, şerê navbera kê ye?

 

Şerê navbera hêzên rikeber li Yemenê liser desthelatê, ev welat xistye nav  aloziya  herî dijwar di van salên dawiyê de.

 

Herçend ku  Yemen  welatekî hejar e , lê  hevrikî yên liser desthelatê , ji ber  pêgeha wê ya sitratjîk,  pêşhatên girîng bo navçê û ewlehiya  rojava  bidûv xwe tîne.

 

Ev şerê navbera kîjan aliyan e?

 

Yemen di van mehên dawiyê da, şehidê  şer û pevçûnên  grupên curbecur  bihev re bûye ku  ligor gotina  nûnerê taybetê  Neteweyên  Hevgirtî, ew welat  xistiye nav şerê  navxweyî.

Serokomarê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî,  piştî ku  neçar ma  Senaya paytexta  wî welatî  bicî bihêle,  berev  navenda hêza xwe li başûr, yanî  bajarê Edenê  reviya . Ew  ku ji aliyê  artêş û hêzên serbazî yên  bi wefayên xwe û milîsên ku di bin navê (yekîneyên  berevaniya   gel )  xebat dikin , tê piştigrî kirin , hewil dide  pêşiya  pêşdaçûna  serhilderên   şîeyên  husî  û hêzên  piştigrên wan  bigire.

 

Hûsiyan  meha Îlonê  karîn bi piştgirya  hinek  ji aliyên  ewlehiyê Senaya paytext  kontrol kirin û  ji wê demê  pê de, kontrola xwe li ser hinek  deverên curbecurên  wî welatî  zêde kirin.

 

Di vê navberê da baskê navçeyî yê El Qaidê, li nîvçe girava Erebistanê ji aliyekî bi Hûsiyan re şer dike û ji aliyekî din ve bi Ebid Rebe Mensûr Hadî re. Navenda vê komê li başûr û başûra rojhelata Yemenê ye û kariye ji wir ve êrişên xûnavî pêk bîne.

 

Derketina  baskê  Yemenê ya koma  dewleta îslamî jî, li dawiya sala  2014ê, rewş  aloztir kir, ev kom jî dixwaze  bi belavkirina  kopyeke  tundtirê El Qaidê li nîvçe grava Erebistanê ji xwe re esas bigire .DAIŞê  di meha   dawiyê ya payîzê  berpirsyaretiya êrişa ser  du mizgeftan  li Saneyê  girte stûyê xwe  ku  têde  140 kes hatin kuştin.

 

Çima ev bûyer bo cîhanê girîng e?

 

Bûyerên Yemenê dikare alozî yên navçeyî xurttir bike, rojava ditirse ku bê seruberiya zêde ya vî welatî, dikare wî welatî bike navendekê bo encamdana zêde ya êrişan li derveyî wî welatî.

 

Li cem   rêxxistinên îstixbaratî yên rojavayî, asta şiyana teknîkî û hêza derveyî navçeyî ya El Qaidê li nîvçe girava Erebistanê, vê komê dike metirisîdartirîn baskê Elqaîdê. Amerîka jî demeke bi hevkariya Ebid Rebe Mensûr Hadî, li dijî vê komê li Yemenê operasyonên serbazî encam dide, lê nemana Mensûr Hadî dikare kar dijwartir bike.

 

Di heman demê da şerê navbera Hûsiyan û hikûmeta hilbjartî, parek ji şerê desthelata navçeyî ya navbera Îran û Erebistanê ye.

 

Îrana şîe, pişta Hûsiyan digire, herçend ku diyar nîne ku ev piştigirî di çi astekê daye  û Erebistan  jî ku bi Yemenê re hevsînore û welatên din ên derdora kendavê bi xurtî  alîgirên  Mensûr Hadî ne. Pêgeha  Yemenê  ji ber   hevsînor bûna wê  bi  gewriya "Bab Elmendeb" ku ave rêyeke  zirav di navbera Derya Sor û Kendava Edenê de ye, zêde sitratjîk e û piraniya nefta cîhanê  bi rêka vê  averê ra tê veguheztin.  Tirsa Erebistan û Misrê ev e ku kontrola giştî ya Hûsiyan liser Yemenê, gehîştina azad bi vê avê rê, ji wan re zehmet bike.

 

Bi kê re husî dibêjin?

 

 Bi endamên komek serhildayî re ku bi navê Ensarola jî tê naskrin, husî dibêjin, wan ji tayfekî  mezheba şîe binavê zêdiye peyrew dikin û bo dema hezar salan bi  awayê  îmametekê, heya sala 1962ê  hukimranên  yemena bakûrî bûn.

 

Hûsiyan navê xwe ji Hisên Bedredîn Elhusî wergirtine, wî serokatiya komekê di bûyera yekemîn serhildanê li sala 1994ê de dikir, daxwaza wan jî otonomî û xwe birêveberike zêde bo navenda serekeya xwe li parêzgeha Sede û parastina çandî û mezheba zêde li hember nifûza îslamî yên sûne bû.

 

Piştî  kuştina  Elhusî  ji aliyê Artêşa Yemenê ve,  li dawiya sala 2004ê, malbata wî berdewam bûn liser rêka wî û 5 serhildanên din  jî,  heya îmze kirina  rêketinekê  agirbesê  bi dewletê re, li sala 2010ê  rêberî kirin. Sala 2011, husî jî tevlî xwenîşandanên li dijî Eelî Ebdula Salih bûn û bi bikar girtina valatiya destihlatê hêza xwe liser herdu parêzgehên Sede û Umran zêde kirin.

 

Ewan tevlî  konferansa  gotubêjên milî bûn, Hadî di dawiya konferansê de sala  2014ê ragihand ku biryar e Yemen li gorî  programê  bibe 6 deverên  federal. Lê Hûsiyan digotin ev program, wan lawaz dik û li dijî cîbicîbûna wê derketin.

 

Yemen, di salên sedsala 20ê de ji du welatên cuda ji hev pêk dihat, komara erebî ya Yemenê li bakûr û komara demokratîka gelê Yemenê li başûr. Van du welatan sala 1990ê biryar dan, hev bigirin û welatê komara Yemenê  damezrînin. Lê zêde dereng neket ku başûrî li dijî siyasî û aboriya hikûmeta Senayê derketin û di encama şerê navixweyî ya sala 1994ê daxwaza ji nav birina yekîtîyê kirin lê şikestin.

 

Bê seroberî û  veguhezbêna  nifûsê li rex lawaziya  hikûmetê, gendelî, kêmiya çavkaniyan û nebûna jêrxana temam sedemên pêş neketina hejartîn welatê rojhelata navîne. welatek ku 10 milyon kes tê de, ji ber bêkariyê, giraniya maddên xwarinê û xizmetguzariya civakî ya sînordar, ji nebûna ewlehiya  xwarek  dinalin.